Divê jin rêbazên xwe yên têkoşînê biguherînin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr bal kişand ser pêngava ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ û diyar kir ku divê jin hem li dijî hemû rêxistin û zihniyetên li dijî azadiya jinan têbikoşin û hem jî rêbaza xwe ya têkoşînê biguherînin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr têkildarî pêngava bi navê ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve li çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat hatine destpêkirin, axivî.

Mûnzûr diyar kir ku daxwazên jinan ên ji bo guherîn û azadiyê ne nû ye û wiha got: “Jinan her dem ev daxwaz kirine. Di her demê de daxwaza azadiyê jî ji ser hin xwestekan pêk tê. Wekî mafê hilbijartinê û biryardayîna li ser bedena xwe. Îro jî divê astengiyên li pêş azadiya jinan bibe meseleya têkoşînê. Di bingeha têkoşîna azadiyê ya jinan de divê guherandina pergala heyî, baviksalarî, dewlet, desthilatdarî, hiyerarşî, zayendparêziya civakî û guherandina hemû avadaniyên bi hişên mêran hebe. Ji ber ku azadiya jinan û azadiya civakî girêdayî hev in. Jin divê li hemberî avadanî û feraseta li dijî azadiya xwe têbikoşin û divê di tarza têkoşîna xwe û şêwejiyana xwe de guherînên mezin pêk bîne. Bi avadaniyên li dijî azadiyê re, divê jin jî biguhere. Ev pêngav divê bibe pêngava hêza ku ji bo jinan guherînê ava bike. Divê jin ji bo tiştên ku dixwazin were guherandin têbikoşin, di warê azadiyê de jî bi îdia û cesaret bin. Mesela divê vê tirs û bêdengiya li hemberî faşîzmê biguhere. Divê ne girêdayî mêran be û nebe mal, milkên mêran. Divê li gorî rola jinê ya di civakê de tevnegere, xwe bi sînor neke. Azadî berpirsyarî û têkoşînê dixwaze. Jin li ku derê dibin bila bibin, kêşeyên wan yek e. Jin Ii ku derê bin êşên wan, mexdûriyetên wan yek e. Îro jî di nav vî şerî de, hêrî zêde jin barê krîzên di qada civakî de hildigirin. Qirkirina jinan êdî bûye tiştekî normal. Ji bo ku ev tişt werin guherandin divê jin çalakiyên hevpar li dar bixin û bi hev re rabin serhildanê.”

Di axaftina xwe de Mûnzûr di çarçoveya pêngavê de bal kişand ser çalakiyên jinan û wiha domand: “Li gelek cihan daxuyanî hate dayîn û bi pêşengiya jinan çalakî hatin lidarxistin. Lê di warê armanca pêngavê de hin kêmasî hene. Tevgerên jinan ên li Başûr û Rojava têkoşîna li dijî dagirkeriyê kirin rojev. Dayikên me, jinên me her dem li pêş in. Lê divê daxwazên xwe yên guherîn û azadiyê şênber îfade bikin. Divê pêşengiya jinan têxin navenda têkoşînê. Divê jinên ji derdorên din jî têxin nav vê pêvajoyê, ji ber ku kêşeyên jinan û daxwazên wan ên azadiyê hevpar e.

Li Tirkiye û başûrê Kurdistanê astengiyên li pêşiya azadiya jinan, rejîma faşîst a AKP û MHP ye. Dewleta tirk a mêtinger, faşîzma Erdogan e. Ji bo ku qetlîamên jinan were kirin, pişta mêrbûnê tê girtin. AKP pêşiya zewicandinên zaroktî vekiriye. Divê li dijî modela klasîk a malbatê û qanûnên rê li ber vî tiştî vekirine têkoşîn were kirin. Her cure zextên êrîş û çanda kapîtalîst ên li dijî rakirina nasnameya jinan, divê bibin meseleyên esasî yên têkoşînê.

Li Başûr û Rojhilat jin li hemberî zextên feodal û mêran xwe dişewitînin. Li Rojava jiyaneke nû tê avakirin ya ku xwe dispêre azadiya jinan. Dewleta yirk her dem gefan li vê pergalê dixwe. Ji ber vê divê jin jiyana xwe ya civakî û siyasî birêxistin bikin. Divê jin bi qasî têkoşînên li dijî dagirkeriyê, di jiyana xwe de jî guherînên mezin ava bikin.”

Ji her dem têdikoşiyan

Di axaftina xwe de Mûnzûr destnîşan kir ku di dîrokê de jin her tim têkoşiyan e, di hemû têkoşînên civakî de jin ji bo azadiyê şer kirine û wiha pêde çû: “Di sedsala 19’emîn û 20’emîn de şerê çînî û têkoşînên li dijî kapîtalîzmê hatin kirin. Tecrubeyên têkoşînê yên mirovayetiyê, li ba kesên bindest bîrek ava kir. Vê bîrê rê li ber vî tiştî vekir ku divê hin rastî baş werin dîtin. Li ser vî esasî têkoşîna jinan û lêgerîna wan a nasnameyê girîng e. Jinan dema ji bo azadiya xwe şer kir, astengiyên li pêş xwe û serweriya mêran baş analîz kirin. Dîtin ku kêşeyên civakî têkiliya xwe bi kêşeyên jinan heye. Serwerî li ser kolekirina jinan bilind bû. Ji ber vê jî azadiya jinan tê wateya azadiya civakê jî. Jinan di têkoşîna xwe de ev tişt fêm kirin, ya girîng ev e ku divê civaka bê dewlet, bê desthilatdarî û bê çîn were avakirin a ku xwe dispêre azadiya jinan û wekheviya jin û mêran.”

