Projeyeke pîroz

Jinwar gundekî awarte ye ku di nava şert û mercên şer de ava bû. Yek ji rayedaran dibêje ‘Projeyeke pîroz e’. Mîna destketiyên şoreşa Rojava hemû Jinwar jî di nava metirsiya gefên dewleta tirk de ye.

Destpêka meha cotmehê bû. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî kurdên li Rojava hîn dest pê nekiribûn. Li vê xaka berhemdar hewa hîn germ bû. Rêveberek jin digot, “Germahiya hewayê digihêje heta 45 pileyî.” Destnîşan dikir ku ev yek ji bo sûdwergirtina ji enerjiya rojê rewşeke baş e.

Li gundekî awarte bifikirin. Ne li qiraxa çemekî, ne li navenda çiyayan, ne li deşteke daristanî. Ne li qiraxa deryayê yan jî ne li giravekê. Li navenda herêmekê ku bi şer hatiye hilweşandin.

Niha jî li wê yekê bifikirin ku ev gundê di nava şer û gefa tinekirinê de dişibe çi. Gelo gundeke ku xwe bi xwe bi rê ve dibe? Belê, dibe. Li gel hovîtiya şer jî gundeke ku aram û aştiyane ye? Belê, çima nebe. Lê belê ev hemû têrê nake ku orjînaliya vî gundî bê vegotin. Em qala gundekî jinan dikin. Gundekî ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirin, tê birêvebirin û tê parastin. Şêniyên gund xaniyan ava dikin, daran diçînin, zebzeyan diçînin, tirî kom dikin, heywanan xwedî dikin.

Gundekî ekolojîk

Gund li qadeke ziwa bi rengê ekolojîk hatiye avakirin. Li gund hin xanî mîna kûbbeyê ji kerpîçê hatine avakirin. Endama Komîteya Jinwar ku di bin sîwana Akademiya Jineolojiyê de ye Rûmet Heval dibêje: “Ev xanî hem ji bo sermayê hem jî ji bo germayê bêhempa ne. Havînê sar e, zivistanê germe.”

Li baxçeyên gund û qadên hilberîna kolektîf firingî, îsot, kundir, xiyar, bamya, bacan, patat, faûlye, zeytûn, petêx û ispanak tên çandin. Her wiha mişmiş, hinar, genim, nîsk, nok jî tên çandin. Her tiştên li vê deverê ekolojîk in. Dixwazin aboriyeke serbixwe ava bikin. Parvekirin bingeha vî gundî ye.

Di hevpeymana şêniyên gundê Jinwar de tê gotin ku gund gihayê ‘hermel’ sembolîze dike. Gihayê Hermel nîşaneya berhemdariyê ye, dûrxistina enerjiya neyînî ye û teqwîma jinê temsîl dike.

Ji rayedaran Nîmet Heval dibêje: “Gund li nêzî zeviyê çandiniyê, li qadeke ziwa ji tinebûnê hate avakirin û dar lê hate çandin. Bi baxçeyên xwe bû mîna bihiştê.”

Gundê Jinwar li rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Hesekê ye. Projeya vî gundî di dawiya sala 2016’an de hate amadekirin, lê belê di 10’ê adara 2017’an de dest bi avakirina wê hate kirin. Gund di heman demê de navneteweyî ye, ji ber ku jinên êzidî, xiristiyan, misilman, kurd, ereb û neteweyên cuda hene.

Hevpeymana civakî ya jinan

Li gorî hevpeymana civakî gund ji 30 xanî, dibistanek, akademiyek, navendeke tenduristiyê, mutbexeke komunal, qadeke lîstikê ji bo zarokan, dikanek, stargeheke heywanan, du hawiz, depoyek û baxçeyekî ji 1400 daran pêk tê.

Rûmet Heval dibêje: “Heta niha 28 jinan serlêdan kirin û hatin gund. Bi sedan jin tevlî nîqaşên li vê deverê bûn. Her wiha 18 jin jî lê bi cih bûn. Li gund 40 zarok tevî dayikên xwe hene. Ji wan 28 li Jinwar dixwînin.”

Li gorî berpirsyara jin, gundê Jinwar modeleke jiyanê ya hevpar û demokratîke. Rûmet Heval anî ziman ku li gelek deverên dinyayê ew li qadên bi navê ‘gundê jinan’ rast hatine, lê belê mîna Jinwar nînin û got, “Qadeke jiyanê ye, sîstema jiyana xwe ava kiriye, xwe dispêre aboriya ekolojîk û ji her neteweyê jin lê hene, lewma bêhempa ye.”

Bêguman destketî bi rengekî tesadûfî neafirînin, bi hêsanî bi dest neketin. Di nava şer, gef û herêmeke mûxafazakar de avakirina gundekî jinan karekî hêsan nîne. Rûmet Heval dibêje: “Ne tenê jin, her wiha mêr bi xwe jî ji bo nêrînê der barê çareseriya pirsgirêkên jinan werbigirin tên Jinwar, tevlî nîqaşan bûn û perspektîf wergirtin.”

Ji bo jiyana li gundê Jinwar pêwîstî bi pêvajoyeke hînbûnê heye. Jinên tên piştî ku jiyana li gund dimînin biryarê werdigirin ku bimînin an nemînin. Rûmet Heval qala vê pêvajoyê dike: “Ji bo jin û zarokên tên gundê Jinwar dema hînbûnê meheke. Di nava mehekê de nîqaşan dikin, tevlî sohbetan dibin û nîqaş dikin ku bimînin û namînin. Piştî mehekê dema ku jinan nexwestin bimînin hingî diçin. Bi taybetî dixwazim destnîşan bikim ku kes venegeriya.”

Meclisên jinan

Di pêvajoya hînbûn û ahengiyê de jin du mehan carekê tevlî meclîsên gund dibin ku ji bo bi hev bişêwirin û pîvanên jiyana li Jinwar plan bikin li hev kom dibin. Meclis her meh bi rengekî dorveger berdevkên xwe diyar dike. Sîstema parastin û ewlekariya gund jî ji aliyê meclîsê ve tê avakirin. Bêguman karê meclîsê ne tenê ewlekarî ye. Beriya her tiştî zarokan û sîstema perwerdeyê dişopîne. Rûmet Heval dibêje: “Li dibistanê perwedeya bi kurdî û erebî ji bo zarokan hene. Lê belê ji ber ku zarokên ji neteweyên cuda hene zimanên din jî li sîstema perwerdeyê dikarin bên bicihkirin.”

Gundê jinan ku tevî şer, zehmetî û gefan bûye modelek, bi êrîşên dagirkeriyê yên di 9’ê cotmehê de destpêkirin kete nava metirsiya gefxwarinê. Gund tevî êrîş û zehmetiyan jî li ser piyan e.

Çavkanî: Maxime Azadi / ANF

Dikarî Biecibînî