Encamnameya komxebata ji bo jinên êzidî diyar bû

Navenda Nûçeyan

Platforma Tekoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin encamnameya komxebata xwe ya ‘73’yemîn Ferman û Tekoşîna Jinên Azadîxwaz ên Êzidî’ ku di 22’yê îlonê de li Êlihê li dar xist bi raya giştî re parve kir

Platforma Tekoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin di 22’yê îlona 2019’an de di qada mafê mirovan ê jinê de bi beşdarbûna çalakgerên femînîst, înîsiyatîf û gelek nûneran bi navê ‘73’yemîn Ferman û Tekoşîna Jinên Azadîxwaz ên Êzidî’ li Êlihê komxebatek li dar xist. Endamên Platforma Tekoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, OHD, TÎHV, Înîsiyatîfa HAK, KCD, Weqfa Koçê, Komeleya Jinan a Rosa, Şaredariya Êlihê, Mêrsîn TJA, DAD, DÎK, HDP, KADAV û TJA Êlih’ê tev li vê komxebatê bibûn. Encamnameya vê komxebatê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Êzidî, di Rojhilata Navîn de yek ji civakên herî kevnar e û niştecihê bi deh hezar salan e ku li warên xwe Şengal û li hawirdora wê bi cih bûne û heta 73 ferman hatine serê wan. Komkujiya dawî di 3’yê tebaxa 2014’an de li Şengalê ji hêla DAIŞ’ê ve hate kirin. Di 3’yê tebaxa 2014’an de tiştên ku li Şengalê rû dan, li ber çavê hemû cîhanê di kamerayan de xuya bû û bi hezaran jin û zarok hê jî winda ne.

Di rapora Lijneya Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) a ku di hezîrana sala 2016’an de hatibû ragihandin de ev tişt weke ‘kolekirin, sirgunkirin, hepiskirin, îşkence, destdirêjî û tecawiz’ hatibû pênasekirin.

* Di 3’yê tebaxa 2014’an de di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de, nêzîkî heft hezar jinên êzidî bi darê zorê hatine desteserkirin û li ser esasê zayenda civakî rastî tundiya zayendparêziyê hatine. Ji van jinan, li dora 3 hezaran hê jî winda ne.

* Weke ku di nav demê de hejmareke zêde gorên komî derket holê, di van êrîşan de mêrên êzidî û jinên temenê wan bi ser 40’î de ne tev bi awayekî komî hatine kuştin.

* Piştî êrîşa DAIŞ’ê li derdora 250.000 êzidî, ji warên xwe hatine kirin û neçarî koçkirinê bûne.

* Platforma me, heta roja îro xwe gihandiye gelek jinên êzidî hem di warê bavkalên xwe de, hem li hawirdorê cîhanê neçarî koçkirina cur be cur welatan bûne re hevdîtinan pêk aniye. Li ser esasê belge û encamên raporan, ev êrîş bi armanca civaka êzidî ji binî ve tune bikin. Me ev tespît kir ku; ji bo jinan li ser esasê tundiya zayendî û bi polîtîkayeke sîstematîk a cihêreng ê komkujiyan, bi awayekî xistine meriyetê. Weke ku di hemû komkujî û şeran de jî xuya ye, di 3’yê tebaxê û piştî wê de; li ser zarok û jinan destdirêjî hatine kirin. Ligel vê, ferdên malbatê hatine kolekirin, hemû cureyên îstîsmariyê û êrîşan li ser jinan pêk anîne, xistine meriyetê.

* Jinên hatine desteserkirin û di pişt re hinek ji wan jinan jê rizgar bûne, piraniya van jinan; her çende jiyana xwe weke ‘didomînin’ xuya bikin jî, berê ku li Bosnayê de jî pêk hatibû bi mebesta ‘Nijadkujî’ de encamê destdirêjiyan de zarokên ku hatine dinyayê, di nava civakê de nayên pejirandin. Li gor daxuyaniyên nûnerê ola êzidiyan; vêya ligel nêrîna civakê û baweriyê ku piraniya êzdiyan lê dijîn di xaka Iraqê de ji ber zagonên wan in. Li gor zagonên heyî yê Iraqê, di encama destdirêjahiyê de be jî, ew zaroka ku were dinyayê li gor ola mêr tê dîtin û diyarkirin. Ev rewş di civaka êzidatiyê de pirsgirêkên ku derxe holê û li gor hesasiyeta pêkhatî divê girîngî jê re bê dayîn û ‘Nifş li ser mêr na, li gor beyana jinê were çareserkirin’ ev jî yek ji qadên ku divê bi lezgînî weke zagonî li benda çareserkirinê ye.

* Gelek jinên di pêvajoya desteserkirinê de zarokên wan çêbûne ji bo ku ji wan veneqetin, di kampên ku endamên DAIŞê tê de girtî ne de dihêlin an jî tên koçkirin. Bi navbeynkariya bernameyên ‘Bicihkirina ji nû ve’ li welatên cuda neçarî penaberiyê dihêlin û bi vê awayî ji civaka xwe ji binî de tên qutkirin.

* Jinên ku gihiştine azadiya xwe ji ber destdirêjî, kolekirin, neçarhiştina guherandina ola xwe û gelek êrîşên din, bi pirsgirêkên din ên fîzîkî re rû bi rû ne. Li ser navê dermankirina van pirsgirêkan wan dişînin welatên Rojava, polîtîkayên bicihkirinê jinan ji civaka wan dûr dikin û bi vî awayî travmaya ser jinê hê zêdetir û piralî dibe. Ji ber van sedeman, ji dermankirina wan û başbûna wan re dibin asteng.

* Êzdiyên ku neçarî koçberkirina li welatên weke Ewropa, Awûstralya û Kanadayê bûne, di kampên lê dimînin de di bin şert û mercên pir giran û yên dermirovahî de dijîn. Ev êzidî ji zimanê xwe yê zikmakî, ji ola xwe, ji mafê perwerdehiyê û jiyaneke bi tendurist bêparin. Dîsa êzidî, heyîna xwe ya çandî, kulturî û baweriya xwe ku dijiyan ji wê erdnîgariya xwe bi giştî hatine qutkirin, li welatên lê dijîn de li ser navê ‘entegrasyonê’ bi komkujiya çandî re rû bi rû ne.

* Li gor vegotinên bi hezaran bûyeran, endamê van çeteyên cîhadîst /DAIŞ’ê ku ji aliyê Hêzên Niştecih ên Heremê ve hatine girtin û gorên komî, raporên otopsiyan, belgeyan de hatine diyarkirin ku ev komkujî pêk hatiye, bi erêkirina raya giştî û Hêzên Navneteweyî ve, an jî di encama çavlêgirtina/îhmalkirina van aliyan de pêk hatiye. Derketiye holê ku faîlên wan, ji Ewropa û ji gelek deverên din ên cîhanê tev li vê rêxistina çete û cîhadî bûne. Aliyê wan ê lojîstîk û fînansekirinê jî, ji aliyê welatên cîranan ve hatiye temînkirin.

* Ji bo zor û zextên li ser hemû êzdiyan û ji bo êzdiyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine desteserkirin û zext û pêkutiyên dermirovahî li ser wan pêk hatine, hemû aliyên van pêkanînên dermirovahî derkeve holê û ji bo dadgehkirineke adilane û bi tendurist pêk were; divê van sûc û kiryarên pêk hatine werin pênasekirin, navê lê were danîn û ew kes û dewletên ku li hemberî êrîşên DAIŞ’ê li ser êzdiyan temaşeker man, di serî de ew kesên alîkarî dane DAIŞ’ê û hemû sûcdar di Dadgeheke Serbixwe ya Navneteweyî de werin darizandin. Ger ev sûc û sûcdaran neyên darizandin û neyên cezakirin, dê ev sûcdar û faîlên van, rêxistinan dê hê zêdetir cesaret bigirin û rê li ber êrîşên nû veke, gelan bixin hedefa van aliyan.

* Komkujiya ku li welatên weke Rûanda û li Yûgoslavya rû dabû, ji bo sûcên li dij mirovahiyê pêk hatine werin cezakirin, bê bersiv nemînin bi lihevdukirineke hevpar, dadgehên demborî (ad hoc) hatin avakirin biryar hat dayîn û darizandin pêk hatiye. Bi taybetî Dadgeha Cezakirinê ya Navneteweyî ya Rûandayê de ku darizandinên hatine kirin de Komkujiya Destdirêjiyan yekem car hatiye pênasekirin û di piştre bi Peymana Navneteweyî ya Statu ya Romayê, li ser vî esasî tundiya zayendî wek Komkujiya Taybet dîtiye û wek sûceke Navneteweyî hatiye pênasekirin. Di dîrokek nêzîk de; di doza Bemba, ya di Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî de ji ber tundiya ser zayendê sûcê şer û sûcê dijirovahî hat pejirandin û hat tewanbarkirin.

* Neteweyên Yekgirtî, berpirsyarê komkujiya bi her cureyî ku li ber çavê hemû cîhanê li ser êzdiyan pêk hat derxe holê ye. Banga me ye ku; ji alî Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (BMGK) ve ji bo hemû bersûcan werin darizandin, divê bi lezgînî serlêdana Serdozgeriya UCM’yê bike û li gor şert û mercan, li ciyekî guncav di bin banê Dadgeheke Navneteweyî ya Cezayî de werin darizandin.

* Komkujiya êzdiyan, ya rastî komkujiya jinê ya taybet e. Di vê komkujiyê de sûcên herî ber bi çav; li ser jinan destdirêjahiyeke sîstematîk, kolekirina jinê, îşkenceyên giran û hwd. cur bi cur pêkhatina êrîşan, bi vî awayî komkujiyeke berfirehî ya ser Jinan hatiye armanckirin. Ji ber vê divê hemû jinên cîhanê mudaxilê vê dadgehê bibin. Bi vê boneyê em banga xwe dubare dikin; hemû rêxistinê jinên li hawirdorê cîhanê ku hene em tev ligel hevdu li dijî sûcên komkujiyan têbikoşin.

* Faîlên van sûcan, di asta heremî û bi taybetî jî di asta navneteweyî de werin darizandin. Ji ber ku ev komkujiya li ser zayendê, ya bi polîtîkayên sîstematîk pêk tên, ji bo îfşakirina/aşkerakirina vê referansa zayendperest a baviksalarî, divê teqez jin hebin û divê dadgehên jinan werin avakirin bifikirin.

* Van sûcên dijmirovahî ku rû dane, ji bo werin nasîn divê di her welatî de, li meclisa van welatan de werin rojevê û li ser wan werin nîqaşkirin. Dîsa; ji bo rêxistinên girseyî yên neteweyî û navneteweyî di van waran de xebatên wan werin destekkirin. Ya herî girîng jî; li hember necezakirina van sûcdaran û neanîna rûqalî sûcên wan, lingekî girîng yê polîtîkayê ve jî daraz e, divê ev jî neyê jibîrkirin.

* Rêxistinê jinên cîhanê, rêxistinên hiqûqê û taybetî jî baroyên vê heremê û hemû cîhanê di vê derbarê de berpirsiyarî bigirin ser xwe, lijneyekê ava bikin û divê li ser avakirina tora xebateke navneteweyî bifikirin.

* 3’yê tebaxê weke ‘Roja Çalakiya li dijî Komkujî û Kuştina Jinan ya Navnetewey’ were pejirandin.

* Em bawer dikin ku jinên Tirkiyeyê jî di vê bang û tekoşîna me ya hevpar de, bi dirûşma ‘Em ê Komkujiya ser Jinan Rawestînin, Jiyanê Azad bikin’ de xwedî derkevin.”

Dikarî Biecibînî