Bi pakêta duyamîn a darazê re jin hepsî malê tên kirin

Parêzer Zekiye Karaca Boz bal kişand ser ser Pakêta Darazê ya Duyemîn ku tê de nafaka hatiye sînordarkirin û wiha got: “Ev berdewma komîsyona ku li meclisê hat avakirin û armanca wê astengkirina devjihevberdanê bû.”

Amadekariyên ji bo Pakêta Darazê ya Duyemîn didomin. Di vê pakêtê de nafakaya xizaniyê hatiye sînordarkirin. Mijarên bi vî rengî bûne cihê nîqaşan. Parêzera Weqfa Piştevaniyê ya Jinê Zekiye Karaca Boz pakêta duyemîn nirxand.

Boz bi bîr xist ku di 10’ê cotmeha 2016’an de li meclisê ji bo malbatan, bûyerên devjihevberdanê û xurtkirina malbatan komîsyonek hatiye avakirin û destnîşan kir ku armanca vê komîsyonê ew e ku pêşî li ber jinan bigire ku dev ji hevjînên xwe bernedin.

Jin tên hepskirin

Boz girêdayî bê yekê îşaret bi sererastkirina nafakayê ya di Pakêta Darazê ya Duyemîn de kir û got ku ev sererastkirin jî xwedî heman feraset e û ev tişt anî ziman: “Car heye jin, ji bo rojek berî rojekê dev ji hevjînên xwe berdin dev ji mafên xwe yên nafakayê berdidin. Lê ji bo zarokan doza nafakayê dikin. Lê belê, ji dêvla ku dewlet vê yekê çareser bike, radibe ji bo nafaka neyê dayîn tev digere. Ev jî tê wateya ku jin hepsî malê bên kirin.”

Di pergalê de kêmasiyên mezin hene

Di berdewama axaftinê de Boz da zanîn ku sînordarkirina nafakayê, tê wateya ku ‘em ê li dijî tundiya li ser jinê tênekoşin’ û wiha domand: “Tundî, guh nade tu meqam û perwerdehiyê. Her wiha zilamên ku derameta wan zêde ye jî îtiraz dikin. Û ji xwe piraniya wan dermateya xwe vedişêrin. Derfetên dadgehê yên ji bo lêkolînkirineke berfireh hene, lê belê radibe lêkolînê ji bo mal û milkên kes bi beyana wî ve girê dide. Di pergalê de kêmasiyên mezin hene û di vî warî de dadgeh destekê nadin jinan.”

Rakirina nafakayê ne rast e

Herî dawî Boz destnîşan kir ku heta di warê aborî de pergaleke ji bo xurtkirina aboriya jinê çê nebe rakirina nafakayê ne rast e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di destê kesên qanûna diguherînin de daneyek jî tuneye. Kêm be jî em bi daneyên berbiçav nîşan didin ku jin çi qasî tên mexdûrkirin. Em ê li her derî, li her platformê ji bo mafê nafakayê têbikoşin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî