Li Êlihê komxebata jinên êzidî

Jinên ku di komxebata Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin a Navneteweyî de axivî, diyar kirin ku hesabê hemû kesan li ser Şengalê hene û gotin ku ew wek jin dixwazin li ser axa xwe azad bijîn

Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin a Navneteweyî, komxebata “73’yemîn Ferman û Têkoşîna  Azadiya Jinên Êzidî” li dar xist. Komxebat li Salona Konferansê ya Baroya Êlihê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Salîha Aydenîz, Huda Kaya, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Bajaroka Awîskê Hatîce Taş, aktîvîstên TJA, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Ayşe Berktay û gelek jin beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi pêşandana sînevîzyona derbarê jenosîda êzidiyan de hatibû amadekirin, dest pê kir. Dûre parlamentera HDP’ê Feleknas Uca, axaftinek kurt kir û wiha got: “Gelê êzidî rastî komkujiya fermana 73’yan hat. Em behsa êşek pir mezin dikin. Li vê derê ne tenê jinên êzidî hatin hedef girtin, di heman demê de hemû jinên cîhanê hatin hedefgirtin. Jin li bazaran hatin firotin. Hemû kesan tenê temaşekirin. Jinên dîl girtî li bazaran bi 10 dolaran hatin firotin. Dîsa zarokên biçûk ên 4 salî di bazaran de hatin firotin û tecawîz kirin. Ev hovîtiya jinan hat kirin, îro jî dewam dike.”

Mirinan vedişêrin

Rojnameger Berfîn Hêzîl a şahidiya komkujiyê kir, ji Almanyayê bi vîdeoyê beşdarî komxebatê bû û komkujiya li ser êzîdiya vegot. Hezîl diyar kir ku Şengal xwedî cihek stratejik e û ev tişt anî ziman: “Çiyayê Şengalê keleha êzidiyan e. Ger ev çiya nebûna, dê êzidî ji dîrokê bihatan tunekirin. Êzidiyên bêparastin man, DAIŞ’ê êrîşê wan kirin. Dema ku DAIŞ’ê êrîş kir, bi deh hezaran mirov ber bi komkujiyê ve hatin şandin. 300 DAIŞ’iyan bi deh hezaran mirov ji cih û warên wan kirin, dil girtin û di komkujiyê re derbas kirin. Berî her tiştî pêşmergeyên başûrê Kurdistanê bûn sedema vê yekê. Ji ber ku pêşmerge bi çekên xwe yên giran ji bajêr reviyan, DAIŞ bi rehetî karî bikeve Şengalê. Ji ber vê gel neçar ma ku bajêr terk bike. Ev jî bû sedem ku gel nekare li ber xwe bide. Dema ku rev çêbe, tu xelasiya mirov jî tuneye. Gelek êzidiyên derbasî Ewropayê bûne, hîn jî trawmaya derbas kirine, dijîn. Li Ewropayê hema bêje her roj jinek an jî zilamek êzidî yan dimirin an jî întîxar dikin. Ev tên veşartin. Divê em bi ser van bûyeran biçin.”

‘Em hewl didin jinan rizgar bikin’

Endama Meclisa Jinên Şengalê Ferîde Sadû jî bi vîdeo ji Şengalê beşdarî komxebatê bû. Sadû anî ziman ku mirovahî jî di fermanê de winda bû û wiha got: “Hemû cîhan bêdeng ma. Îro êşên êzidiyan dewam dikin. Ji ber vê yekê têkoşîn dewam dike. Yek ji armancên me ew ku em 3’yê Tebaxê weke roja komkujiyê bidin qebûl kirin. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran jin hatin firotin. Hîn aqûbeta 4 hezar jinan nayê zanîn. Em li wan digerin. Em gelek caran heya Erebistana Siûdî çûn û me hewl da bi pereyan jinan rizgar bikin. Îro jinên êzidî ne mîna berê ne. Xwe birêxistin kirine û di asta ku xwe û gelê xwe biparêzin de ne. Îro hesabê hemû kesan li ser Şengalê hene. Em jin dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Ji ber vê yekê hesabên kî hebin, em van hesaban qebûl nakin. Ji ber ku armanca me ya jiyanek azad heye.”

Piştî axaftina Sadu, rojnameger Ayşe Gokan dîroka êzidî û kurdan pêş kêş kir. ÊLIH

Dikarî Biecibînî