‘Şervanên jin nasnameyeke nû pêşkêşî me kirin’

Çalakvanên jin ên Hewlêrê diyar kirin ku şervanên jin li Rojava li dijî hêzên dagirker têdikoşin û destnîşan kirin ku şervanên jin bi têkoşîna xwe nasnameyeke nû pêşkêşî hemû jinan kirine

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên xwe ev 14 roj in êrîşî rojavayê Kurdistanê dikin û şervanên HSD’ê jî li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa didin. Her wiha rola şervanên jin jî di nav vê berxwedanê de bi bandor e.

Çalakvanên jin ên Hewlêrê li ser rola jinan a di nav berxwedanê de axivÎn û diyar kirin ku şervanên jin nasnameyeke nû pêşkêşî hemû jinan kirine

Nîştiman Kemal diyar kir ku şervanên jin li Rojava li hemberî hêzên navneteweyî yan jî NATO’yê radiwestin û wiha got: “Bi êş û merdbûna xwe nasnameyek nû pêşkêşî xwe û jinan kirine. Li hemberî êrîşên herî mezin radiwestin. Rola wan heye û amade ne canê xwe fada bikin. Tim mînak in ku xwe li hember hêzên dijber dibînin. Dîsa jiyana xwe li ser pênase dikin. Pênaseyê didin me û jinan. Ew mamostayê me nin.”

Perêz Omer jî ev tişt anî ziman: “Em bi dil û can li gel şervanan in. Bi dil û can di xema rojavayê Kurdistanê de ne. Divê jin li qadan bin û dengek bilind li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Rojava pêk bînin. Daxwazê dikim ku jin zêdetir xwepêşandanan ji bo nerazîbûnan lidar bixin. Xwezî me bikariya li Rojava pêşmerge bin. Lê maden nikarin em dengê xwe ji bo piştgiriya Rojava bilind bikin.” HEWLÊR

Dikarî Biecibînî