Komîteya Jin Rojava Diparêzin banga bilindkirina têkoşînê kir

Navenda Nûçeyan

Komîteya Pêngava Jin Rojava Diparêzin bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan û azadîxwazan kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji bo têkbirina planên Erdogan têkoşînê bilind bikin

Komîteya Pêngava Jin Rojava Diparêzin têkildarî xwedîderketina li berxwedana rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de komîteyê şervanên YPG, YPG û HSD’ê yên li eniya şer li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê di nava berxwedanê de hat silavkirin û ev tiş parve kir: “Daxwazê ji civaka navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikin, demildest û yekdeng gavekê ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk biavêjin. Her çiqas êrîşên dewleta tirk bi awayek berfireh ji aliyê cîhanê ve hate şermezarkirin û hêzên serdest ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê ji bo agirbestê hewildan kirine, lê şer berdewam e û di van rojan de dagirkerî û destdirêjiya xwe berdewam dike. Destdirêjî û tundiya zayendî ya li ser jinan weke amûrekî şer bikar tîne.

Îro me ew mijar û îmzeyên ku komkirine gihand cihê pêwîst. Bi vî awayî caredeke din me daxwaz kir ku rê li pêşiya tawanên li dijî mirovan bigirin. Qada hewayî ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên şer ên dewleta tirk re qedexe bikin. Pêwîst e Tirkiye demildest û bê merc hêzên xwe ji xaka Sûriyeyê derbe.

Ji berî 5 salan û bi hevkariya navneteweyî dorpêça faşîzma DAIŞ’ê li ser Kobanê hate şikandin. Me serkeftina ku tu kesê hêvî nedikir bi dest xist. Îro bi berxwedana yekgirtî dikarin faşîzma Erdgon bişikînin. Careke din xwe bigihînin wê serkeftinê. Ji bo vê jî daxwaz ji hemû jinan û mirovên azadîxwaz dikin ku hêzê xwe bikin yek û her qadê têkoşînê bilind bikin.”

Dikarî Biecibînî