‘Tundî wek meseleyek navmalî tê dîtin’

Parêzer Muzeyyen Nergîz anî ziman ku sedema sereke ya tundiya li jinan tê kirin ew e ku wekî meseleyek nav malî û divê di nav malê de bê çareserkirin tê dîtin

Êrîşên li dijî Qanûna Jimara 6284 a Peymana Stenbolê didomin, qanûn û peyman tenê li ser kaxizê dimînin.

Têkildarî mijarê endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Muzeyyen Nergîz axivî û diyar kir ku ji ber tundiya li jinan tê kirin wekî meseleyeke navmalî tê ditîn, qanûn pêk nayênin û ji bo pêkanîna van qanûnan tu polîtîkayeke dewletê tuneye, tundî zêde dibe.

Nergîz anî ziman ku piştî her cînayeteke jinê di civakê de bertekeke bêkontrol rû dide, lê paşê tê jibîrkirin û wiha got: “Ji bo civak bertekek rast nîşanî cînayetên jinan bide divê vê yekê qebûl bike. Tundiyeke ku ji ber feraseta zayendîparêz û baviksalarî heye. Tundiya li jinan tê kirin taliyê vediguhere cînayetê. Ev tundî ku li pişt wê zayendiya civakî heye bi rêk û pêk berbelav e. Divê civak vê yekê rast bixwîne. Halbûkî civak wekî meseleyeke navmalî û dîsa wekî meseleyeke ku divê di nav malê de bê çareserkirin dibîne. Sedemên tundiyê rast nayê xwendin û piştî hîn bertekan di demeke kurt de tê jibîrkirin.”

Piştî demekî tundiya li ser jinan tê jibîrkirin

Di axaftina xwe de Nergîz da zanîn ku divê civak dînamîkên dibin sedema tundiyê baş bixwînin û wiha domand: “Civak cînayetên pêk tên tenê wekî ‘Dê bê serê Emîne û Ozgecanê’ dixwîne. Ev yek pirsgirkeke civakî ya cidî ye.”

Nergîz destnîşan kir ku li gorî lêkolînên ku derûnasan kiriye dîmenên derbarê tundiya li ser jinan tundiyê dike tiştekî asayî û wiha pêde çû: “A rast berteka civakî jî ne pir rast an jî ne pir watedar e. Çimkî ji nişkave bertekeke tund tê nîşandan, lê du roj şûnde tê jibîrkirin. Mesela cînayeta Emîne Bûlût. Bertekeke tund hat nîşandan, lê gelek kes encama dozê meraq nekir. An jî neşopînin.”

Biryar heye lê parastin tuneye!

Di berdewamê de Nergîz diyar kir ku biryar ji bo parastinê tên girtin hene, lê belê dîsa jî jin nayên parastin û ev tişt anî ziman: “Jinên ji bo parastinê serî li qanûnan didin hîn bêtir bi tundiyê re rû bi rû dimînin. “Yanî gava ew mekanîzma baş nekeve dewrê, helbet wê tundî zêde bibe û heta cinayetê jî biçe. Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê, belgeya sereke Peymana Stenbolê ye û tê de berpirsiyariya dewletê wiha tê pênasekirin: ‘Divê polîtîkayeke berfireh û bikoordîne hebe.’ Lê ji ber polîtîkayeke wiha tune ye jin nayên parastin û bi salan bi tundiyê re rû bi rû dimînin û tên kuştin. Peymanên anvenetewî, qanûn pirî caran pêk nayên. Tu polîtîka û xemeke dewletê ya bi vî awayî tune ye.”

Zimanê çapemeniyê

Nergîz bal kişand ser zimanê çapemeniyê yên li hemberî cînayetên jinan û destnîşan kir ku zimanê çapemeniyê tundiyê zêdetir dike û carinan ji bo cînayetên jinan îşaret bi hin rêbazan dike.

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Muzeyyen Nergîz dazanîn ku cînayetên jinan ji nişkave çê nabin û wiha domand: “Beriya cînayetê îşkence û tundiyeke sistematik heye û her tundiya ku li jinan tê kirin di nav xwe de cînayetek dihewîne. Li hemberî cînayet û tundiya li jinan tê kirin tu derd û xemeke dewlet û îktîdarê tune ye. Berovajiyê wê naxwazin jin ji rol duyem derkevin.”

Mirinên bi guman divê baş bên lêkolînkirin

Nergîz ji bo xalên di Peymana Stenbolê de jî cih digirin ev tişt got: “Ev xal diyar dikin ku dê çawa pêşî li tundiyê bê girtin û loma ev peyman peymaneke gelek girîng e.”

Her wiha Nergîz bal kişand ser mirinên biguman ên jinan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gava hûn bi ser mirinên biguman diçin hûn dibînin ku ev cinayet e. Em dibînin ku hinek jin jî ber bi întîxarê ve tên şandin. An jî ji ber tundî û tahdeya bi salan xwe dikuşin. Loma divê întîxarên jinan baş bên lêkolînkirin.” AMED

Dikarî Biecibînî