Çeteyên dewleta tirk laçikên reş li jinan ferz dikin

Çeteyên dewleta tirk li Girê Spî laçikên reş li jinan ferz dikin û derketina derve li jinan qedexe kirin

Dîsa hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li herêmên ku dewleta tirk dagir kirine, aşkera dibe û kiryarên dermirovî li dijî sivîlan ferz dike.

Çavkaniyên ji hundirê Girê Spî ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku çeteyên dewleta tirk a dagirker li ser jinan mîna çawa çeteyên DAIŞ’ê dikir, laçikên reş ferz kir û derketina derve qedexe kir.

Li aliyekî dîtir jî çeteyên dewleta tirk cigare qedexe kir, bi taybet bi derbasbûna Emîr El Zexîr ê DAIŞ’ê ya Girê Spî re tevî 150 DAIŞ’iyan ji bajêr re ev yek pêk hat.

Binpêkirinên artêşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê fena kiryarên DAIŞ’ê di dema dagirkirina herêmê de ne. GIRÊ SPÎ

Dikarî Biecibînî