Têkoşîna Perperîkan a li dijî pergala patrîarkal

Têkoşîna xwîşkên Mîrabel a ku li Domînîkê hat destpêkirin, di demeke kin de li çar aliyên cîhanê belav dibe. Sê xwîşkan çerxa pergala desthilatdar û dîktator, bi berxwedana xwe ji kok ve hejandin. Û dê dûre têkoşîna van sê ‘Perperîkên’ wêrek di guhê her jinekê de deng da ba û wek efsûnekê bihata bihîstin.

Xwîşkên Mîrabel ku îro bi têkoşîna hemû jinên cîhanê ya li hemberî tund û tujiya li ser jinan bûne yek, mixabin bi vê tundiya dij mirovahiyê tên qetilkirin. Tund û tujiya ku ew pê re rû bi rû man, îro ji aliyê hemû jinên cîhanê bi hêrs û kerb tê pêşwazîkirin, jin vê hovîtiyê wek sedema bi hêzkirina têkoşîna xwe dibînin û li ser vî bingehî têdikoşin.

Sê ‘Perperîk’

Her çar xwîşkên Mîrabel ku ji Domînîkê ne, li dijî dîktator Trujillo têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Jixwe ew çar xwîşk in. Di nav wan de sê xwîşk; Mînerva, Patrîa û Marîa Teresa di 25 Mijdara 1960’an de, ji aliyê rejîma dîktator Trujillo û bi awayek wehşiyane tên qetilkirin. Qetilkirina van jinan li welat rê li pêleke mezin a raperîna li dijî rejîma faşîst vedike. Xwîşkên Mîrabel di destpêkê de ji bo gelê Domînîk, ji bo hemû jin û gelên cîhanê bûn sembola têkoşînê.

Xwîşkên Mîrabel li gundê Ojo de Agua ya girêdayî bajarê Salcedo a Komara Domînîkê tên dinyayê. Navê diya wan Mercedes Reyes Camilo û yê bavê wan jî Enrique Mirabal Fernandez e. Di nav malbatek cotkar de mezin dibin. Xwîşka herê mezin Bélgica Adela Mirabal Reyes (Dedé) ku di 1 Adara 1925’an de tê dinyayê, wek xwîşkên xwe ên din neçûye kolejê û jiyana xwe wek cotkarekê, li cem malbata xwe didomîne. Maria Argentina Minerva Mîrabal Reyes jî di 12’yê Adara 1926’an de tê dinyayê, ew bi navê Minerva tê nasîn û belkî jî ew bû ya ku rêya hemûyan diyar dikir. Mînerva ji mamê xwe bandor dibe û tev li tevgera polîtîk a li dijî Trujillo dibe. Trujillo, her wekî tevahiya dîktatoran li ser gel zilm û zext dikir, fermana mirinê dida. Kesên ku li dijî wî derdiketin jî yan dihatin girtin, yan jî rastê komkujiyên kujerên wan nediyar dihatin.

Li dijî dîktator, têkoşîna Mîrabelan

Rafael Leonidas Trujillo di navbera salên 1930-1938 û 1942-1952’yan de, bi awayek resmî serokatiya welat dike, lê belê ya rast ji sala 1930’an û heya 1961’an ku hat kuştin, welat li pişt perdeyê di bin dîktatoriyê de birêve biriye. Lê belê wê di demeke kin de Xwîşkên Mîrabel bibe kabûsa dîktator Trujillo.

Mînerva beşa hiqûqê dixwîne û dibe parêzer. Lê ji ber ku di sala 1949’an de li dijî pêşveçûna Trujillo derdikeve, nayê hîştin ku lîsansa xwe bigire û kar bike. Antonia Maria Teresa Mirabal Reyes ku di 15’ê Cotmeha 1935’an de hatiye dinê, li cem xwîşka xwe dimîne û fêrî xebatên polîtîk ên xwîşka xwe dibe. Ew li ser şopa xwîşka xwe dimeşe û di xebatên polîtîk de bi awayek çalak cih digire. Jixwe dûre wê xwîşka wê ya mezin Patrîa jî li ser rêça wê bimeşe. Patria Mercedes Mirabal Reyes ku di 27’ê Sibata sala 1929’yan de tê dinê, piştî ku şahidî ji komkujiyek alîgirên Trujillo dike, biryara tevlibûna ji têkoşîna xwîşkên xwe dide.

Xwîşkên Mîrabel tevgera 14’ê Hezîranê ya binerd ku li dijî Trujillo bû, birêxistin dikin. Sê ferdên vê têkoşîna li dijî pergala baviksar û rejîma faşîst, dûre wê tevgerek a bi navê Clandestina ava bikin. Ev kom wê di derbarê mirovên ku ji aliyê Trujillo ve hatibûn qetilkirin, pirtûk amade bike û belav bike. Ji bo ku dema raperîn destpê bike, amade bin jî, ji her hêlê ve amadekariyan dikin. Xwîşkên Mîrabel, ji navê têkoşînê yê Mînervayê ‘Perperîk’ê îlham digirin û xwe wek “Las Mariposas” (Perperîkan) bi nav dikin.

Jiyan û têkoşîna efsanewî

Ew, wê bi navê ‘Perperîkan’ bên bîranîn û wek efsaneyekê ku qet ji bîra tu jinekê neçe, ji wan bê behs kirin.

Xwîşkên Mîrabel li gel têkoşîna xwe ya li dijî dîktatoriyê ku didan meşandin, wek jin jî şer û têkoşîna hebûnê didan meşandin. Xwîşkên ku wek Perperîkan ber bi azadiyê ve bi pel û bask dibûn, li gel sekna xwe ya polîtîk, rastî êrîşên zayendperest û zextan jî dihatin. Dewleta ku nekarî şervanên têkoşîna azadiyê ‘bînin rê’, hêzên wî yên leşkerî wê îşkenceyên cihê reng bixista devrê. Lê rastiyek hebû, ev jî ev yek bû ku wê tu tiştekê çavê wan jinên wêrek netirsanda. Dîktatorê ku nedikarî li hemberî biçûktirîn nerazîbûn û dengên dijber xwe rabigire, ger ên li hemberî wî derdikevin jin bin jî wê demê rewş ji bo wan diguhere û li hemberî nerazîbûnên jinê nedikarîn xwe rabigirin. Ji bo ku dengê dijber ê jinê bibirin jî serî li her rê û rêbazê didan.

Li hemberî van zextan Maria Teresa Mirabal wê wiha bigota: “Dibe ku ya herî nêzî me mirin be, lê ev yek min natirsîne, em ê ji bo her tişta ku heqe şer bikin, şerê xwe bidomînin.”

Minerva Argentina Mirabal jî vê bi van gotinan biryara xwe ya di têkoşîna azadiyê de bîne ziman: “Ji bo welatê me ku ewqas êş û keder lê heye, her tişta ku bê kirin wê bibe bingeha hêviyê, rûniştin û tiştek nekirin jî wê pir bi êş û xemnak be.”

Patria Mercedes Mirabal jî balê dikişîne ser pergala heyî û wiha dibêje: “Em ê rê nedin ku zarokên me di nav vê pergala zalim û jirêderketî de mezin bibin. Em neçar in li dijî vê pergalê şer bikin. Ez li ser navê xwe amade me ku her tiştekê bidim, ger pêwîst bike, jiyana xwe  jî!”

Ji ruhê jina berxwedêr ditirsiyan

Mînerva û Marîa Teresa ji ber xebatên xwe yên li hemberî rejîmê gelek caran tên binçavkirin û girtin. Hevserê her sê xwîşkan jî di nav têkoşînê de cih digirin û ji ber vê çendê jî tên girtin û wan dişînin girtîgeha Santo Domingo yê. Lê belê ne ev êrîş, ne jî êrîşên ku wê dûre bên kirin, çavê wan natirsîne; ew ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Trujillo bernedin. Mînerva û Marîa Teres tên berdan, lê belê hevserên wan girtî dimînin.

