‘Çîroka jinên ku hatine qetilkirin dişibin hev’

Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Hatîce Demîr diyar kir ku piştî kuştina Muzeyyen Boylû li gelek bajaran agahiyên kuştina jinan hatin û got ku çîroka qetilkirina jinan a dişibin hev ne tesaduf e

Navenda Sepandin û Şêwrê ya Mafên Jinan a Baroya Amedê, li avahiya baroyê têkildarî danişîna Muzeyyen Boylû ku dê roja 9’ê îlonê were dîtin, civîna çapemeniyê lidar xist. Di civînê de Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Hatîce Demîr diyar kir ku Muzeyyen Boylû ji aliyê hevjînê xwe Mesût Issi ve di 19’ê gulanê de bi 11 guleyan hatiye qetilkirin û wiha got: “Piştî vê bûyerê 26’ê gulanê Merve Unal, 2’yê hezîranê Aygul Gunler li Amedê hatin qetilkirin. Piştre li gelek bajarên Tirkiyeyê agahiyên kuştina jinan hatin. We ferq kir çîroka jinan çiqas dişibe hev. Rêbaz jî heman rêbaz in.”

Demîr bal kişan ser çîrokên qetilkirina jinan û ev tişt anî ziman: “Çîroka qetilkirina jinan a dişibe hev ne tesaduf in. Hemû encama zextên zilam ên ser jinan e. Dema mirov van cînayetan dinêre dibîne ku hemû jî jinên ji ber ku dixwazin dev ji zilamê xwe berdin an jî jê veqetin in. Ev hemû ji ber kodên çandî ne. Ji ber van kodan mafê jinan tune tên hesibandin.”

Jin wek keseke azad nayê qebûlkirin

Her wiha Demîr destnîşan kir jin wek keseke azad û wekhev nayê qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mafê jinê yê berdan û jiyaneke nû ji xwe re afirandinê nayê naskirin. Bi kurtasî mafê jinan ên hebûnê dixwazin ji destê wan bigirin. Polîtîkayên dewletê ser bekaya malbatê ye. Dewlet bi vê yekê peşiya êrîşa li jinê vedike. Ji ber vê yekê em dibêjin kuştina jinan polîtîk e.” AMED

Dikarî Biecibînî