Dagirkerî û tasfiyeya ji hundir

Endama Koordînasyona PAJKê Raperîn Mûnzûr qala êrîşên dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê û berxwedana wê li dijî wê kir û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk li her derê armanca wê ev e ku kurdan qir bike. Li Bakur jixwe faşîzmeke mezin heye, her roj gefan li ser Rojava dixwe, beşeke wê hatiye dagirkirin. Başûrê Kurdistanê bûye qada mêtingeriyê. Li xeta Xakurkê êrîş hatin kirin niha jî li Heftanînê operasyonên giran heye. Berxwedaneke awarte heye. Başûr jixwe di warê siyasî û ekonomîk de bûye mêtingeriya Tirkiyeyê. Di warê leşkerî de dagirkerî zêde dibe. Ne Iraq û ne jî rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe dernaxe. Xeta tasfiyekar dixwazin têxin dewrê û têkoşîna gelê kurd ji hundir ve tasfiye bikin. Bi vê operasyona dagirkeriyê hedefa dewleta tirk a pêşîn ev e ku PKK’ê ji holê rake. Lê di 40 salan de hate dîtin ku PKK bi êrîşên leşkerî naqede. Armanca dewleta tirk a dagirker ev e ku sînorên xwe berfireh bikin û polîtîkayên xwe yên mêtinger têxin meriyetê.

Em hewl didin ku gelê kurd li hemberî hev şer nekin û xizmetê ji berjewendiyên dewletên dagirker nekin. Di warê berjewendiyên gelê kurd de em stratejîk tevdigerin. Em azadiya gelê xwe nakin qurbana polîtîkayên rojane. Ji ber ku hemû partî, serwerî û siyasetên serdemî ne mayînde ne. Ya mayînde azadiya gelekî ye. Heke kurd bibin yek, wê karibin azadiya xwe pêk bînin.

Berxwedana jinên kurd ên li başûrê Kurdistanê

Mûnzûr bal kişand ser berxwedana jinên başûrê Kurdistanê û wiha got: “Li hemberî dagirkeriyê rola jinan girîng e. Heke qala guherîn û azadiyê tê kirin, a niha dema vî tiştî ye. Divê li hemberî dagirkerî, qirkirin, şer, şîdet, nîjadperestî, malbatparêzî û berjewendiyên eşîran were sekinandin. Jinên kurd li başûrê Kurdistanê biryardariya têkoşîna li dijî dagirkeriyê îlan kirin. Jinên kurd li her derê li hemberî hêzên qirker têkoşiyan. Li Başûr, Şengal û Rojava DAIŞ’ê têk birin. Jin dikarin di siyasetê de çalak bin û pêşiya dagirkeriyê bigirin. Gerîlayên jin şer dikin û li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. Li eniya Başûr jî ji bo parastina axa xwe û sekinandina dagirkeriyê divê têkoşînê geş bikin.”

Êrîşî îradeya jinan hat kirin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku bi desteserkirina şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê re êrîşî hevşaredariyê jî hate kirin û wiha lê zêde kir: “Dewleta tirk dema li cihekî encaman nestîne ji dereke din li kurdan dixe. Li Rojava negihişt encamê êrîşî Başûr dike, êrîşî têkoşîn û destkeftiya kurdan dike. Desteserkirina şaredariyan jî tê wateya ku îradeya gel nayê naskirin û li Tirkiyeyê hilbijartin û demokrasî têk çûye. Hewl tê dayîn ku HDP were terorîzekirin, li dijî siyasetê were hiştin û dixwazin pêşiya siyaseta wan a demokratîk were girtin. Pergala hevşareariyê kirin hedef û ev jî diyar dike ku êrîşî têkoşîna jinan, îradeya wan hatiye kirin. Dema jin di siyasetê de li pêş be, çalak be û li ber xwe bide, dewlet ji vî tiştî aciz dibe. Pergala hevşaredariyê pergaleke azadîxwaz e. Li hemberî siyaseta mêrserwer û modelên partiyan ên klasîk helwesteke nû ye. Li dijî çanda baviksalar a dewletê ye. Ya girîng ev e ku divê jin van çeperan biparêzin û têkoşînê geş bikin. Têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dikin wê rêya azadiya civakê jî veke.”

Destana Mem û Zîn û Derwêş û Edûlê

Her wiha Raperîn Mûnzûr qala mînakên destanên Mem û Zîn, Derwêş û Edûlê kir ên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de behs dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêbertî dixwaze bide fêmkirin ku wê jiyana azad û evîna rastîn çawa were avakirin. Ev hem trajediyên kurdbûnê ne û hem jî diyar dike ku bidestxistina azadiyê çiqasî zehmet e. Bekobûn a ku îxanetê li civakê dike, astengiyeke mezin e, divê were guherandin. Divê berjewendiyên malbatî, paşverûtiyên feodalîzmê, parçebûn û paşverûtiyên di têkiliyên jin û mêran de were guherandin. Gelê kurd divê têkoşîna xwe geş bike û xwedî li destkeftiyên xwe derkeve. Rêxistinbûn, tecrube û bîra gelê kurd têra vî tiştî dike. Pêşengtiya wê ya wekî PKK’ê, gerîlayên wê yên berxwedêr û xeta Rêbertî li holê ye. Kurdbûna ku xwe gihandiya feraseta azad a Rêbertî û têkoşîna wê û şervantiya vî tiştî wê qedera van qehremanên di destanan de biguherîne. PKK û gelê me, dê vê qederê derbas bikin û xwe bigihînin civaka azad.” BEHDÎNAN 

Dikarî Biecibînî