‘Divê mêr jî xwe tev li guhertinê bikin’

Endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Dîdar Gul da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya TJA’yê ya ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ de ji bo mêran atolye dane destpêkirin û ev atolye dê ji bo guherîna rolên zayenda civakî piştgiriyê bide û bi vî awayî bi qasî jinan mêr jî dê azad bin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 19’ê tîrmehê de li dijî şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinan, îstîsmara zarokan û talankirina xwezayê kampanyaya ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ dabûn destpêkirin. Kampanya li her derê didome. Li Îzmîrê di çarçoveya kampanyayê de bi ser navê ‘guherîna mêr’ û ‘kuştina mêr’ perwerde û xebatên atolyeyê pêk hatin.

Endama Meclisa Giştî ya Meclisên Jinan a Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul xebatên kampanyayê nirxand û da zanîn ku ev bername dê di guherîna rolên zayenda civakî de bi bandor bin, bi saya vê dê zêdetir di qadên têkoşînê cih jinan re vebibe û got ku bi guherîna rolên zayenda civakî bi qasî jinan dê mêr jî azad bin.

Jin û mêr li dijî faşîzmê bi hev re têdikoşin

Di axaftina xwe de Gul anî ziman ku ferz e ku mêr biguherin û wiha domand: “Jinên li dijî faşîzmê bi mêran re têdikoşin, divê bi rewşên mêrantiyê yên li hawirên hundir jî têbikoşe. Yanî dema rewş wisa be jin neçar e du caran têbikoşe. Yanî rêya têkoşînê ya jinan zehmetir e. Jin ji bo qadê ji xwe re vebike neçar e rêya guhertina mêr tercih bike. Atoleye di vê mijarê de bi fêde ye. Divê mêr bi xwe re bên rû hev. Reçeteya venasîna mêrtiyê tune ye.”

Divê jin hîn bêtir bi biryar bin

Her wiha Gul destnîşan kir ku divê mêr bi niyeta ku bikaribe biguhere tevbigere û ji ber vê jî divê jin hîn bêtir bi biryar bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Carna divê tevlibûn bê ferzkirin. Carna jî divê yekser bê kirin. Carna divê navê atolyeyê ne atolya der barê mêran de be û wisa bê meşandin. Lê divê bêguman xebat bê meşandin. Me bi kadro û endamên xwe re ev kir. Kampanyaya TJA’yê kampanyeyek girîng e. TJA xîtabê girseyek berfireh dike û ji ber vê jî di pêşîgirtina kuştinên jinan de bi bandor e. Girseyek gel a gotina TJA’yê guhdar dike heye. Atolyeyên me azadbûna mêran jî bixwe re tîne. Şoreşa civakî divê bi şoreşa jinê re bê hevîrkirin.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî