Rojnameya Newjîn bûye hêviya jinên Germiyanê

Li Germiyan rojnameya Newjîn yekane rojnameya taybet a jinan e ku ji aliyê hejmarek jinên ciwan ve tê derxistin. Karmendên rojnameyê astengiyên li pêşiya xwe hişmendiya mêrsalarî dibînin

Li herêma Germiyanê rojnameya bi navê Newjîn ku rojnameyek taybet a derbarê pirsgirêkên jinên Germiyanê de mehane bi sponsoriya Radyoya Deng tê weşandin, ji aliyê 16 jinên ciwan ve tê derxistin. Hejmare yekem di sala 2016’an de hate weşandin û heta niha 32 hejmar hatiye çapkirin û hîn karê wan berdewam dike.

Nûçegihana Newjîn Ziryan Mihemed têkildarî karê rojnameyê axivî û wiha got: “Di warê mijaran de, em girîngiyê didin hemû warên jinan, ew aliyên ku jin beşdar in, pirsgirêk, êş, hêz û serkeftina jinan û zarokan û mijarên renga reng. Li Germiyanê kar û pêngava herî ciwan a ji aliyê jinan ve tê rêvebirin Newjîn e. Ji aliyê 16 jinan ve tê derxistin. Ev hejmar jî nesabîte. Li herêmê karkirina jinan asayî kiriye. Her wiha ji bo di nava civakê de jin derkeve pêş jî kar dikin.”

Ziryan Mihemed aşkera kir ku ji bo jinên Germiyanê bigihêjin xewnên xwe Newjîn deriyeke û wiha domand: “Di warê sîstema karkirinê de, ji hemû dezgehên din cudatir em nexwedî edîtorek diyar kirîne, em hemû bi hev re plan û bernameya karê xwe didanîn. Her mehekê yek ji me dibe edîtor. Ji bo hîn zêdetir hewl bidin û pêş bikevîn.”

Rojname baş tê pêşwazîkirin

Nûçegihan Hewjîn Mehdî aşkera kir ku rojnameya Newjîn bêberambereme û belaş parve dikin û got ku piştî ku hate çapkirin ji aliyê karmendên rojnameyê bi xwe ve tê belavkirin ku dibin pirtûkxane, rêveberiyan û cihên giştî û fermî û ev tişt anî ziman: “Bi taybet dibin cihên xwênerên jin lê zêde ne. Xwendekar pêşwaziyek zêde û baş li rojnameyê dikin. Dema ku em didin kesekê daxwaza hejmara bê jî ji me dikin.”

Astengiyên li pêşiya rojnameyê

Her wiha xebatkara Newjînê Xoşbîn Celal jî bal kişand li ser astengiyên li pêşiya rojnameyê û wiha got: “Di dema karkirinê de piraniya ew mijarên ku li ser pirsgirêkên jinan, dema ku li ser daxwazê ji jinan dikin ku li ser biaxivin ne amade ne biaxivin an jî naxwazin navê wan bidin. Hinek caran jî aliyên fermî bi cidî û germ ji bo dayîna daxuyaniyan pêşwaziyê li me nakin. Ji ber hişmendiya mêrsalarî ku hinek kes bi çavên şaş temaşe dikin. Hinek caran jî li ser torên civakî bi xirabkar û teşfîk kirina jinan a li dijî mêran me bi nav dikin. Di rastiyê de tiştek wiha nîne. Karê me ji bo rakirina astengî, nakokî û cudahiya zayendî ye.” GERMIYAN

Dikarî Biecibînî