Di 25’ê Mijdara sala 1960’an de, Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa tevî ajokarên xwe Rufino de la Cruz re diçin serdana hevserên xwe yên girtî. Di dema vegerê de alîgirên Trujillo rêya wan dibirin; ajokar û xwîşkên Mîrabel ji hev vediqetînin, îşkence bi wan dikin û wan qetil dikin. Beriya ku xwîşkên Mîrabel qetil bikin, tecawizê wan dikin. Piştre cenazeyên wan dixin erebeyê û di rêyeke çiyayî de berjêr dikin, dixwazin bi vê yekê bûyerê wek qezayê bidin nîşandan. Encax gel pir baş dizanî ku ev ne bûyerek qezayê ye, belkî bi destê rejîma dîktator hatiye kirin. Beriya qetilkirina jinan bi demeke kin, dîktator Trujillo di axaftineke xwe de dabû diyarkirin ku ew ji bo xwe du tiştan pir tehlûke dibîne, yek dêr û ya din jî xwîşkên Mîrabel e. Komkujî piştî ku ev her sê jin pir aşkera hatin hedef girtin şûnde pêk hat.

Têkoşîna ku li pey wan ma

Kuştina sê jinên wêrek ku bi awayek hovane hatibûn qetilkirin, dîsa şêweyê qetilkirina wan tirsa dîktator Trujillo ya li hemberî têkoşîna wan nîşan dide. Vê bûyerê bandorek mezin li ser gelê Domînîkê kir. Gelê Domînîkê wê Trujillo û ev kiryarên wî tu caran nebexşanda.

Di sala 1981’an de, di Kongreya Jinên Karaîp û Amerîkaya Latîn a li bajarê Bogoto ya Kolombiyayê kom dibin û ji bo bîranîna Xwîşkên Mîrabel 25’ê Mijdarê wek “Roja têkoşîna Navnetewî ya li dijî tundiya li ser jinan” îlan dikin. Ev biryara jinên Amerîkaya Latîn, a rast li dijî tundiya pergala faşîst, dîktator, ji aliyê jinan ve îlana têkoşîneke bi hêz bû. Ji ber navê têkoşînê yê yek ji xwîşkên Mîrabel, ji wê rojê şûnde wê her sê xwîşk, çi li Domînîkê, li tevahiya cîhanê wek “Perperîkan” bên navkirin. Ji sala 1981’an ve 25’ê Mijdarê wek roja têkoşîna li dijî tundiya jinan tê bibîranîn. Îro, em hîn baştir dibînin ka tundiya li ser jinan bi tundiya dewletê re çawa di nav hev de dimeşin û jin jî bi çi rengî di nav piştevaniya hev de têdikoşin, dengê xwe dikin yek û li her aliyeke cîhanê, li kolanan diqîrin. Jin li her aliyeke cîhanê bi munasibeta vê rojê dicivin, çalakiyan pêş dixînin, dimeşin û kongreyan lidar dixin. Neteweyên Yekbûyî jî di sala 1999’an de, bi awayek resmî vê rojê wek “Roja têkoşîna Navnetewî ya li dijî tundiya li ser jinan” îlan dike.

Bîranîna Xwîşkên Mîrabel

Piştî qetilkirina xwîşkan şûnde Dedé Mirabal, ji bo ku bîranîna wan zindî bihêle, jiyana xwe di vê oxirê de dide. Hem xwedî li mîrateya wan derket, hem şeş zarokên ku xwîşkên wê li pey xwe de hiştibûn, mezin dike. Yek ji wan jî, keça Mînervayê Minou Tavàrez Mirabal e û di navbera salên 1996-2000’an de wek cîgira wezîra karên derve kar dike. Minou Tavàrez Mirabal ji 2002’yan vir ve di meclisa jêr de wek parlementer cih digire. Dedé, di sala 1992’yan de “Weqfa Xwîşkên Mîrabel”, di sala 1994’an de jî li cihê jidayikbûna wan Salcedoyê “Muzeya Xwîşkên Mîrabel” ava dike. Di 25’ê Tebaxa sala 2009’an de pirtûkek bi ser navê “Vivas en su Jardin” weşand. Di 1’ê Sibata sala 2014’an de jiyana xwe ji dest da. Wê tevahiya jiyana xwe li mala ku lê dayîk bibûn, Salcedoyê derbas kir.

Çavkanî: Newaya Jin / Berjîn TEKOŞER

Dikarî Biecibînî