Jin bertek nîşanî reklaman dan

Rêxistina Kobenda Jinan, li bajarê Silêmaniyê bang li Wezareta Rewşenbîrî kir da ku êdî nehêlin reklamên ku bêrêziyê li hemberî jinan dikin werin belavkirin

Rêxistina Kobenda Jinan li bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bang li Wezareta Rewşenbîrî û kampanyayên reklaman kirin, da ku reklamên bêrêzî û jinan biçûk dixin êdî belav nekin.

Li ser navê rêxistina Kobenda Jinan Raz Qadir daxuyaniyek çapemeniyê da. Qadir diyar kir ku di gelek reklamên bazirganî yên ku ji aliyê ragihandinê ve tên belavkirin, li hemberî jinan bê rêzî heye û wiha got: “Di wan reklaman de peyamên nerênî û kêmkirina asta jinan tên dîtin. Roj bi roj reklamên bi vî awayî zêde dibin û bi awayek vekirî tên belavkirin.”

Her wiha daxuyaniya jinan wiha bi dawî bû: “Em bang li Wezareta Rewsenbîrî û kampanyayên reklaman dikin, divê bi awayek balkêş li reklaman temaşe bikin û wisan belav bikin. Divê li hemberî jinan tu bêrêziyek di reklaman de nebe û rê neyê dayîn reklamên bi vî awayî werin belavkirin. Em bang li beşek jinên aktor jî dikin da ku bi tu awayek rolên biçûkxistina jinan nelîzin. Divê jinan lewaz nîşan nedin.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî