Daxwaza hevpar a jinan: Em dixwazin bijîn

Nûnerên jin ên partiyên siyasî derbarê amadekariyên xwe yên 25’ê Mijdarê de axivîn û diyar kir ku daxwaza hevpar a jinan ew e ku dixwazin bijîn. Her wiha jinan ji bo tevlibûna çalakiyên 25’ê Mijdarê bang li hemû jinan kirin

Nûnerên jin ên partiyên siyasî yên li Îzmîrê, dest bi amadekariyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan kirin. Nûnerên jin dê bi dirûşmên ‘Li hemberî dewleta zilam em serî radikin’ û ‘Em dixwazin bijîn’ şeva 25’ê Mijdarê meşekê lidar bixin.

Têkildarî xebat û meşa ku bê lidarxistin, nûnerên jin ên partiyên siyasî axivîn.

Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tezgor da zanîn ku ji meha cotmehê ve amadekariyên ji bo 25’ê Mijdarê dikin û anî ziman ku ji bo vê wan li bajêr hin herêmên pîlot diyar kirine û li 10 navçeyan ew û jinan li hev kom bûne.

Tezgor destnîşan kir ku li qadê tişta dîtine ew e ku di warê tundiya derûnî de jin pir ne serwext in û got ku her diçe tundiya fîzîkî zêde dibe.

Tundiya dewlet û şer barê jinan girantir dike

Di axaftina xwe de Tezgor diyar kir ku tundiya dewletê û şer barê jinan girantir dike û wiha got: “Niha ji ber şerên li Rojhilata Navîn koçberî çê dibin û ev yek barê jinan girnatir dike. Her wiha krîza aborî jî pirsgirêkên jinan zêdetir dike. Ji bo vê jî HDP xebatên hayjêxwebûnê dike.”

Tezgor liv û tevgera qeyûman û qedexekirina dirûşmeya wan a ‘hevserokatî xeta me ya mor e’ jî rexne kir û ev tişt anî ziman: “Dewlet destkeftiyên jinan û hebûna wê ya li kuçeyan tamûl nake. Lê belê dê jin tim û tim li qadan bin. Niha nêzî 240 siyasetmedarên jin girtî ne. Lê dîsa jî dê HDP serî netewîne û her tim têkoşîna xwe berdewam bike.”

Her wiha Tezgor ji bo 25’ê Mijdarê bang li jina kir ku tev li meşa bi şev a li Alsancakê bibin.

Ne ji bo şer ji bo jinan  

Seroka Partiya EMEP’ê Emîne Ûyar jî da zanîn ku li ser asasê Peymana Stenbolê xebatên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê dikin û got ku li gelek deverên bajêr wan bi panel, gotûbêj û çalakiyên cur bi cur ev yek vegotine.

Ûyar destnîşan kir ku betaliya heyî û krîza aborî dibe sedema mirinan û îşaret bi malbatên ku bi awayekî komî întihar dikin kir û wiha got: “Krîza aborî herî zêde bandorê li ser jinan dike. Jin ji bo malbat û zarokên xwe fedekariyê dikin û hewl didin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin.”

Ûyar ku bal kişand ser bûçeya 2020’an, diyar kir ku divê budçe ne ji bo şer ji bo jinan bê veqetandin û ji bo 25’ê Mijdarê bang li jinan kir.

Rola ku mêr li jinan ferz dikin qebûl nekin

Seroka Baskên Jinan a CHP’ê ya Îzmîrê Nûrşen Balci bal kişand ser bilêvkirinên îktîdarê yên tundî û got ku di daxuyaniyên dawî de derketiye holê ku di pakêtên darazê yên nû de tê xwestin mafê nafakayê bê rakirin û di cinayetên jinan de li gor Peyamana Stenbolê liv û tevgerek tuneye û ev tişt anî ziman: “Dixwaze jinan hepsî malê bike. Lê belê em ê rola ku îktîdara AKP’ê dixwaze li jinan ferz bike qebûl nekin. Em dikarin welatekî ku jin û zilam wekhev bin ava bikin.”

Hevserokatî xeta sor e

Rêvebira ESP’ê ya Îzmîrê Dîdar Gul jî destnîşan kir ku dê îsal dirûşma sereke ya jinan ‘Em dixwazin bijîn e’ û ev tişt anî ziman: “Daxwaza hevpar a jinan yek bû. Em dibêjin ‘Li hemberî mirinê dixwazin bijîn.’ Çimkî em tên kuştin. Li hêlekê ve tundiya li ser jinan û cinayet zêde dibin li hêlekê din ve jî tê xwestin destkeftiyên jinan bên xespkirin.”

Her wiha Gul diyar kir ku li Kurdistanê di çalakiyên li hemberî qeyûman de jin li refê pêş in û li hemberî êrîşan bi dirûşma ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ têdikoşin. ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî