Jinên Şêx Meqsûd jî tev li pêngava Kongreya Starê bûn

Jinên Şêx Meqsûd bi daxuyeniyekê strarta hemleya bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin’ da

Kongreya Star a taxa Şêx Meqsud a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê starta kampanya xwe ya li dijî gefên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe’ da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bakur û rojhilatê Sûriyeyê ev 8 sal in di pêşketina tevgera azadiyê de ji bo jinan û cîhanê têkoşîneke bêhempa û dijwar dide meşandin û ev tişt hat gotin: “Dewleta tirk û DAIŞ’a çete ji destpêkê vê tekoşînê ji bo xwe weke tehdîdekê didin nîşandan. Em weke gelên vê xaka pîroz me êrîşên dijiwar ên DAIŞ’ê têkbirin û serweriya wan a li ser vê erdnîgariyê bi dawî kir. Me ev yek bi berxwedana lehengên jin û xortên xwe bi ser xist. Em di înşakirina şoreşê de pir baş dizanin ku Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinê ye û ev şoreş bi hezaran salan şûnde ji bo gelê Rojhilata Navîn deriyekî bê îktîdar û bê dewletiyê vekir. Ev pergala demokrat ji hemû gelê cîhanê re jî bûye çavkaniya hêviyê. Erdnîgariya me ji ber van taybetmendiyên xwe, hişmendiya netew dewletê aciz dike. Me bi têkoşîna xwe ya dijwar a 8 salan ev êrîşên DAIŞ`ê têk birin û ji hemû cîhanê re qada demokrasiyê vekir. Me jinan mil da hev û DAIŞ’ê têk bir. Em ê niha jî bi hev re êrîşên dewleta tirk têk bibin. Werin em bi hev re bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin’ van êrîşên deweta tirk beralî bikin.”

Her wiha daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî têkoşîna hevpar a jinan’ û ‘Bimire faşizm û dagirkerî’ bi dawî bû. HELEB

Dikarî Biecibînî