Tevî komele hat girtin jî dev ji têkoşîna xwe berneda

Seroka VAKAD’ê ya hat girtin Songul Ozînver anî ziman ku piştî komeleya wan hat girtin li kafe, mal û kuçeyan serlêdanên jinan werdigirin û got ku tevî her tiştî jî dev ji têkoşîna xwe bernadin

Seroka Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku bi KHK’ê hat girtin Songul Ozînver, piştî komele hat girtin wekî aktivîsteke serbixwe xebatên xwe didomîne. Ozînver ku jin li ser medyaya civakî, ji navçe û taxan serî lê didin, mehê xwe digihîne bi dehan jinan.

Têkildarî mijarê Ozînver anî ziman ku gava ew van tiştan dikin bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Xebatên xwe didomînin

Ozînver da zanîn ku di warê azadiya jinan de, ji bo zarok û paşê jî derdor serwext bibe dixebite û diyar kir ku komele ji bo pêşî li tundiyê bigirin tev digerin, lê belê piştî komele hatiye girtin jî ew xebatên xwe didomînin û wiha domand: “Min gotibû ez ê dev jê bernedim û piştî komele hat girtin jî têkoşîna me didome. Tenê ne li Wanê ji gelek bajaran jî jin serî li me didin. Di van serdeman de em bi rewşên dijwar re jî rû bi rû man. Heta em bi zextên derûnî re jî rû bi rû man. Gava min dozên jinan dişopand, digotin ‘çi karê van li vir heye’ û sixêf (çêr) dikirin. Gava min jineke penaber bir qereqolê, wekî ku min ew jin mexdûr kiribê min dan ber lêpirsînê. Her çend min got, tenê min xwestiye alîkariya wê bikim jî, polîsan qebûl nekir. Gava min got komele hebû û hatiye girtin, hin tişt kirin. Her wiha ji ber min ji bo nûçeyeke derbarê penaberekê de got ‘dagiriyeke cinsî’ Walîtiya Wanê rojname berhev kirin.”

Dê dîsa komeleyê vekin

Her wiha Ozînver anî ziman ku di nav mehekê de xwegihandiye bi dehan jinan, diçe malên jinên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Car hebû li kafe û kuçeyan min serlêdan werdigirtin. A rast dizanim li ev rewş li Wanê rewşeke bi rîsk e. Li Wanê jî her cure tundî heye. Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin çi hewce be ez ê bikim. Ji bo vê jî em ê careke din komeleyekê ava bikin.” WAN

Dikarî Biecibînî