Kampanyaya ‘Cînayetên li ser jinan rawestîne’ dest pê kir

Koma Jin Bi Hev re Xurt in kampanyaya ‘Cînayeta li ser jinan rawestîne’ da destpêkirin

Koma Jin Bi Hev re Xurt in a ku gelek rêxistinên jinan tê de cih digirin, diyar kirin ku êdî tehamula wan ji cînayetên li ser jinan nemaye û li Qada Îskeleyê ya Kadikoya Stenbolê dest bi kampanyaya bi navê ‘Cînayetên li ser jinan rawestîne’ kirin. Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de jinan bal kişand ser tundiya mêran.

Li ser komê Ferîde Eralp daxuyanî da û ev tişt anî ziman: “Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên li ser jinan em hatine ba hev. Êdî tehamula me nemaye ku yek ji me jî kêm bibe. Dema me ev tişt digot jina bi navê Nadîra Kadirov li mala parlementerên AKP’ê Şîrîn Unal mirî hate dîtin. Hevalên wê û malbatên wê diyar kirin ku li Kadîrova tacîzeke zayendî hatiye kirin. Serhildana jinan a li hemberî tundiyê ne nû ye. Dîroka me têkoşîna berxwedana jinan e. Ji bo vê têkoşînê tu mekanîzma li vî welatî tuneye. Lê em dikarin pêşiya tundiyê bi destê mêran bigirin. Heta îro me bi têkoşînê gelek destkeftî bi dest xist.  Heke feraseta ku mêran diparêze were guherandin, dê ev tundî jî were sekinandin.”

Her wiha Eralp diyar kir ku dê îşev ji saet 20.00’an û vir ve her roj 5 deqeyan çalakiya dengderxistinê li dar bixin. STENBOL