Giliyên jinan ên li dijî tundiyê sedî 100 zêde bûye

Bîlançoya giliyên tundiya li nav sînorê parêzgeha Silêmaniyê îsal sedî 100 zêdetir bûye. Parêzer û Berpirsa Rêxistina Xelk Behar Munzir jî diyar kir ku bîlançoya tundiyê ji daneyên ku têne aşkerakirin gelek zêdetir in

Li gorî daneyên Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê, îsal di nava 10 mehan de li nav sînorê parêzgeha Silêmaniyeyê 2 hezar 558 jinan li Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan gilî tomar kirine.

Li gor 10 mehên sala 2018’an giliyê jinan îsal ji sedî sed zêde bûye. Di sala 2018’an de di nava 10 mehan de hezar jinan gilî tomar kiribûn.

Her wiha di nava 10 mehên destpêkê yên îsal de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 121 bûyerên tundiyê li ser jinan hatine tomarkirin. Ev bûyer jî wiha ne: “10 bûyerên kuştinê, 16 bûyerên xwe kuştinê, 21 bûyerên xwe şewitandinê, 38 bûyerên şewatê bi behaneyên cûda û 36 bûyerên destdirêjiya zayendî.”

Lê di 10 mehên destpêkê yên sala 2018’an de 105 bûyerên tundiyê hatibûn tomarkirin û ev bûyer jî wiha bûn; 10 bûyerên kuştinê, 10 bûyerên xwe kuştinê, 29 bûyerên şewatê, 18 bûyerên xwe şewitandinê û 38 bûyerên destdirêjiya zayendî.

Ev amar nîşan didin ku ji bilî gilî cûrên din ên tundiya li ser jinan li parêzgeha Silêmaniyê zêde bûne.

Jin ji aliyê tundiyê ve hişyar bûne

Parêzer û Berpirsa Rêxistina Xelk a ji bo Pêşxistinê Behar Munzir diyar kir ku rêjeya tundiyê gelek ji ya aşkera dibe zêdetir e û wiha got: “Ji ber ku hişmendiya baviksalarî di civaka me de gelek serdeste û desthilata kurdî jî di nava 28 salên derbasbûyî de tu girîngiyek bi vê mijarê nedaye. Mijara jinan nebûye mijara civakê, gelek dijbertiya wê tê kirin û tu piştgiriya wê nayê kirin.”

Munzir destnîşan kir ku sedema zêdebûna giliyên jinan ew e ku jin hişyar bûne, dema tundî li ser wan pêk tê giliyên xwe tomar dikin.

Tenê tomarkirina giliyan kêm e

Di dewama axaftina xwe de Munzir da zanîn ku tenê gilî tomarkirin kêm e ya girîng ew e ku were zanîn dê çawa kar bikin û lêkolîna xwe çawa berdewam bikin. Bihar Munzir rexne li dadgehan jî kir û ev tişt anî ziman: “Gelek caran ji ber eşîrtî, lihevkirina eşîrtî û destwerdanên hizbayetî, gelek caran dadgeh bêyî sedemek yasayî kujerên jinan serbest berdidin.”

Zedetir 220 navend, meclis, rêveberî û rêxistinên taybet ji bo parastina mafên jinan ên hikûmî û ne hikûmî li Herêma Kurdistanê hene. Munzir li ser rola van rêxistinan jî ev tişt diyar kir: “Dibe di tomarê de gelek bin, lê jimara van rêxistinên ku li ser vê mijarê kar dikin kêm in.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî