‘Bi Komkujiya Parîsê re xwestin çavê jinên têkoşer bitirsînin’

Parlamentera HDP’ê Remziya Tosun di 7’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de her sê jinên siyasetmedar ên kurd bi rêz darî bi bîr anî. Tosun da zanîn ku bi vê komkujiyê xwestin çavê jinên têkoşer bitirsînin. Tosun diyar kir ku dê têkoşîna xwe ji bo azadiya jinê bidomînin û ji kujer û berpirsyarên vê komkujiyê jî hesabê bipirsin

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun di 7’emîn salvegera qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên kurd li li paytexta Fransa Parîsê, ji ANF’ê bi Zeynep Kuray re axivî.

Remziye Tosun diyar kir ku bi Komkujiya Parîsê re êrîşî hemû jinan hatiye kirin û wiha got: “Ez vê komkujiyê şermezar dikim û bi rêzdarî bejna xwe li ber şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ditewînim. Polîtîkaya bêcezahiştinê li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe. Ev rewş bi giranî dibe sedema zêdebûna kuştina jinan. Piştî qetilkirina sê şoreşgeran, li Silopiyayê jî ku hatibû dorpêçkirin, siyasetmedarên BDP’î Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin qetilkirin.”

‘Xwestin bi qetilkirina jinan re çavên jinên têkoşer bitirsînin’

Di berdewamê de jî Tosun bal kişand ser qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku li Rojava ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatibû qetilkirin û wiha domand: “Nixumandina komkujiyan dibe sedem ku komkujiyên nû bên kirin. Çi li Parîsê, çi li Silopiyayê û çi jî li Rojava; jinên hatin qetilkirin hemû ew kes bûn ku pêşengî ji tevgera azadiya jinê re dikirin û israra azadiyê digihandin her derê. Lewma bi van qetilkirinan re xwestin çavê jinên têkoşer bitirsînin. Polîtîkayên dewletê ku dijminatiyê li jinan dikin, dibe sedema lawazkirin an jî kuştina jinan. Ji kuştina jinan heta krîmînalîzekirina sîstema hevserokatiyê ya bi desteserkirina şaredariyan, di bingeha her tiştî de ev polîtîka heye.”

‘Li pişt her bûyereke kuştina jinê, bûyereke din a kuştinê jinê heye’

Tosun anî ziman ku bi polîtîkaya bêcezahiştinê re ev pirsgirêk hatiye girankirin û wiha pê de çû: “Heta ku komkujî neyên ronîkirin û kiryarên aşkera neyên darizandin, dê jiyana jinan ne di ewlehiyê de nebe. Li pişt her bûyereke kuştina jinê, bûyereke din a kuştinê heye ku hatiye nixumandin û bêceza hatiye hiştin. Em dixwazin kujerên Sakîneyan, dayika Taybet, Ekîn Wan bên cezakirin. Ger kujerên Sakîne, Fîdan û Leylayan bihatana cezakirin, dê Sêvê, Hevrîn Xelef û yên mîna wan nehatibûna qetilkirin.”

‘Em ê hewldan û têkoşîna xwe bidomînin’

Herî dawî jî parlamenter Remziye Tosun ev tişt destnîşan kir: “Lewma Komkujiya Parîsê li dijî hemû jinan hatiye kirin. Heta ku bi dengekî bilind hesab ji kiryaran neyê pirsîn dê qirkirina jinê dewam bike. Ne 7 sal lê gelek salên din jî di ser re derbas bibin jî em ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî kiryarên komkujiyên jinan bernedin.  Bila vê yekê baş bizanin ku em neferên Sakîne û Sêvêyan e. Em ê hewldan û têkoşîna xwe bidomînin ku dengê jinan li siyasetê û her qadê bidin bihîstin. Çi dibe bila bibe em ê hesabê ji kiryaran bipirsin û heta ku hemû bên cezakirin em ê li pey vî karî bin. Divê jin hemû dest bidin hev û pêşî li kuştina jinan bigirin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî