Salvegera xwe ya 30’emîn diyarî Rojava kirin

Yekitiya Jinên Kurdistanê 30’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de piştgiriya ji bo Rojava hat destnîşankirin û her wiha pîrozbahî diyarî Rojava hate kirin

Yekitiya Jinên Kurdistanê îro li avahiya xwe ya li Silêmaniyê salvegera 30’emîn a damezrandina xwe pîroz kir.

Tevî endam û rêveberên Yekitiya Jinên Kurdistanê, jinên her çar parçeyên Kurdistanê, nûnerên KNK’ê, Kongra Star û Heyva Sor a Kurd jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Tekildarî salvegerê endama Yekitiya Jinên Kurdistan Telar Letîf re axivî.

Telar diyar kir ku ew vê rojê diyarî şehîdên rojavayê Kurdistanê dikin û wiha got: “Îro 30’emîn salvegera Yekitiya Jinên Kurdistanê ye. Di vê rojê de em hem ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina yekitiya jinan, hem jî ji bo piştevaniya bi Rojava re, bi taybetî ji bo piştgiriya jin û zarokên Rojava kom bûne. Em vê rojê diyarî şehîdên rojavayê Kurdistanê dikin.”

Di axaftina xwe de Telar Letîf da zanîn ku wan ji bo Rojava alîkarî komkirine dê radestî Heyva Sor a Kurd bikin da ku derbasî Rojava bê kirin û ev tişt anî ziman: “Jinên Rojava bi berxwedan û pêşengiya xwe ji bo hemû jinan bûne mînak.  Em ê jî bi her awayî piştgiriya Rojava bikin. Ji bo ku êrîşên li ser Rojava rawestin em ê zextan li parlementoya Iraqê û parlementoya herêma Kurdistanê bikin.”

Yekitiya Jinên Kurdistan sala 1989’an li çiya hate damezrandin. 1991’an piştî raperînê jî derbasî bajêr bû û li bajêr bi rêka ragihandin, kovar û rojnameyan xebatên xwe berfirehtir kir. Di pergela kar û xebata Yekitiya Jinên Kurdistanê de beşên civakî, tenduristî, ragihandin, yasa, komaletî û hwd, heye. Her wiha bi Rojnameya Jiyanewe û kovara Tewar xebatên xwe yên weşangeriyê dimeşînin. Rojnameya Jiyanewe heftê carekê, Kovara Tewar jî 3 heyvan carekê derdikeve. SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî