Bûldan: Qeyûm li dijî siyaseta jinan darbeyek e

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna ‘Di Rêveberiyên Xwecihî de Jin’ de axivî û diyar kir ku qeyûm li dijî siyaseta jinan darbeyek e û bal kişand ser tifaqa jinan

Meclisa Jinan a HDP’ê li Stenbolê bi mijara ‘Di Rêveberiyên Xwecihî de Jin’ civînek lidarxist. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got ku qeyûm li dijî siyaseta jinan derbeyek e.

Bûldan destnîşan kir ku HDP ku partiya wijdan û rûmetê ye di heman demê de partiya jinan e û wiha got: “Herêma siyasetê ku dixwazin hepsî wijdan, hêz û aqilê zilam bikin bi HDP’ê re jin cihê xwe digrin, gotinên xwe dibêjin, têkoşîna azadî û wekheviyê rêxistin dikin. Ji ber vê sedemê beriya her tiştî dixwazin bi girîngî bibêjin; HDP cihê ku jin lê siyasetê bikin e, herêma têkoşîna azadiyê ya jinan e! HDP ji bo jinan hêviya rizgariya ji mêtîngeriyê ye û şansek e.”

Rêgeza bingehîn azadiya jinan e

Di axaftina xwe de Bûldan da zanîn ku rêgeza wan a bingehîn azadiya jinan e azadiya bingeha hemû azadiyan e û wiha domand: “Ji 2016’an ve di serokatiya giştî de, di rêveberiyên navçe û bajêran de em sîstema hevserokatiyê weke fîîlî pêk tînin. Ji sedî 35 rêjeya cudahiya pozîtîf, ji sedî 40 pergala kota û piştre bi nûnertiya jinan a ji sedî 50 em ber bi nûnertiya wekhev re pêş çûn. Di siyasetê de piraniya desthilatdariya zilam a ku bi salan e didome me di wateyek cidî de şikand.”

Tayînkirina qeyûman û girtina saziyên jinan

Bûldan bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got ku sazî û desteyên wan ku bi kedeke mezin hatibûn avakirin hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Bi darbeya qeyûm re 43 navendên me yên jinan ên li navçe û bajaran li dijî her cûreyê tundiya li ser jinan têdikoşiyan û xizmetên wan hatin sekinandin. Em di hefteya 25’ê Mijdar Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan de ne. Li welatê me ku tundiya fizîkî bi awayekî giran li dijî jinan pêk tê û li aliyê din tundiya siyasî ya li dijî destkeftiyên jinan tê pêkanîn. Ev tundî ji aliyê hikûmetê ve bikaranîna hêza dewletê tê kirin. Di navenda êrîşan de sîstema hevseroktiyê heye ji ber ku dixwazin sîstema yek zilamî biparêzin. Dixwazin rêveberiyên xwecihî û siyaseta demokratîk bêyî jin bihêlin û kar bikin. Di pêvajoya dawî de bi darbeyên qeyûm re hevserokên me yên jin ji peywirê hatine girtin û piraniya wan hatine girtin. Tenê di vê pêvajoya dawî de 8 hevşaredarên me yên jin hatine girtin.”

Hinceta darbeya qeyûman pergala hevserokatiyê ye

Her wiha Bûldan destnîşan kir ku yek ji hinceta darbeya qeyûman a tifaqa AKP û MHP’ê saziya hevserokatiyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê vê ya ez dixwazim bi taybet bibêjim. Sîstema hevseerokatiyê ku ji sala 2016’an ve em pêk tînin di çarçoveya ‘Paketa Demokratîkbûyînê’ de ku sala 2013’yan hate weşnadin bû qanûn. Ev bûyer yek ji destkefiyên dîrokî yên têkoşîna jinan e. Ev model di welatê me dest yekem e. Û jin dev ji vê nirxê berdane. Tişta hate kirin darbeya li siyaseta jinan e. Darbeya li nûnertiya wekhev e. Dixwazin bi rêbazê cûnta îrade û tercîha siyasî ya jinan desteser bikin. Bi taybet polîtîkayên qeyûm dimeşîne li dijî gel e, li dijî ked, dîrok û xwezayê ye bi wateyek din dijminahiya li jinan e. Tenê ne ji bo Tirkiyeyê di tevahiya cîhanê de sîstema hevserokatiyê ya ku partiya me xwedî rêjeya herî zêde ya nûnertiya jinan e ji bo jinan destkeftiyeke gelek bi nirx e. Jinan ku li HDP’ê siyaset serxist wê li her qadê bi teqez bi serbixe. Divê em jin hevpar tevger bikin. Bi hevre têbikoşin. Tifaqa jinê, piştevanî, parastina destkeftiyên jinan û pêşxistina wê pêwîstiyek e.” STENBOL 

Dikarî Biecibînî