‘Jinên kurd ji hemû jinên cîhanê re bû mînak’

Jinên ku tev li pêşengeha rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê bûne, derbarê beşdarbûna xwe ya ji bo pêşangehê de axivîn û diyar kirin ku jinên kurd ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak

Bi pêşengtiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê di çarçoveya rêzeçalakiya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinan de pêşengeheke wêneyan bi dirûşma ‘Îredeya me ji tundiyê bi hêztir e, destê li hember zilmê rakin’ hat lidarxistin. Pêşengeha ku bi tevlibûna bi dehan jinan pêk hat, di roja xwe ya duyem de bi dawî bû. Di pêşengihê de wêneyên tundiya li ser jinê û zarokên hatin pêşkêşkirin. Wêne bi destê şêwekarên jin hatibûn xêzkirin. Jinên beşdarvan ên ku tev li pêşengihê bûn derbarê beşdarbûna xwe de nêrînên xwe anîn ziman.

Jina bi navê Roşîn Bîro diyar kir ku tundiya li ser jinan bi awayekî rojane tê kirin û wiha got: “Em hewl didin bi îradeya jina azad vê tundiyê li ser tevahî jinan rakin, da ku em di nava civaka xwe de azad bijîn. Ev pêvajoyeka em tê de derbas dibin pir hesas û girîng e. Divê jin roleke baş bilîze. Jinên Rojava bi îradeya azad li hember hêzên herî xeter sekinîn û wan têk birin. Jina kurd mînaka şoreşên tevahî cîhanê ye.”

Têkoşîna jinan berdewam e

Rojîn Bîro bal kişand ser têkoşîna jinan û ev tişt anî ziman: “Jin her tim rastî êrîş û tundiyê  tê, lê jina kurd  xwe teslîm nekir û têkoşîna xwe berdewam dike. Ev pêşangeh wêneyên jinên ku êş kişandine diyar dike û di her wêneyekî de mirov, êşa jinê hîs dike. Bi rêya wêneyan, em êşa jinê ji jiyanê re parve dikin. Divê civaka me azad bibe.”

‘Divê jin mafê xwe bi dest bixin’

Jina bi navê Emîne Bêrem jî ev tişt anî ziman: “Dema mirov van wêneyan temaşe dike bi êşa jinê hîs dike,  jin her tim dibe qurbaniya êrîş û hişmendiya desthilatdaran. Jin gelek caran tên qetilkirin û tecawizkirin. Çawa mêr bi mafê xwe dijî, gerek jin jî bi mafê xwe di nava civakê de bijî.” HELEB

Dikarî Biecibînî