Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li dijî dagirkeriyê rabin!

Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker û dagirker a tirk da û bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin

Kolektîfa Greva Jinan a Bîel a Swîsreyê bi daxuyaniyekê nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê da û bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama têkoşîna jinan a li Rojava wekheviya jin û mêran li gelek qadan de pêk hat û ev tişt hat gotin: “Li ser erdnîgariyeke ku hikûmraniya mêr hatibû, di encama têkoşîna bi nasnameya jinê kirî de, mafê xwe bi dest xistin û bûn pêşengên guherîn û veguherîna civakî.”

Kolektîfa jinan destnîşan kir ku êrîşên dewlat tirk di heman demê de tê wateya destkeftiyên jinan ên hatine bidestxistin bikeve xeteriyê û wiha domand: “Dagirkeriya tirk di serî de ji bo jiyana hemû jinên li herêmê dijîn û bidestxistina hemû nirxan xeterî ye. Bang li hemû jinên cîhanê dikin li dijî dagirkeriyê bikevin nava tevgerê û xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. Jin tev li çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya tirk tên kirin bibin û dengê xwe bilind bikin.”

Navê endamên Kolektîfa Greva Jinan a li bin metnê îmzeya xwe danîn wiha ne: Claire Magnin, Anna Tanner, Mathilde Hofer, Anne- Valerie Zuber, Manon Ciuxeres, Anna Roth, Michelle Gisiger, Mirjam Aggeler, Marie Moeschler, Serena Ferrari, Nadia Magnin, Edith Ugolini, Janine Jaggi, Aurélie Comte, Graciana Fornage, Anita Rochedy, Emely Willisch, Emmelin Bienvenu, Selen baskara, Ruth Tennenbaum, Anja Meili. CENEVRE 

Dikarî Biecibînî