Koçberî yek ji rengê mirineke bêdeng, lal û kûr e

Koçberî cîhaneke pir mezin e, tijî êş û azar in, gelê me yê Rojava di nava vê cîhanê de dijîn ku di her kêliya jiyana xwe de têkoşîna jiyanê didin û dixwazin ji vê cîhanê bar bikin û vegerin hembêza welatê xwe yê ku bi rihetî dikarin tê de razên, bilîzin, bixebitin û jiyanê xweş û geş bikin. Tu gotin nikare êşa koçberiyê rave bike, dikare hîs bike lê di vegotina wê de dest û ling tên zincîrkirin, ji çavên bi hêvî rondik tên barandin, ziman lal û pûç dibe, sîmayên rûyê mirovan diçilmisin û mirov bê hêz dibe ji nişkave be, êşa koçberiyê ne hêsan e, mirov bi tî û birçîbûn, tazîbûn û pêxwasbûnê re ya girîng bê war dimîne û pê re rû bi rû dimînin.

Kêliyên herî giran di jiyana mirovan de windakirina ax û welatê xwe ya din jî windakirina parçeyên kezeba xwe û ya herî girîng jî terkirina mala xwe bi dilekî xemgîn e. Koçberî zaroktiya zarokan didize, lîstokên wan sêwî dimînin, dibistan û kolanên lê dilîstin ku niha bêdeng in bêriya qerebalixa wan dikin, dengê zarokan mîna çûkên biharê ne, mîna tîrêjên rojê ne, kenê li ser lêvên wan ên terikî û ling û destên wan ên qelişî hêviya jiyanê di dilê mirovan de zindî dikin. Ev ne tenê zarok in kevokên azadiyê û aştiyê ne. Zarokên welatê me ji zaroktiya xwe bêpar man, ji zanînê hatin mehrûmkirin, zarokên Rojava ji temenê xwe mezintir xuya dikin ji ber ku bûn şahidên bûyerên ku dil jî tehmûl nake û ranake. Koçberî dilê mirovan disojîne.

Barê herî giran ê jiyanê li ser milê dayikan e, keda dayikan nayê gotin tê dîtin û hîskirin. Dayik bi eşq û hezkirin jiyanê tevî zehmetiyên wê pêşwazî dike û têkoşînê dike ku nebîne zarokek wê sar e, germ e, qerisiye yan jî nexweş e, diêşê, tî ye yan jî birçî ye. Bi zarokan ducanî dibe heta ku mezin dike jî li wan miqate ye ku neynûkek wan neêşe û li kevirekî nekeve. Dayik sedema xweşiya jiyanê, geşbûn û zindîbûna dilê zarokan û rûkeniya li ser lêvên keç û xortan e. Dengê dayikê giyanê mirovan rihet dike û aramiyê serwer dike. Dayik hemû jiyana mirovan dixemilîne û wateyê dide wê. Deng û kenê dayikê rengdayîn û watedayîna jiyana xembar e. Dayik ji bo zarokên xwe dikare canê xwe jî feda bike tenê da ku aciz nebin û heman demê de zarok hêvî, siberoj, aştî û aramiyê, hebûn û tunebûna xwe di kesayeta dayika xwe de dibîninin.

Dayik barê zarokan, mal û rêvebirina wê û civakê digire ser milê xwe û ji bo wê jî dikare 24 saetan bixebite û têbikoşe.

Di kêliyê koçberiyê de dayik herî zêde li ser parçeyên kezeba xwe zarokên xwe ditirse û berê wan dide herêmeke aram dûrî şer û pevçûnên ku nizane di kîjan kêliyê de derbê were li zarokên wê kevin û mirin wan ji wê bidize û bibe jor cem xwedayê dilovan. Di vî şerî de zarok tî û birçî man li erdê razan, ev tenê dilê dayikê di rojê de dike hezar parçe û parçe, ruxmî wê jî dayik bi rûkenî û dilgermiya xwe nahêle zarok vê yekê hîs bikin û pê biêşin ango xemgîniyê di çav,gotin û tevgera wan de bibîne. Niha dayikên ku li dibistanan koçber bûn e û lê bicih dibin bi hêviya vegera malên xwe ne, bi wê hêviyê têdikoşin û bi îsrar in ku vegerin welatê xwe yê bi xwêdana eniya xwe avakirin û rêvebirine.

Êşa koçberiyê û zehmetiyên wê nayên şîrovekirin tên hîskirin, rûkenî, dilgermî û lîstokên zarokan ku niha bûye şer û veger wê mizgîniyê dide mirovan ku vegera welat nêz dibe. Dîsa kolanên ku sêwî man wê bi deng û qêrîna wan deng bide û kolan bi kolan zindî bibe, baxçe bi hatina dayikan wê dîsa şîn bibin. Wê asîman bi hatina xwediyên wê axê tîrêjên azadiyê bide. Roja vegera gelê Serêkaniyê û tevahî koçber wê rojeke nû û azad be. Roja vegerê roja azadiyê û serfiraziyê ye, roja serkeftina hêviyê li dijî tarîtiyê û dagirkeriyê ye.  Çavkanî: JINNEWS / Sorgul Şêxo

Dikarî Biecibînî