‘Li Ninewayê rêjeya tundiya li ser jinan zêde ye’

Rêxistina WRO (Rêxistina Rehabîlîtasyona Jinan) ragihand ku li herêma parêzgeha Ninewayê rêjeya tundiya li ser jinan bilind e û tu aliyek nîne ku li hember rawest e

Rêxistina Rehabîlîtasyona Jinan (WRO, Women Rehabilitation Organization) li  Otela Şîreton a Hewlêrê bi navnîşana ‘Jiyana bi hev re ya civakê’ konferansek lidar xist. Nûnerên pêkhateyên cuda yên destşa Ninewa amade bûn. Di konferansê de bal kişand li ser girîngiya jiyana bi hev re û rola jinan.

Organîzetora konferansê Şîrin Şukrî di civîna çapameniyê de bal kişand ser girîngiya konferansê û aşkera kir ku ji ber sedema zêdebûna pêkhateyên alî û neteweyî yên weke kurd, ereb, êzidî, kakeyî, şebek, sunî, şîa qalkirina jiyana bi hev re gelek pêwîst e.

Şîrin Şukrî bal kişand ser rewşa jinan a li herêmê û wiha domand: “Di dema hatina DAIŞ’ê de hejmarek zêde ya jinan kete destê hêzên terorîst. Niha pêwîstiya jinan bi gelek pewîstiyan heye û ji bo wan nehatiye dayîn. Li Ninewa rêjeya tundiyê bilind e û tu aliyek nîne li hember rawest e. Em îro dixwazin van pirsgirêkan çareser bikin.”

Organîzetora konferansê Şîrin Şukrî têkildarî vegera koçberan jî wiha got: “Hewldanên vegerandina koçberan hêsan  nîne. Lê, divê gava destpêkê bê avêtin. Lewma aliyên civakî û ewlehiyê divê alîkariya hev bikin. Bernameya jiyana bi hev re jî pêk bînin.” HEWLÊR

Dikarî Biecibînî