Jin li dijî tundî û dagirkeriyê daketin qadan

Jinên Kobanê û Hesekê ji bo 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin’ daketin qadan û tundî û dagirkeriyê şermezar kirin

Jinên li Kobanê û Hesekê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî tundiya li ser Jinan bi dirûşma ‘Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin’ daketin qadan û 25’ê Mijdarê bi meşekê girseyî pêşwazî kirin.

Bi dirûşma ‘Dagirkerî tundî ye! Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşizmê têk bibin’ bi sedan jinên Kobanê û gundewarên wê ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşeke girseyî lidar xistin û mêran jî piştgirî dan meşa jinan. Di meşê de wêneyên jinên ku rastî tundiyê hatine û şehîdên berxwedana rûmetê, pankartên bi nivîsa ‘li hemberî tundiya li dijî jinan û dagirkeriyê li ber xwe bidin’, ‘Dagirkerî tundî ye’ ,’Tundiya herî mezin şer e’ û ‘Na ji dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê re’ hatin hildan.

Gel li Qada Jina Azad kom bûn û paşê ber bi Qada Aştiyê ve herikîn û li qada Ş. Egît meş rawestiya. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin.

Paşê li ser navê Komîteya Edaletê ya Kantona Kobanê Nesra Xelîl û li ser navê jinên pêkhateyên ereb Leyla Elî destnîşan kirin ku dagirkerî tundî ye û wiha gotin: “Em di serî de jinên ku li dijî tundiyê li ber xwe dane weke her sê Xwişkên Mîrabel û siyasetmedar Hevrîn Xelef, Amara û yadê Eqîde Osman bi bîr tînin. Banga me ji jinan hemûyan re heye ku li hemberî hişmendiya mêrê serdest û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em ê bi yek hêzê li dijî tundiyê têkoşîn bikin da ku jiyaneke azad bijîn.”

Meş bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Li Hesekê jinan dirûşmên berxwedanê berz kirin

Bi dirûşma ‘Dagirkerî tundî ye! Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin, Ax axa me ye erka me parastina wê ye’ Kongreya Star, Yekitiya Jinên Sûriyan, Weqfa Jina Azad û bi tevlibûna hemû sazî û dezgehên jinan bi boneya 25’ Mijdarê li Hesekê meşek girseyî lidar xistin. Meş li çarxereya Sînaloko dest pê kir û li çarxereya Şehîd Avesta veguherî mitîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Erebo teqez kir ku pergala desthilatdar a kapîtalîst ji bo ku zihniyeta netewdewletê li ser pêyan bihêle hemû cureyên tundiyê pêk tîne û ev tişt anî ziman: “Tundiya ku li ser jinan tê meşandin li ser civakê ye, di kesayeta jinan de dixwazin civakê bikin koleyê xwe, zihniyeta baviksalarî ya ku bi hezar salane hatiye rûniştandin ji bo berjewendiyê xwe jinan dike hedef. Di roja me ya îro de êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike, di van êrîşan de îradeya jinan kirin hedef, jin di şoreşa Rojava de li hember hemû cureyên tundiyê serî hilda û ji bo rûniştanidina sîstema netewa demokratîk bû pêşeng, lewma îro bi rêbazên hovane êrîş dikin, dagirkerî, qetilkirin, lêdan û koçberî pêk tînin. Em wekî rêxistina Jin a Kongreya Star soza bilindikirina têkoşînê didin û li hember hemû cureyên tundiyê em ê bisekinin.”

Endama Yektiya Jinên Suryan Meryem Melekî jî teqez kir ku bi yekitiya jinan dê hemû cureyên tundiyê were sekinandin û jiyanek azad were afirandin û wiha got: “Jin di roja me ya îro de li hember koletiyê serî hildide. Li hember dagirkeriyê şer dike û ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev şehîd dibe. Bi berxwedan û pêşengtiya jinên têkoşer mîna Hevrîn, Amara û dayika Eqîde em ê xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

Her wiha çalakî bi dirûşmên ‘Dagirkerî tundî ye’, ‘Em ê xaka xwe ji dagirkeriyê biparêzin’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû. KOBANÊ/HESEKÊ

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî