Di bin navê zewacê de rewakirina tecawizê

Bertekên li dijî pakêta efûyê ku di bin navê zewacê de tecawizê rewa dike, didomin. Jinan diyar dikin ku desthilatdar bi vê rêyê tecawizê meşrû dike. Endama Platforma Jinan a Îzmîrê parêzer Gunselî Kaya jî diyar kir ku nîqaşa efûyê yek ji amûrên meşrûkirina modela civaka ku AKP dixwaze ava bike ye

Serokê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di 16’ê .ileyê de diyar kiribû ku di nav çend hefteyan de Duyemîn Pakêta Darazê ku weke “pakêta efûyê” tê zanîn û sererastkirinên mîna înfaz û nefaqeyê dihewîne nav xwe, dê bînin rojeva meclisê. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî weke ku Erdogan xwestibû diyar kiribû ku dê di 6 cureyên sûcên mîna (teror, sûcên dubere, îstîsmara zayendî, hişbir, kuştina bi zanebûn û sûcên organîzeyî) de daxistin çênebe. Sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ ya ji bo faîlên ku li dijî zarokan sûcên destdirêjî û îstîsmarê kirine, rastî bertekên tund tê.

Endama Rojeva Mafê Mirovan Parêzer Ozlem Yilmaz têkildarî sererastkirinê axivî û diyar kir ku ev sereraskirin ji bo raborî, îro û pêşerojê tê wateya efûya îstîsmarkarên zarokan û wiha got: “Wê tu sererastkirinek ku efûyê ji îstîsmara zayendî re tîne ji hêla wijdan û hiqûqî ve di civakê de neyê qebûlkirin. Di bin navê ‘zewacê’ de dê ser tecawizê neyê girtin.”

‘Em ê destûrê nedin’

Endama Platforma Jinan a Îzmîrê parêzer Gunselî Kaya jî diyar kir ku ji bo ku pergala baviksalarî bê domandin dixwaze jinê bike koleya zilam û ev tişt anî ziman: “Nîqaşa efûya ji bo îstîsmakarên zarokan yek ji amûrên meşrûkirina modela civaka ku AKP dixwaze ava bike ye. Ev sererastkirin maf dide zilam ku kîjan demê bixwaze dikare tecawizê bike. Jin û zarokên ku bi vê rêyê bizewicin dê qet vîna xwe ya azad bikar neynin. Heke zilam tecawizî zarokeke 9 salî bike dê wê ji xwe re bike kole û wê bi qanûnî neyê cezakirin jî. Em ê qet destûrê nedin vê yekê.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî