Bi laçikên xwe yên spî bûn nîşaneya berxwedanê

Dayikên kurd her tim li qadan pêşengiya civakê kirin û li kolanan li pêy heqîqet û azadiyê bûn. Makbûle Akyuz jî wekî dayikên din bi laçika xwe ya spî bû nîşaneya berxwedanê

Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Girtiyan û Dayikên Laçikspî, kirdeya têkoşîn û berxwedanê ne. Di her çalakiyan de bûn pêşengên civakê. Ji bo pêşeroja zarok û civakê her tim li dijî zext û zordariyê li ber xwe dan. Di grevên birçibûnê de, ji bo daxwazên girtiyan bûn pêşeng û bûn dengê girtiyan. Her wiha di 19’ê tebaxê de dema qeyûm tayînê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin, çalakiyên rûniştinê hatin destpêkirin. Di çalakiyên rûniştinê de jî dayik li pêş cih xwe girtin. Yek jî wan dayikan, dayika Makbûle Akyuz e. Dayika Makbûle di nav hemû çalakiyan de cih girt û li gel hevalên xwe li ber xwe da.

Dayika Makbûle 59 salî ye û li gundê Xenasa navçeya Çinara Amedê dijî û dayika 8 zarokan e. Jiyana wê her tim li gund derbas bûye. Dayikê di axaftina xwe de bal kişand ser salên 93’yan û wiha qal kir: “Di salên 93’yan de wekî her cihên herêmê gundê me Xanikê jî bi heman gefan re rûbirû man. Her tim zilm dihat kirin. Lê gundî tu carî serî netewand û li hemberî zilm û zordariyê li ber xwe da.”

Jiyana malbatê guherî…

Jiyana ku heta salên 93’yan li gorî civaka heyî dom dikir, piştî salên 93’yan veguherî berxwedanê. Zarokên malbatan jî êdî ji zilm û zordariyê para xwe girtibûn û ne dixwestin bi vî rengî bijîn. Malbata dayika Makbûle jî bi bandor bû û dayikê wiha bal kişand ser guherîna malbata xwe: “Min zarokên xwe di nav zehmetiyan de mezin kir. Kurê min Delîl Akyuz di 18’ê nîsana 2016’an de dema 24 salî bû û bi birîndarî ket destê leşkeran. Lê piştre jiyana xwe ji dest da. Kurek min jî li dijî wê yekî tev li têkoşîna azadiyê bû û êdî bêtir jiyana me guherî.”

 

‘Her aliyê me bûye wekî zindan’

Zarokên dayikê yên din ji ber rewşa malbatê, çend zanîngeh qedandin jî negirtin ser kar. Jiyana malbata dayika Makbûle her tim bi girtin û binçavkirinan derbas bû. Dayikê diyar kir ku wekî bi hezaran dayikên kurd êş dikişîne û wiha dom kir: “Jiyana min jî wekî dayikên din di nav kul û derdan derbas bû. Zarokên me tên girtin û kuştin. Her aliyê me bûye wekî zindan. Em hemû kurd bi dil êş û bi keder in.”

Li kolanan lêgerîna maf û azadiyê

Dayika Makbûle ligel ev qas tiştan baweriya xwe ji têkoşîna azadî û mafan qut nekir. Lêgerîna wê ya azadî û mafan li kolanan pêş ket. Wekî Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Girtiyan û Dayikên Laçikspî, hêrs û kulên dilên xwe veguherand berxwedanê. Dayikê wiha bal kişand ser berxwedana xwe: “Ji bo min li malê rûniştin bê watê bû. Divê min serî rakirana, , li gel hevalên xwe têkoşîna aştî û azadiyê bida meşandin. Sedema tevlibûna min a çalakiyan ev bû. Ez tu carî baweriya xwe ya têkoşînê qut nakim.”

Bûn dengê girtiyên ku di grevê de

Dayika Makbûl, bi Dayikên Lacikspî re ji bo bibin dengê girtiyên ku di greva birçûbûn û rojiya mirinê de ne li qadan cih xwe girt. Dayikan di vê deme li Koşuyoluya navçeya Rêzana Amedê li gel dorpêç û zextên polîsan daxwazên girtiyan dianîn ziman. Dayikê wiha qala wan rojan kir: “Me di meha Remezanê de jî çalakiya xwe didomand. Em bi zext û zordariyê re rûbirû man. Me xwest em bibin dengê girtiyên ku di greva birçîbûnê de bûn. Em li Koşuyoluyê kom dibûn û çalakiya xwe pêk dianî.”

Dayik bûn nîşaneya berxwedanê

Dayikê li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê tev li çalakiyên rûniştinê dibû. Her roj li gund dihat û li ber germahiyê ligel dorpêç û zextên polîsan tev li çalakiyê dibû. Têkildarî mijarê dayika Makbûle ev tişt got: “Em her roj li qadan bûn. Her roj bi awayeke cuda êrîşê li me dikirin. Siyasetmedarên me hatin girtin, qeyûm tayînê vîna gelê kurd kirin. Wêrektiya pergalê nîne û tenê dixwazin bi tehdît û diziyan xwe li ser pêyan bihêlin. Lê em jî tu carî dev jî çalakiyên xwe û berxwedana xwe bernadin.”

Her wiha dayika Makbûle Akyuz wekî bi hezaran dayikên kurd bi laçika xwe ya spî bû nîşaneya berxwedanê. Çavkanî: JINNEWS / Medya Uren – AMED

Dikarî Biecibînî