Jinek li Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin

Jina bi navê Melîke Demîrok li semta Gazîler a Peyas a Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin

Jina bi navê Melîke Demîrok şevê din li semta Gazîler a navçeya Peyas a Amedê ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin. Piştî bûyerê hevjînê Demîrok reviya û hîn nehatiye girtin.

Bi qetil kirina Demîrok re cîranên wê bangî komên tendirustiyê kirin û Demîrok rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Demîrok li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîrok ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî.

Der barê kuştina Demîrok de lêpirsîn hate destpêkirin. AMED