Rojava çima şoreşa jinê ye? (1)

Ji Arînan heta Silavan, ji Avestayan heta Amarayan û heta Hevrînan, li Rojava agirê şoreşê ev 8 sal in li seranserê cîhanê hêzê dide hemû jinan

Jinan şoreş kêlî bi kêlî bi keda destên xwe honandin

Jinên ku ala berxwedanê ji xwişkên Mirabel girtin, li çar aliyê cîhanê cihên xwe yên qada berxwedanê çêkirin. Di vê dosyaya xwe de, em ê ji bo jinên Rojava ku bi parastina xwe ya cewherî ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêz, em ê berxwedana wan ronî bikin.

Jinên kurd, ereb, ermenî, asûrî, çerkez, suryanî û tirkmen ên di bin zextên rejîma Baasê de heta 2012’yan li dijî rejîmê bingeha têkoşînekê nedîtin. Jinên kurd ji bo ev pergal bê hilweşandin pêşengî kirin.

Jin cara yekemîn xwe bi Yekitiya Star re birêxistin kirin

Jinên kurd li Sûriyeyê piştî salên 2000’an hêdî hêdî xwe birêxistin kirin. Jinên kurd di sala 2005′ an de, bi navê ‘Yekitiya Star’ bi awayekî fermî hatin gel hev. Bi dirûşma ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ di nav damezrênerên destpêka Yekitiya Star de, Îlham Ehmed jî cîh digirt. Yekitiya Star, bi rêxistinkirina jinên Sûriyeyê yên ereb, suryanî, tirkmen, ermenî re rolek girîng lîst. Jinan paradîgma û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas girtin û derketin rê û di demek kin de xwe gihandin gelek jinan. Jinan bi avakirina komînên biçûk, rêxistina xwe mezin kirin. Heta sala 2016′ an xebatên xwe di bin sîwana Yekitiya Star de dimeşandin.

Bi jinên rêxistinkirî re gav bi gav ber bi şoreşê ve

Bi şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, jinan pêşengiya şoreşa Rojava kirin, êdî di derheqê jiyana xwe de bûn xwedî maf. Jinên ku bi tecrube û zanyariya xwe ji bo şoreşê derketin rê, cara yekem di sala 2011′ an de Yekitiya Star bi ava kirina Mala Jinê re beşdarî pêvajoyê bû. Jinan ev malên jinê wek stargeh û wek cihên çareseriyê didîtin û xwedî lê derketin. Bi sedan jin destên xwe ji saziyên hikûmetê vekişandin, êdî li benda çareseriya dadgehên dewletê namînin û pirsgirêkên xwe di Malên Jinê de çareser dikin. Niha Mala Jinê di bin sîwana Kongreya Star de xebatên xwe yên herêmê bê navber berdewam dike. Jinan di xebatên avakirina xweseriya demokratîk de jî cihê xwe girtin. Jinan di gelek bajaran de, asayîş, meclisên gel, kooperatîf, weqfên jinan, komînên jinan rêxistinên jinan, dadgeh, malên gel, malên çand û huner, malên ciwanan, wezaretên jinan û wek akademiyên jinan de çûn sazûmaniyê. Ev saziyên ku gelê ermenî, asurî, ereb û suryanî jî tê de cîh girtin gav bi gav xebatê avakirinê destpê kirin.

Jin bi YPJ’ê re di qada leşkerî de ne

Di 4’ê Nîsana 2013’yan de bi avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re bi awayek fermî tevlibûna wan di qada leşkerî de ji raya giştî ya cîhanê re hat ragihandin. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di wan rojên ku agirê şoreşê pê diket di serî de jinên cîhanê, raya giştî ya navneteweyî, li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ku bi pêşengtiya jinên kurd ve hatiye kirin bala hemû cîhanê kişand. Ji bo şervanên YPJ’ê ku li dijî DAIŞ’ê serfiraziyek pir mezin bi dest xistine, di asta cîhanî de jî enternasyonalîstan piştgiriyek pir mezin dan. Ji gelek welatan rojnameger, çalakvan û ekolojîstan berê xwe dan şoreşa Rojava. Di nava YPJ’ê de cara yekemîn tabura jinên ereb hat avakirin û jinên ereb jî di nav şer de cihê xwe girtin.

