NY û LAHEY çima li dijî qirkirina êzidiyan bêdeng in?

Endamên Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin diyar kirin ku li ber çavê cîhanê civaka êzidî hate qirkirin. Endamên platformê da zanîn ku bi taybet jî li Şengalê jin hatine hedefgirtin. Jinan xwest ku NY ji bo vê mijarê bikeve nava hewldanan û pirsa ‘Gelo NY û LAHEY çima li dijî vê qirkirinê bêdengin?’ kirin

Komên çete yên DAIŞ’ê di tebaxa sala 2014’an de êrîşî Şengalê kir. Di êrîşê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî hatin revandin. Piştî komkujiyê, rêxistinên jinan ên cuda ‘Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin’ ava kirin. Platformê çend roj berê li Êlihê bi ser navê ‘Fermana 73’emîn û Têkoşîna Azadiya Jinên Êzidî’ komxebatek li dar xist. Encamnameya komxebatê hê jî nehatiye aşkerakirin. Têkildarî mijarê ji endamên platformê Gulcîhan Şîmşek û Cemîle Turhalli ji Jinnews’ê bi Şehrîban Aslan re axivîn.

Endama platformê û aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek anî ziman platforma wan ji hunermend, hiqûqnas û rêxistinên jinan hatiye avakirin û wiha dom kir: “Ew hovîtiya hatiye kirin, em di platformê de bi vegotinên jinên êzidî ku ew rewş jiyane hîn bûn. Me nêzîkatiya DAIŞ’ê ya li hemberî jinan dît. Weke platformê em li ser vê sekinînin. Li hêla din jî me dît bê ka çawa xurt bûne, meclisên xwe ava kirine û xwe birêxistin kirine.”

Bêdengiya saziyên navdewletî

Di berdewamê de jî Şîmşek pirsa ‘Çima Ewropa û NY li dijî qirkirina êzidiyan bêdeng mane?’ kir û wiha domand: “Ev hemû jî mijarên xebatên me ne. Ji ber tecawizan jin ducanî mane. Ji ber ku ev zarok bên qebûlkirin, xebat tên meşandin. Ev pirsgirêk hê jî bê çareserî ne. Di hêla hiqûqê de jî pirsgirêk hene. LAHEY û NY li dijî vê rewşê bêdengin. Êzidî ne tenê ji bo baweriya xwe, ji ber kurdbûna xwe jî hatin qetilkirin.”

‘Li ber çavên cîhanê êzidî hatin qirkirin’

Der barê mijarê de endama platformê parêzer Cemîle Turhalli jî got ku ji roja damezirandina platformê ve hemû hevdîtinên xwe kirine arşîv û wiha pê de çû: “Di vê sedsalê de li ber çavê hemû cîhanê êzidî hatin qetilkirin. Di esasê xwe de jin hatin hedefgirtin. Xwestin li ser jinan serdestiyê bikin. Lê jinên êzidî tercîhekî cuda kirin. Cihên ku lê dijiyan neterikandin û ev gelek girîng e.

Daxwaza ji NY’yê

Herî dawî jî Turhalli ev tişt destnîşan kir: “Êzidî li cihên ku koç kiribûn, rastî entegrasyona çandî hatin. Dîsa bûn hedefa kasibkarên mirovan. Du car sê car mexdûr bûne. Di hevdîtinan de daxwaza wan a vegerê derket pêş. Lê divê herêma wan bi ewle be. Li vir û derveyî welat komxebat hatin kirin. Hat xwestin ku NY divê delîlan kom bike, cihên kujeran destnîşan bike, goristanên komî lêkole û di vê mijarê de daxuyanî bide. Ji bo vê jî em ê ya ku ji destê me tê dê bikin.” ÊLIH

Dikarî Biecibînî