Jinên Başûr dê ji bo Rojava çalakiyên cur bi cur lidar bixin

Heyeta jinan a başûrê Kurdistanê ku ji bo 2 rojan serdana rojavayê Kurdistanê kiribûn vegeriyan Başûr. Jinên ku di nav heyetê de cih digirtin têkildarî serdanê axivîn û diyar kirin ku bi serdanekê kare wan naqede û dê ji bo piştgiriya Rojava çalakiyên cur bi cur lidar bixin

Heyeta jinan a başûrê Kurdistanê ji bo piştgirîdayîna gelê Rojava di 10’ê mijdarê de ji bo 2 rojan serdana Rojava kiribûn. Heyet piştî serdan û hevdîtinên xwe ji Rojava vegeriyan. Ji endamên heyete rojnameger Jîno Mihemed û Bêrîvan Seqiz têkildarî serdana xwe û ji niha û şûn ve dê çi bikin, axivîn.

Jîno Mihemed diyar kir ku Erdogan siyaseteke dijminane bi hevkariya hêzên mezin li hember Rojava pêş dixe, ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê wan weke pêwistiyekê dîtin ku serdana Rojava bikin û wiha got: “Me xwest ji wan re bêjin, hûn ne bi tenê ne, Başûr li pişt we ye. Me li Rojava serdana çend deveran kir. Me rewşa wan bi çavên xwe dît. Mixabin têkildarî kesên koçber bûne rewşeke nexweş heye. Lê belê li wir fikir, bawerî û îradeye heye. Ya girîngtir jî li Rojava şoreşeke bi navê şoreşa jinê heye.”

Kar bi serdanan naqede

Jîno Mihemed da zanîn ku bi çûyîn û hatina wan re kare wan neqediyaye û wiha domand: “Erk û wezîfeyên me piştî vê serdanê jî dê bidomin. Em ê serdana konsolosxaneyan bikin û çalakiyan li dar bixin. Me çend daxwaz pêşkeşî konsolosxaneyan û aliyên pêwendîdar kirin. Mînak, divê ew êrîşa hovane ya li hember heval Hevrîn weke sûcê şer bê qebûlkirin. Yek jî ji bo rawestandina Tirkiyeyê ye. Ji ber ev tişta niha jêre dibêjin ‘agirbest’ ji rastiyê dûr e. Êrîş berdewam dikin. Dîsa girîng e ji başûrê Kurdistanê di hemû astên hukmî û rêxistinî de serdana Rojava bikin.”

‘Gelê Rojava xwedî îrade ye’

Bêrîvan Seqiz jî destnîşan kir ku di serdana xwe de destpêkê çûne ser gora şehîd Hevrîn û ev tişt anî ziman: “Em bi Kongreya Star re civiyan. Dîsa me kesên ji Serêkaniyê koç kiribûn ziyaret kir. Me rewşa wan bi çavên xwe dît, 4 malbat nêzî 18 kesan di odeyekê de dimînin. Pêwîstiya wan bi derman û cilûbergên germ hene. Her wiha gelê Rojava bi rastî xwedî îrade ye û em dikarin çalakiyên berfireh ên piştevaniyê ji bo rojavayê Kurdistanê pêk bînin.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî