‘Rêzikname qetilkirina jinan erê dike’

Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya rêziknameyên di pakêta darazê de ya ku jinan ji nêz ve eleqeder dike nirxand û got ku ev rêzikname feraseta rewakirina tacîz û tundiyê hildigire

Di pakêta darazê de 2 xalên girîng ku mijara wan yek mijara nefeqeyê ya din jî ger mêrê zarok îstismar kiriye pê re bizewice cezayê îstismar tê efûkirin e.

Têkildarî pakêta darazê rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî û bertek nîşanî rêziknameyê da.

Kaya diyar kir ku bi dirêjiya dîrok re jinan li dijî qetilkirin û îstîsmarê ji bo mafê xwe têkoşiyan e û wiha got: “Îktîdarê bi derxistina van zagonan re êrîşa xwe ya li hemberî deskeftiyên jinê îspat kir. Di sala 2016’an de jî xwestin heman tiştî bidin pêkanîn. Lê bi têkoşîna jinê re ev pişt ve hat kişandin. Divê em îro jî bêdeng nemînin. Li dijî vê yekê encamên vê zagonê derxe wê ji têkçûna civakê zêdetir ne tiştekî din be. Di rojên dawî de xebatên paketa darazê ya duyem ku du mijarên girîng tê de cih digirin bûye rojev. Ev mijar jinan eleqeder dike ku mijara wê îstîsmara zarok û jin an jî zewaca di temenekî biçûk de ye. Qasî ku di medyayê de belav bûye destnîşan kirine ku ger zarok ji kesê îstîsmarkar zêde ne biçûk be dikare bi rêya zewacê were efûkirin. Kiryarên niha tên meşandin rê li ber tacîz, tundî û îstîsmarê vedike ku armanc rewakirina van sûcan e. Li şûna mêr were darizandin tê xelatkirin. Xelata wan zewac e mixabin. Bi vê yekê re rê li pêşiya qetil û îstîsmarê vedikirin ku ji van kiryarên hovane ew berpirsyar in.”

Li Amedê di 6 mehan de 6 jin hatin qetilkirin

Di axaftina xwe de Kaya da zanîn ku bi taybetî êrîşên di warê zayendî de li dijî hevpeymana Navneteweyî û Hevpeymana Stenbolê ye û wiha domand: “Ev tê wateya hevpeymana li hember îstîsmara zarok û jin hatiye îmzakirin tune tê hesibandin. Jixwe pêşxistina van zagonan mînakek ber bi çav e ji bo vê yekê. Ferasetek wisa ye ku tacîzê ji rêzê û rewa dide hesibandin. Bê cezahiştin van cureyên sûcan enjekteyê civakê dikin. Di jiyana rojane de em dibin şahidê van bûyeran. Her sibehê em bi komkujiyekê re çavê xwe vedikin. Tenê li Amedê di nava 6 mehan de 6 jin bi destê mêran hatin qetilkirin. Ev ji bo vir jimarek pir mezin e. Demek dirêj e di encama deskeftiyên jinê de ev cure bûyer kêm bûne. Lê bi derxistina zagonên îktîdarê yê weke ‘xelatkirina kesê îstîsmarkar’ re ev bûyer zêdetir rû dan. Ji ber ku dewleta bi hişmendiya mêr tev digere piştgiriya xwe ya ji bo van sûcan da nîşankirin.”

‘Em ê jinan bi rêxistin bikin’

Her wiha Kaya axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Jin û zarok di bûyerên şîdet û îstîsmarê de ka wê çi bikin serî li ku bidin an jî mafê wan çî ye û wê mafê xwe çawa biparêzin, nizanin. Bi kolan, tax û bi çûyîna malan re em xwe didin nasîn. Di bûyerên bi vî rengî ji bo werin bi me re parve bikin. Em ê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin û li dijî van yekan wan rêxistin bikin. Dixwazim vê jî bidim nîşandan ku weke komeleya jinan diyar dikin ku li hember van zagonan em ê serî hildin û li hember zewaca zû, tacîz û qetilkirinê têkoşîna xwe gurtir bikin. Bi daxuyaniyan re li her qadê em hewil didin dengê xwe bilind bikin. Em ê destûra tacîz û komkujiyê nedin. Bi yek dengî em ê li qadan bin.” AMED

Dikarî Biecibînî