‘Polîtîkayên AKP’ê tundiya li ser jinan asayî dike’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku bi desthilatdariya AKP’ê re tundiya li ser jinan derketiye asta herî bilind û got ku AKP bi polîtîkayên xwe tundiya li ser jinan asayî dike

Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên ‘Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP)’ di 2013’yan de 237, di 2014’an de 294, di 2015’an de 303, di 2016’an de 328, 2017’an de 409 û di 2018’an de jî 440 jin li Tirkiyeyê hatine qetilkirin û di 7 mehên ewil ên 2019’an de jî 245 jin hatine qetilkirin. Di 18’ê tebaxê de jî jina bi navê Emîne Bulut ku hat qetilkirin gotina wê ya ‘ez naxwazim bimrim’ carek din rûyê tundiyê aşkera nîşan da. Bi Emîne Bulut re di heman hefteyê de 3 jinên din hatin qetilkirin. Du jin bi giranî birîndar bûn. Her wiha li dijî kuştin û tundijê li her derê jin daketin qadan û daxwaz kirin ku Peymana Stenbol û Qanûna Hejmar 6284 pêk bên.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê tundiya li ser jinan de axivî û diyar kir ku tundiya li ser jinan bi desthilatdariya AKP’ê re derketiye asta jor û wiha got: “Li Tirkiyeyê her roj em bi nûçeyek qetilkirin û tundiya li ser jinên hişyar dibin. Li Tirkiyeyê rengê tundiya li jinê hatiye guherandin û mirov dikare vê yekê jî weke wehşetek bi nav bike. Bi desthilatdariya AKP’ê re tundiya li ser jînan gihişt asta herî bilind. Sedema îstîsmar, tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinan û zarokan polîtîkayên hikûmetê ne ku mêr diparêzin û ev rewş tundiya li dijî jinê her ku diçe asayî dike. Qetilkirina jinan a di demên dawî de rûyê rast ê siyaseta AKP’ê radixe li ber çavan.”

Dewlet naxwaze jin bibe xwedî îrade

Di berdewama axaftina xwe de Taşdemîr da zanîn ku dewlet naxwaze jin di nava civakê de bibe xwedî vîn û wiha pêde çû: “Dema mirov betalî, krîza aborî, zagonên şaş, polîtîkayên kûrkirina şer, polîtîkayên perwerde û tenduristiyê yên şaş bîne ber hev, tev tundiya li jinê zêde dike. Di demek wisa de mêrê desthilatdar dixwaze hemû mafê jinê yê siyasî, aborî û civakî ji destê wê bigere û wê di malê de heps bike. Ev tundiyê kûrtir dike. Rayederekî hikûmetê li ser navê jinê dikare biryarê bide ku çend zarokan bîne. Vîna jinê ji destê wê digirin. Mehkûmî jiyana malê û bêdengiyê dikin. Li aliyekî tundî zêde dibe, li aliyê din berpirsiyarê tundiyê nayên cezakirin. Ev bêtir rê li pêş tundiyê vedike.”

Jin bi her awayî rastî tundiyê tên

Taşdemîr destnîşan kir ku hemû cureyên tundiya li jinan tên kirin girêdayî hişmendiya mêrê desthilatdar e û da xuyakirin ku jin rastî gelek cureyên tundiyê tên û wiha domand: “Jin rastî tundiya derûnî, aborî, fîzîkî û her awayî tê. Mêrê dikeve krîza aborî li dijî jin û zarokên xwe tundiyê dike. Divê berî her tiştî civak di perwerdehiya zayendiya civakî re derbas bibe. Rayedarên hikûmetê newekheviya zayendî rasterast diparêze. Desthilatdariya mêr rewa dike û dispêre ola îslamê. Li dijî vê hişmendiyê perwerdehiyek esasî pêwîst e. Divê li dijî hişmeniya ku hemû cureyên tundiyê li ser jinê rewa dibîne perwerdehiyek esasî bê destpêkirin. Li gori hişmendiya desthilatdariyê jina baş, dayika baş zarokên baş ew kesên ku li dijî tundiyê bêdeng bin û di malê de bin. Li aliyê din di nava civakê de bêehleqiyê kûr û belav dikin. Li dijî vê yekê divê hişmendiya mêrperest û zayendîparêz bê guhertin. Divê mêr li gorî wekheviya jin û mêr û feraseta xwe biguherîne.”

Peymana Stenbolê bi keda jinan hat qebûlkirin

Her wiha Taşdemîr anî ziman ku li dijî tundiya li ser jinan divê jin xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêxistin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jinên feminîst, sazî û tevgerên jinan di hemû qadan de li dijî veguherîna hişmendiya tundkar bikevin dewrê û li qadên jiyanê ji bo rêxistinkirina jinan bikevin dewrê. Weke TJA li Kurdistan û Tirkiyeyê me dest bi kampanyayekê kir û jin li her derê li dor kampanyayê kom dibe. Li aliyê din divê berpirsyariya dikeve li ser milê muxalefetê û hikûmetê pêk bîne. Hikûmet polîtîkayek ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe naafirinê û berovajiyê vê dibe sedama zêdebûna tundiyê. Ev tundî jî ji sala 2002’yan û vir de kete astek bilindtir. Hikûmet peymana bi xwe îmze kiriye binpê dike û êrîşî destkeftiyên jinan dike. 2014’an bi kedek mezin a Tevgera Jinan peyaman Stenbolê hatibû rojevê û ev bi hêza jinan hatibû qebûlkirin. Niha hikûmet vê yekê binpê dike û li gorî xwe qanûn diguhere.” WAN 

Dikarî Biecibînî