Di berxwedana Rojava de rola jinan

Navenda Nûçeyan

Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk bi kîneke mezin êrîşî Rojava kir. Êrîşa dewlata tirk êrîşeke bi hişmendiyeke moxolî ango barbarî bû. Êrîşa dewleta dagirker bi taybetî jî erîşa li dijî paradîgmaya ekolojîk û azadbûna jinê ya ku hemû cîhanê bi dengekî digot ‘Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye’ bû.

Bi gelemperî diyardeya dewletê, bi taybetî jî dewleta tirk hebûna xwe li ser qirkirin û tunebûna netewên ne ji xwe ava dike. Bi yek netew, yek ol û yek zimanî hebûna xwe berdewam dike. Rûpelên dîrokî jî nîşanî me dide ku xala yek netewî xaleke zîhniyeta serdest a baviksalariyê ye. Di naveroka têgeha dewletê de mafên jina, mafê zarokan, mafên xwezayê, mafê ajalan, mafê gelên qedîm tune ye. Ji ber vê yekê jî cihekî ku pêkhatinên jinan, pêkhatinên mafên mirovan lê şîn dide, hişmendiya baviksalarî bi hemû cûre amûrên xwe êrîşî van pêkhatinan dike û bi vê zîhniyeta xwe dixwaze dagir bike. Bêguman berxwedana Rojava û êrîşên dewleta tirk ên li ser vê berxwedanê, di çarçoveya êrîşên li dijî xweseriya demokratîk divê em bigirin dest.

Ji 19’ê Tîrmeha 2012’yan ve (roja îlankirina xweseriya demokratîk a Rojava) bi taybetî erîşên dewlata tirk û erîşên hêzên navnetewî li ser Rojava tim berdewam kirin. Armanca van êrîşên bênavber pêkhatinên li Rojava ango pêkhatinên şoreşa jinê tunekirin bû. Di şoreşa Rojava da xala herî girîng wekî ku tê zanîn berxwedana jinan a li hemberî hişmendiya serdestiya hezar salan bû. Jinên berxwedêr ên wekî Silavan, Arîn Mîrkan bi şêweyeke berxwedanê ya nû êdî di nav qada şer de bûn. Ew jinên ku bi çanda baviksalariyê bê dev û bê ziman mabûn êdî textê serdestan dihejandin. Komên çeteyên DAIŞ’ên ne di berxwedana Kobanê de, ne ya Efrînê û ne jî di berxwedana Serêkaniyê de bi ser neketin. Ji ber ku ev tenê ne serhildana jinên Rojava bû, serîhildana li dijî hişmendiya baviksalarî bû. Bi sedan jinên berxwedêr di nav berxwedana Rojava da bûn xwedî roleke mezin.

Xeta Zîlan li Rojava ye!

Şehîd Silava

Di berxwedana Rojava de rola berxwedanê ya sereke ya şehîd Silava ye. ‘Peyambera şoreşa Rojava’ şehîd Silava bi navê xwe şoreşa Rojava pîroz dike. Û ew dibe destpêka şêweya berxwedanê ya Rojava. di destpêka şoreşa Rojava de Silava ji Helebê tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe. Bi damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe endama meclisa leşkerî. Bi dijwarbûna şerê di 25’ê nîsana 2012’yan de li Efrînê li dijî çeteyên El-Nusrayê berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Li  gundên Basilê, Akibê, Ziyaret, Bênê, Çilbir ên Efrînê du rojan ew û hevalên xwe li ber xwe didin. Li dijî êrîşa çeteyan bi guleya xwe ya dawî şer dikin û çalakiya xwe digihîne asta herî jor. Ew dibe ‘SILAVA DESTPÊKA ROJAVA’

Arîn Mîrkan

Arîn Mîrkan di dema şerê Rojava de tev li nav refên YPJ’ê dibe. Tevlibûna Arîn a nav YPJ’ê tevlibûneke xort û bi hêz e. Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta tirk a 5’ê cotmeha 2014’an de dabûn destpêkirin, her diçû zêde dibûn. Di roja 20’an de Fermandar YPJ’ê Arîn Mîrkan bi çalakiyeke tarzê şehîd Zîlan mohra jinên berxwedêr li şoreşa Rojava dide. Li ser Girê Miştenûrê li dijî zîhniyeta tecawizkar Arîn û rêhevalên xwe dikevin nav şerekî dijwar. Bi dijwarbûna êrîşên çetêyan re Arîn Mîrkan çalakiyeke fedayî pêk tîne û bi dehan çeteyên DAIŞ’ê li Girê Miştenûrê dikuje û ev çalakiya Arîn dibe serkeftina Kobanêyê. Çalakiya Arîn rêya azadiyê û ruhê berxwedanê bi rêwiyên heval Sozdar, Rêwan, Rêvana, Barîn, Amargî, Avesta û bi hezaran berxwedêran fireh dike.

‘Em hem wekî jinekî û hem jî wekî kurdekî bê nasname ne’

Avesta Xabûr

‘Armanca min ew e ku ez bibim Zîlan û Bêrîtan’. Bi van gotinan Avesta Xabûr armanca xwe ya yekemîn ango armanca xwe ya wekî jiyanek azad datîne holê. Di 27’ê Çileya 2018’an de li dijî êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê; di çanda berxwedana jinan a Rojavayê de navê Avesta Xabûr tê nivîsandin. Bi çekên xwe yên girêdayî dikeve nava panzêra leşkerên tirk û bi çalakiya xwe asta berxwedana jinê ya li Rojava bilindtir dike. Li Kobanê Arîn Mîrkan û li Efrînê jî navê berxwedanê dibe Avesta Xabûr.

