Jinên kurd ên li Ewropayê rabûn ser pêyan

Navenda Nûçeyan

Jinên kurd li gelek bajarên Ewropayê li dijî êrîşên li ser jinan, mîlîtalîzm, dagirkerî û qeyûman bi dirûşma ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ daketin qadan

Jinên kurd li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ daketin qadan û tundiya li ser jinan, mîtîtarîzm, dagirkeriya dewleta tirk û qeyûman şermezar kirin

Li paytexta Fransa Parîsê, kurd û tevgerên şoreşger-komunîst ên tirkiyeyî li dijî dagirkerî, mîlîtarîzm û şer meşiyan. Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB), pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê tev li meşê bûn. Meşê ji meydana Repûblîqûe dest pê kir û heta meydana Bastîlle dewam kir.

Li meydana Bastîlleyê piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê SKB’ê Esra Asiye Guden axivî û belavoka Platforma Demokrasiyê ya Parîsê û peyama TJK-E’yê hatin xwendin. Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

Li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ meş û mîtîngek pêk hat. Meşê bi pêşengiya YJK û Jin ên Nû li ber gara trenê dest pê kir.

Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê yên HDP’î hate şermezarkirin. Meş li meydana Romerê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, dagirkerî, bomberdûman û darbeya qeyûm a dewleta tirk hatin şermezarkirin. Çalakiyê li meydana Pîazza Castello dest pê kir û kurd tevî dostên xwe tev li bûn.

Di çalakiyê de dewleta Îtalyayê ji ber firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin, her wiha hate xwestin ku ambargoya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê tê ferzkirin bi dawî bibe.

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî