Gûrbetellî li her derê ye

Di ser mirina Derhênera Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gûrbetellî Ersoz re 22 sal derbas bûn. Dayika wê Fatma Ersoz, bilêv kir ku Gûrbetellî Ersoz li her derê ye û wiha got: ” Li ser pela her darê, di bêhan her kulîlkê de, li ser baskên her çivîkê, di dilopên her baranê de dijî.”

Di ser mirina Derhênera Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gûrbetellî Ersoz re 22 sal derbas bûn. Ersoz, di 11’ê Tîrmeha 165’an de li gundê Zîver ê Palo ya Xarpêtê hatiye dinê. Heta 10 saliya xwe li qeraxa Çemê Mûradê û quntarên Koyê Spî jiyaye. Paşê daxilî nav têkoşîna gelê kurd ibe û tê girtin. Gava ji girtîgehê derdikeve jê re dibêjin, “Êdî bes e, bizewice.” Ew jî dibêje: “Ji xwe ez evîndarê av, ax, dar û berên welatê xwe me. Ji xwe ez bi welatê xwe re zewicandîme.”

Berî Ersoz çê bibe, wê çaxê bavê wê Talîp Ersoz, li bajarê Dûîsbûrg ê Almanyayê di ocaxeke madenê de dixebite. Gava Ersoz çê dibe, bavê wê navê Gûrbetellî lê dike. Di sala 1975’an de dayika wê ji bavê wê re nameyekê dişîne. Di nameyê de dibêje, êdî wext e ku Gûrbetellî û birayê xwe biçin dibistana navîn. Lê belê ji ber li gund dibistana navîn tune ye, dayik ji hevjînê xwe dixwaze ku ji bo hesreta wan bi dawî bibe û ji bo pêşeroja zarokên wan, wan jî bibe Almanyayê. Lê belê di sala 1972’an de birayê Talîp Ersoz, Huseyîn Ersoz ku ew jî li Almanyayê di înşeatê de dixebitî di qezayeke karî de jiyana xwe ji dest dide. Ji bo vê naxwaze li Almanyayê bimîne û ji hevjîna xwe dixwaze ku biçe Edeneyê cem xwişk û birayên wî. Bi vî awayî malbat di sala 1975’an de berê xwe dide Edeneyê.

Ersoz piştî Lîseya Tenduristiyê kuta dike, diçe zanîneghê û paşê li zanîngehê di beşa kîmyayê de dibe akademîsyen. Ersoz, biroj dixwîne û bi şev jî ji bo destekê bide xwişk û birayên xwe li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê dixebite. Piştî birayê wê Orhan Ersoz li Fakulteya Tibê bi cih dibe, ew û birayê xwe bi hev re dixwînin. Orhan Ersoz, gava dibe bijîşk di sala 1994’an de tayînî navçeya Hênê ya Amedê tê kirin. Di Tebaxa 1994’an de li sêgoşeya Licê, Pasûr û hezroyê şerek diqewime û tevî 11 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide. Tevî hemû helwdanan jî malbat cenazeyê Ersoz nabîne. Gava Ersoz karê xwe yê akademîk dikir, di sala 1990’î de hat girtin û 2 salan di Girtîgeha Meletiyê de ma. Piştî ji girtîgehê derdikeve nikare karê xwe yê akademîk bike. Li ser pêşniyara hevaleke xwe di Rojnameya Ozgur Gundemê de dixebite. Di demeke kurt de li Tirkiyeyê dibe yeke derhênera weşana giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê.

Piştî birayê wê jiyana xwe ji dest dide, Ersoz jî di sala 1995’an de berê xwe dide çiyê. Di sala 1997’an de jiyana xwe ji dest dide. Diya wê Fatma Ersoz, keça xwe bi van gotinan yad dike: “Li ser pela her darê, di bêhan her kulîlkê de, li ser baskên her çivîkê, di dilopên her baranê de dijî.” Dayik Ersoz, destnîşan kir ku keça wê dijî û got: “Hîn jî tahde û îşkenceya li keça min hatin kirin li ber çavê min in. Min nikaribû cenazeyên tu zarokekî xwe jî werbigire. Cenazeyên wan tunene. Loma li tevahiya axa welatê xwe li wan digerim. Bavê wê ji ber êş û azarê mir. Niha dora min e. Li benda wê rojê me ku bigihêm wê.” EDENE

Çavkanî: MA

Dikarî Biecibînî