Li Hannoverê konferansa ‘tundiya li ser jinan polîtîk e’ pêk hat

Li bajarê Hannover ê Almanyayê bi mijara ‘Tundiya li ser jinan polîtîk e, dibe ku tu jî be’ konferansek pêk hat. Di konferansê de her cureyên tundiya li ser jinan hat nirxandin

Li Zanîngeha Leîbnîz a Hannoverê ya Almanyayê di çarçoveya pêngava ‘Serî hilde’ de ji aliyê TJK-E’yê ve bi mijara ‘Tundiya li ser jinan polîtîk e, dibe ku tu jî be’ konferansek pêk hat

Ji aktîvîstên jinan Munnever Amed, Medya Botan, Dilşah Osman û rojnameger Aysel Avesta di konferansê de pêşkêşî kirin.

Di pêşkêşiyan de qala piştperdeya dîrokî ya tundiya li ser jinan û şêweyê serdema heyî yê tundiyê hate kirin û hate gotin ku tundiya li ser jinan polîtîk e û nabe ku ev yek tenê bi şêweyê tundiya fîzîkî bê dîtin. Hate destnîşankirin ku biqasî aliyên xwe yên fîzîkî divê aliyên xwe yên psîkolojîk, çandî, aborî û civakî jî bên nirxandin.

Di konferansê de çavkanî û şêweyên tundiya li ser jinan bi berfirehî hatin nirxandin û tevî vê yekê ji bo çareseriyê jî hin pêşniyar hatin kirin.

Li gorî vê yekê, çareserî beriya her tiştî ew yek e ku li gorî perspektîfa ‘Xwebûn’ jin xwe di mijara xweparastinê de bi rêxistin bikin.

Tenê tundiya fîzîkî nehat nirxandin

Ji amadekarên konferansê aktîvîst Şukran Sîncar têkildarî mijarê ji ajansa ANF’ê re axivî û ev tişt anî ziman: “Me di konferansa xwe de hewl dan ku tundiyê ji bilî şêweyên li ber çavan binirxînin. Şêweyê li pêş çavan ê tundiyê tundiya fîzîkî ye. Bêguman em tundiyê herî zêde bi vê şêweyê dinirxînin. Mînak; me rewşa jinê ya di nava şer de, nêzîkatiya serdestan a li jinên sivîl an jî jinên şervan nirxand. Ev tundî di mijarên şexsî, malbatî û civakî de dibe sedema travmayên kûrtir. Konferans bi pêşkêşiya xwe gelekî bi feyde bû. Karê me wê ji niha û pê ve jî bênavber bidomin. Ji bo jin li her qadê xweparastina xwe bi rêxistin bikin dê karê me bi xurtî bidome. Di çarçoveya pêngava ‘Tu jî rabe ser pêyan’ de em ê karê xwe bidomînin.”

Di konferansê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber keda xwe ya bêdawî ya ji bo şoreşa Rojava û azadiya jinê hate silavkirin.

Her wiha konferans bi dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. HANNOVER 

 

 

Dikarî Biecibînî