Zagonên jinê ketin meriyete

Di sala 2014′ an de, piştî bangewaziya Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk zagonên jinan ket dewrê. Li aliyekî berxwedana li dijî DAIŞ’ê berdewam dikir, li aliyê din jî pêkanîna Zagonên Jinan di raya giştî ya cîhanê de bandorek mezin derxist holê. Bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî mîna civakên din, ew jî ji hêla hişmendiya mêrê serdest ve hatiye çêkirin. Jin tune dihatin hesibandin. Di temenekî biçûk de dihatin zewicandin, ji aliyê mêran ve pir zewacî, berdêl û hwd. hebûn. Gelek rêbazên kevneşopî pêk dihatin. Zagonên jinan ji bo pêşiya van tiştan bigire hatine derxistin. Jin li kêleka serfiraziyê leşkerî di qadê civakî de jî gelek serfirazî bi dest xistine û ji guhertina hişmendiyê re pêşengtî kirine.

Jinan bi Kongreya Star re qada azadiyê berfireh kirin

Yekitiya Star, civakî, qanûnî û bi pergala xwe ya jinan aborî bi rêxistin kiriye. Di sala 2016′ an de jî, bi lidarxistina kongreyê xwe hîn berfirehtir kir û wek Kongreya Star biryara berdewamiya rêya xwe da. Kongreya Star di hemû warên jiyanê de, ji siyasetê heta dîplomasiyê, ji çandê heta perwerdeyê di gelek qadan de rêxistina xwe mezin kirin. Di warê siyasî, sîvîl û leşkeri de di her saziyê de pergala hevserokatiyê esas hat girtin û ket jiyanê.

Jin deverên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar dikin, meclisan saz dikin

Wekî encamek karên hevbeş ên bi jinên ereb, asûrî û ermeniyan re pêk hatine, jinên kurd di warê siyasî de destpêkê wek însiyatîfa Jinên Sûriyeyî xwe bi rêxistin kirin. Cihên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de, bi berxwedana YPJ û YPG’ê re, bi dor Minbic, Reqqa,Tebqa û Dêrazor hat rizgarkirin. Li van qadan jî jinan xwe wek meclisan bi rêxistin kirin. Meclisa Jinan a Reqqayê, Meclisa jinan a Tebqayê, Meclisa Jinan a Minbicê û Meclisa Jinan a Dêrazorê her kesî li bajar û kantonên xwe dest bi xebatan kirin. Jinên ku 4 salan di bin destê DAIŞ’ê de man û ji nasnameya wan hatin dûrxistin, piştî bajarê wan hat rizgarkirin bi dilxwaziyek pir mezin beşdarî kar bûn. Jinên kurd, ereb, suryanî, çerkez, tirkmen û ermenî ku xebatên xwe berfireh kirin, destpêkê ji bo tevahiya Sûriyeyê Meclisa Jinên Sûriyeyê ava kirin. Piştre jî di 14’ê hezîrana 2019′ an de jinan bi beşdarbûnek berfireh kongreya xwe li dar xistin, avakirina Meclisa Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin. Daxuyaniya meclisê ji bo hemû jinan kelecanek mezin da avakirin.  

Di qada dîplomasiyê de jin bûn pêşeng

Jinên ku li Rojava di nava siyasetê de cihê xwe girtin di warê dîplomasiyê de derketin pêş. Seroka Lijneya Birêvebirinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di serî de Amerîka bi gelek welatan di warê dîplomasiyê de xebat da meşandin. Di qada araneya navneteweyî de kurd temsîl kir. Îlham Ehmed beşdarê Meclisa Nûneran a DYA’yê bû û li vir êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û binpêkirina mafan ragihand.

Peyama êrîşa li ser laşê jinan aşkera ye

Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2012’yan û vir ve di pêvajoya vê şoraşê de jinan bi keda xwe gelek bedelên giran dan. Di dema êrîşên DAIŞ’ê de gelek şervanên YPJ’ê piştî ku hatin qetilkirin laşê wan hat teşhîrkirin û rastî tundiyê hatin. Di êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ku di sala 2018′ an de li ser Efrînê Barîn Kobanê, îsal jî di êrîşên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê de Amara Rênas piştî ku hatin qetil kirin, îşkence li wan hat kirin û laşê wan hat teşhîrkirin. Dîsa komên piştgiriya Tirkiyeyê, 12’yê cotmeha 2019’an Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi îşkenceyê qetil kirin. Piştre jî dîmenên wê di medya civakî de parve kirin. Ev pêkanînên hişê mêr, xwestin ku peyamekê bidin jinên bakur û rojhilatê Sûrîyeyê yên li ber xwe didin. Lê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hemberî vê hişmendiyê di sala 2014′ an de Arîn Mîrkan li Efrînê jî di sala 2018 an de Avesta Xabur bedenên xwe kirin mertal, ew li dijî hêza mêr-dewletê, wan helwestek xurt û diyarker a jinan temsîl dikir. Jinên ku ji bo şoreşê jiyana xwe feda kirine, bi biryardarî çiraya berxwedanê ji jinên cîhanê re di her fersendê de ji nû ve geş dike.

Çavkanî: JINNEWS

Dikarî Biecibînî