Cansiz, Dogan û Şaylemez li gelek navendan hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, di 7’emîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Rojava bi merasîm û çalakiyên cuda hatin bibîranîn

Dewleta tirk di 9’ê çileya sala 2013’an de 9`ê Çileya 2013’an sê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransayê Parîsê di encama sûîqestê de qetil kirin. Bi boneya 7’emîn salvegera şehadeta her sê jinên siyasetmedar îro li bakur û rojavayê Kurdistanê li gelek navendan çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de:

AMED

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rezan a Amedê li avahiya xwe bernameyeke bîranînê li dar xist. Di bernameyê de parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Dêrsim Dag, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş û Mûsa Farisogullari û gelek welatî jî amade bûn. Cihê bîranê bi wêneyên her sê jinên têkoşer hatibûn xemilandin. Di merasîmê de hat gotin ku Komkujiya Parîsê li ber çavê hemû kesî hate kirin û bi vê komkujiyê xwestin têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê kurd bifetisînin. Di merasîmê de soza domandina têkoşîna Cansiz û hevrêyên wê hate dayîn. Piştî axaftinan jî sînevziyona ku qala jiyan û têkoşîna her sê jinan têkoşer dike hate pêşandan. Herî dawî jî beşdarên merasîmê derbasî Goristana Yenîkoyê bûn û gorên jinên hatine qetilkirin ziyaret kirin.

COLEMÊRG

Bi heman boneyê li HDP’a Gever a Colemêrgê jî merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de her sê jinên têkoşer hatin bibîranîn. Di bîranê de qala jiyan û têkoşîna her sê jinên kurd hate kirin. Piştre jî sînevîzyonek hate pêşkeşkirin.

MÊRDÎN

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê çalakiya bîranînê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê Pero Dûndar, Dayikên Aştiyê, endamên meclisê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û piştre jî merasîm bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

ANTALYA

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Antalyayê jî bi heman armencê li avahiya partiyê merasîma bîranînê li dar xist. Biranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de behsa têkoşîna azadiya jinê hate kirin. Di bîranînê de sînevîzyona der barê têkoşîn û jiyana her sê jinan de hatibû amadekirin hate pêşandan.

WAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta salvegera Komkujiya Parîsê, li avahiya HDP’ê merasîmekê bîranînê li dar xist. Di merasîmê de aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aşitiyê, rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyan wê amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku jiyana  her sê jinên siyasetmender vedibêje hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

GURGUM

Ji bo bîranîna Fîdan Dogan ku di Komkujiya Parîsê de hatibû qetilkirin, bi peşengiya HDP’ê li ser gora wê ya li gundê Hançiplak ê bajarokê Bariş a Nûrhak a Gurgumê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê yên navçe û bajarên Dîlok, Riha, Semsûr û Gurgumê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Beriya bîranînê polîsan goristan seyareyên zirxî dorpêç kir û ji beşdaran Îbrahîm Usta û Ahmet Taş ku pankart hilgirtibûn binçav kirin. Di merasîmê de Dogan û her sê jinên siyasetmedar hatin bibîranîn û soza domandina têkoşîna wan hate dayîn.

DÊRIK

Bi heman boneyê li gelek bajarên rojavayê Kurdistanê jî her sê jinên têkoşer bi meş û çalakiyan hatin bibîranîn. Yek ji van navendan jî Dêrik bû. Bi vê boneyê gelek welatiyên navçeyê li Qada Şehîdan a Dêrikê kom bûn û meş li dar xist. Di meşê de wêneyên her sê jinên têkoşer, Hevrîn Xelef, Dayika Eqîde û Amara Rênas û pankarta ‘Bi ruhê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin’ hatin vekirin. Meş li Qada Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger veguherî mîtîngê. Di axaftinên mîtîngê de her sê têkoşer hatin bibîranîn.

GIRKÊ LEGÊ

Her wiha bi sedan şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa jî bi heman boneyê daketin qadan. Welatiyên ku li Qada Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kirin, li navenda navçeyê meş veguherand mîtîngê. Di axaftinên mîtîngê de hat diyarkirin ku şehadeta her sê têkoşeran ji jinên berxwedêr re bû dîrok. Her wiha axaftvanan daxuyand ku jinên têkoşer bi îradeya xwe ya azad, azadî ji tevahî jinên cîhanê re ava kir. Beşdaran soza domandina têkoşîna her sê jinên şoreşger dan. Mitîng bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî bi heman boneyê, bi pêşengiya Kongreya Star meşek hat lidarxistin. Meş ji pêşiya noqteya tenduristiyê ya Til Hecerê dest pê kir û heta Qada Şehîd Agirî dom kir. Çalakvanan di meşê de wêneyên her sê têkoşeran û alên HSD, YPG, YPJ û Kongreya Star vekirin. Di çalakiyê de Komkujiya Parîsê hate şermezarkirin û hat destnîşankirin ku berxwedana jinan didome û dê kes nikare vîna wan bişikîne.

TIRBESPIYÊ

Bi heman boneyê bi sedan şêniyên Tirbespiyê jî meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên her sê têkoşeran, şehîd Hevrîn Xelef û dayika Eqîde hatin hildan. Her wiha pankarta ‘Bi ruhê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin’ hatin hildan. Çalakvanan da zanîn ku dewleta tirk bi zanebûn jinan hedef digire û hewl dide vîna jinên azad bişikîne. Beşdaran got ku dê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

QAMIŞLO

Yek ji bajarên ku merasîma bîranînê lê hat lidarxistin jî Qamişlo bû. Bi sedan şêniyên Qamişloyê daketin qadan û meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên her sê têkoşeran hatibû hildan. Meşvanan dirûşmên ‘Berxwedan jiyan e’ û ‘Mirin ji dagirkeriya tirk re’ berz kirin. Meş li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê. Piştî bîranîna şehîdan, endama Kongreya Star a bajarê Qamişlo Emel Şemdîn axivî û her sê jinên têkoşer bi bîr anîn.

Dikarî Biecibînî