Kolektîfa Kedê ya Jinê li kampa havînê ye

Endama Kolektîfa Keda Jinê Hîlal Kurul der barê 11’emîn kampa havînê ya pêk anîne de axivî û bal kişand ser piştevaniya jinan a li hemberî her cureyê zext û binpêkirinê

Kolektîfa Keda Jinê 11’emîn kampa havînê ya di 27’ê îlonê de dabû destpêkirin, îro bi dawî dike. Kampa havînê bi şîara ‘Em bi têkoşîna femînîst xwedî li mafên xwe derdikevin’ pêk hat û ji her derê gelek jin tev li bûn. Kamp bi atolyeyên wekî ‘nirxandina tevgera femînîst û rewşa siyasî’, ‘peymana Stenbolê dide jiyandin’, ‘Tranfemînîzm: Femînîzmek din pêkan e’, ‘Bedena me ya me ye’, ‘Berxweda û femînîzm’ û ‘Femînîzm rêxistinbûn û war’ berdewam kir.

Endama Kolektîfa Keda Jinê Hîlal Kurul der barê kampê de axivî û diyar kir ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê jin tev li bûne û wiha got: “Me der barê binpêkirin û zextan de, der barê çareserkirina van de atolye pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û parêzer Dîdem Işin Mordenîz jî piştgirî dan me. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dora kollektîfa jinan xwe birêxistin bikin.”

‘Êrîşên li hemberî jinan zêde bû’

Di axaftina xwe de Kurul destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku zextên li hember jinan pir zêde bûne de kamp pêk anîne û wiha domand: “Em li vir xebatek rêxistinî ya ji dewlet, mêr û her tiştî serbixwetir e, pêk tînin. Armanca esas a kampê ev bû balê bikşîne ser zext û binpêkirinên li ser jinan. Me li ser peymana Stenbolê, qanûna hejmar 6284 nîqaş meşand. Ligel tundiya mêran, dewlet jî hewl dide êrîşê destkeftiyên jinan bikin. Hedefa me ya sereke ev e ku em li dijî vê bisekinin û bêjin em dest ji mafên xwe bernadin. Em jin bibin yek em ê her tiştî çareser bikin.”

Bang li hemû jinan kir

Her wiha Kurul anî ziman ku ji gelek bajarî jin tev li kampê bûne, li ser çareseriya pirsgirêkan parvekirin û nirxandin kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wek her derê Çiyayên Kaz jî di hedefa binpêkirina kapîtalîzmê de ye. Me der barê êrîşên ekolojiyê de jî nîqaş kir. Em ê bi motîvasyon û hêza xwe berdewam bikin. Em hemû jinan ji niha ve vexwendiyê kampa xwe ya sala pêş. Bijî piştevaniya jinan.” MERSÎN