‘Kampanyaya KJAR’ê ji bo jinan asoyeke’

Berpirsa Komîteya Peywendiyên KJAR’ê Ciwana Sine aşkera kir ku kampanyaya ‘Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’ di 27’ê tîrmehê de hatiye destpêkirin ji bo jinên Îran û rojhilatê Kurdistanê asoyeke û bang li jinan kir ku beşdarî kampanyayê bibin

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pêngava ‘Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’ di 27’ê tîrmehê de da destpêkirin. KJAR’ê bang li tevahiya jinên îranî (Fars, kurd, ereb, belûc, azerî, mazenî, gîlekî û lor) kir ku tev li pêngavê bibin.

Berpirsa Komîteya Peywendîyên KJAR’ê Ciwana Sine têkildarî kampanyayê axivî û wiha qala sedema destpêkirina vê kampanyayê kir: “Ew krîzên siyasî û aborî ku rûbirûyî Îranê bûne, bandorî li ser hemû aliyên jiyanê kiriye. Yên di nava civakê de zêdetir bûne qurbanî jin in. Gelek sal in rejîma Îranê di nava civakê de di hemû warên de jin bê rol kiriye û rê nade jin bibe xwedî îrade û serxwebûna xwe. Bi dehan jinên çalakvan ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin ku çarenûsa gelekan nediyar e. Sedema girtina wan jî tenê ew e ku daxwaza mafên xwe yên sereke kirine. Jinên Rojhilat jî ji derveyî jinbûna xwe ji ber kurdbûna xwe dubare dibin qurbanî û her ku diçe zextên li ser wan zêde dibe. Rojane çalakvanên medenî, jîngehparêz û rewşenbîr bi hîncetên cuda cuda tên girtin.”

Di her warî de xwe digihînin jinan

Ciwana Sine diyar kir ku li qada Îran û rojhilatê Kurdistanê xwekuştina jinan pirsgirêkek din e û wiha domand: “Ji bo çareseriyê deriyek vala nabînin, lewma berê xwe didin xwekuştinê. Di heman demê de bêkarî rewşeke ku herî zêde di bin sîbera desthilata zayendî de jinê weke mal bi kar tînin. Yasa û sîstema rêveberina Îranê li dijî jinan e û pêwîst e reform têde were kirin. Jinan dikujin û bêdengî jî heye. Ev yek îspat dike ku siyaseta cur bi cur li pişte.”

Di axaftina xwe de Sine bal kişand li ser girîngiya kampanyayê û wiha pêde çû: “Em vê kampanyayê ji bo hemû jinan asoyek dibînin. Hewl didin hem di nava Îran û rojhilatê Kurdistanê de di warê dîplomasî û civakî de dengê xwe bigihînin jinan û civakê, her wiha li Ewropayê jî hişyariyê belav bikin. Ji bo dîtina rêyek çareseriyê em ê xwe bigihînin kesên akademîsyen û rewşenbîr.”

Sine têkildarî piştgirîkirana kampanyayê jî ev tişt anî ziman: “Piştgirîkirina ji bo kampanyayê baş bû, lê hewldan ji bo gihiştina ji bo pirsgirêkên çarenûsa bi tenê nayêkirin. Lewma daxwazê ji hemû jinan dikin ku beşdarî kampanyê bibin.”

Sîstema Îranê civak paş ve dibe

Her wiha Bêrîvan Seqiz a xelkê rojhilatê Kurdistanê ye û li başûrê Kurdistanê dimîne têkildarî kampanyayê ev tişt anî ziman: “Sîstema Îranê wiha kiriye ku pirsgirêkên me şikil bigirin û civak ber bi paş ve biçe. Hemû pirsgirêk rû bi rûyî jinan dibin. Lewma bang li hemû jinan dikim ku bi rêya van kampanyayan hewldana çareserkirina pirsgirêkan bidin.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî