Tevî astengiyan jî dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin

Endama Meclisa Jinan a HDP’a Êlihê Derya Arslan diyar kir ku di binçavan de polîsan heqaret li wan kirine û got ku dê di 25’ê Mijdarê de li ber walîtiyê heta avahiya HDP’ê meşê lidar bixin û banga beşdariyê kir

Li Êlihê di demên dawî de ji ber biryara qedexeyê ya çalakî û şahiyan a Walîtiya Êlihê, çalakî û şahiyên jinan tên qedexekirin. Di 13’yê mijdarê de li Kuçeya Hunerê ya Êlihê jinên HDP’î xwestin qetilkirina jinan şermezar bikin. Lê polîsan mudaxeleyî jinan kirin û 11 jinan binçav kirin.

Endama Meclisa Jinan a HDP’ê ya Êlihê û aktîvîsta TJA’yê Derya Arslan ku bi jinan re hatibû binçavkirin, hem têkildarî binçavkirin û hem jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinan axivî.

Arslan da zanîn ku armanca qedexekirina çalakiyan ew e ku berxwedana jinan a li kolanan asteng bikin û got ku dê li gel her astengî û qedexeyan jî têkoşîna xwe bidomînin.

Heqeret li wan hat kirin

Arslan diyar kir ku qedexeyên walîtiyê ku xistiye meriyetê antî demokratîk in û wiha domand: “Bi van qedexeyan mafên me yên destûra bingehîn asteng dikin. Dikevin pêşiya vî mafê me. Ev qedexeyên ji 15 rojan carek li Êlihê pêk tên berdewamiya Rewşa Awarte (OHAL) ye. Em serî li emniyetê didin jî lê bersiva neyînî didin me. Bi hincetên kêfî çalakiyên me asteng dikin. Tevî van qedexeyan jî em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Yên ku ji têkoşîna me ditirsin heqaretê li me dikin. Polîsan dema roja 13’yê mehê me binçav kir, heqaretên giran li me kirin. Polîsan ji me re got ‘Hûn jin in? Hûn nikarin bi qasî mêşekê deng derxin.’ Em bi heqaretên wiha re rû bi rû man.”

Ji jinên têkoşer ditirsin

Di axaftina xwe de Arslan anî ziman ku ew ê li dijî zihniyeta antî demokratîk û dixwaze jinan di malê de hefs bike têkoşîna xwe bidomînin û wiha pêde çû: “Zihniyeta baviksalar dixwaze jin bêdeng bimînin. Jinên ji bo wan xizmet bike dixwaze. Lê em li dijî vê derdikevin. Ji ber ku ji jinên têkoşer ditirsin êrîşî çalakiyên me dikin.”

Banga meşa 25’ê Mijdarê

Her wiha Arslan çalakiya ‘Ji bo guhertinê tu jî rabe ser pêyan’ a TJA’yê bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gel hemû astengiyan jî em ê kampanyaya xwe dewam bikin. Em ê roja yekşemê panelek lidar bixin. Di 25’ê Mijdarê de jî em ê ji ber Walîtiya Êlihê heta avahiya HDP’ê meşek girseyî lidar bixin. Em jinan hemû vedixwînin ku li dijî tundiya ser jinan dengê xwe bilind bikin.” ÊLIH

Dikarî Biecibînî