Barîn Kobanê

Barîn Kobanê piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê bi taybetî jî bi hesta rizgarkirina jinên êzidî û hesta kurdewarî tev li nav refên YPJ’ê dibe. Ew dizanîbû ku ‘em hem wekî jinekî û hem jî wekî kurdekî bê nasname ne’ û bi vê zanebûnê tev li şerê li dijî zîhniyeta serdestiyê dibe. Di êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê de ew jî tev li nav refên YPJ’ê dibe û welatê xwe diparêze. Piştî berxwedaneke bêhempa Barîn Kobanê jî şehîd dikeve. Lê dewleta tirk û çeteyên wê ji bo şikandina îradeya jinan bedana Barîn teşhîr kirin û îşkence li bedana wê kirin.

Rola dîrokî

Em dikarin bêjin ku bi berxwedana jinên YPJ’î li Rojava şêweya çanda xweparastinê ya jinan diguhere. Di nava pergala baviksalariyê de bi hezar salan jin ne wekî “kes” ne jî wekî “fikr” tune bû. Jin ji her qadên jiyanî hatibûn aforozkirin. Di nav vê pergala serdestan de jin tenê wekî dayik, hevjîn, xwîşk û kevaniya malê dihat pênasekirin. Bi paradîgmaya azadiya jinê re, li Rojava di qadên berxwedanê de û di hemû qadên civakê de êdî jin dibe xwedî roleke mezin. Êdî berxwedana jinan a li Rojava şêweya çanda serîhildanê ji bo hemû jinên cîhanê digihijîne asteke nû.

Bi berxwedana jinên Rojavayê re em dikarin bêjin ku têgeha jinê ji nû ve tê nivîsandin. Ew xeta dîrokî ya hebûn-tunebûna jinê di nav kelha şer de bi wan serkeftinan ji nû ve tê nivîsîn. Helbet mijar tenê ne qadên şer in. Ji roja ku şoreş destpê kiriye ji qada aborî, leşkeri, siyasî û tenduristî heta qada tevgerî ve di her qadên jiyanê de jinan di şoreşê de cî girtin û di rola herî sereke de xwe pêş xistin. Di nav xweseriya demokratîk de jinên suryanî, ereb, tirkmen û kurd di her qadên xweseriyê de cihê xwe girtin.

Êrîşa 9’ê Cotmehê!

Îro jî ji 9’ê Cotmehê ve dewleta tirk a dagirker bi çeteyên bermayîn DAIŞ’ê re û bi alîkariya serokê Amerîkayê Trump, serokê Rûsyayê Pûtîn re bi êrîşeke bêpîvan û kîndar rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Bêtehamûliya dewleta tirk a li dijî hebûna kurdan û pêkhatiyên kurdan re di vê êrîşa dijmirovahiyê de jî tê xuyakirin. Ev êrîşa dewleta tirk tenê ne xwesteka tunebûyîna kurdan e. Armanca dewleta tirk a ku zîhniyeta xwe ji baviksalariyê ango ji kevneşopiya împaratoriyê osmaniyan distîne şerê herî mezin li dijî pêkhateyên jinên li Rojava dike. Tê zanîn ku jin bi destpêkirina dîroka serdestan re jin ji dîroka xwe ya neolîtîkê tê qetandin û jiyaneke nav çar dîwaran jê re tê avakirin. Rola jinê ya di berxwedana Rojava de darbeyeke herî mezin li hişmendiya serdest a “yek milet, yek ol, yek ziman” dixe û erka serdestî parçe dike. Ji ber vê yekê ye îro dewleta tirk û çeteyên wê bi dijhiqûqî berê êrîşên xwe dide ser jinên berxwedêr ên wekî Hevrîn Xelef. Sedema hedefgirtina Hevrîn Xelef û êrîşên hovane pêşengtiya jinê ya di nav şoreşa Rojava de ye.  Hevrîn Xelef li ber destê dayika xwe ya ku digot ‘heta ku Serokê me azad nebe dê kincê reş li min bin’ mezin bûye yane bi çande dayika xwezayî û çanda berxwedêriyê mezin bûye.

Di hedefa êrîşa dijminên hovane de li dijî êrîşa dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê bi milyonan jin, bi milyonan gel rabûye ser xwe, xwedî li pêkhateyên Rojava û pêkhateyên jinan derkevin. Îro cîhan jî dizane ku sekna li dijî êrîşên dewleta tirk sekneke dîrokî ye; piştgîriya mirovahiyê ye.

Niha di sedsala 21’an de dewleta tirk li pêş çavên hemû dewletên kapîtalîst ku piştgirî didan van êrîşan, li Rojava hewl dide paradîgmaya jiyana azad ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû avakirin û bi pêşengtiya jinan heta îro hatiye, dixwaze tune bike.

Lê di serî de jin hemû pêkhatiyên Rojava bi berxwedana xwe nîşan didin ku tu hêz nikarin li ber îradeya wan a bi rêxistinkirî bisekine û niha îro bi vê baweriya xwe li dijî hemû êrîşên dewleta tirk ku bi çeteyên xwe pêk tîne, li ber xwe didin.

Dikarî Biecibînî