Artêşa Erebistana Siudî yekîneya jinan ava kir

Navenda Nûçeyan

Artêşa Erebistana Siudî bi daxuyaneke nivîskî destnîşan kir ku yekemîn yekîneya jinan di nav artêşa wan de hatiye avakirin

Artêşa Erebistana Siudiyê yekem yekîneya leşkerî ya jinan ava kir. Duh Wezareta Parastinê ya Erebistana Siudiyê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku wan yekîneya jinan di nava artêşa welat de avakirine û da zanîn ku yekem yekîneya jinan dest bi kar kiriye.

Artêşa Erebistana Siudiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çarçoveya plana leşkerî de, yekem car jin dikarin bibin endamên artêşê û di beşên hêzên asmanî, derya, dixtorî yên artêşê de kar bikin.

Dikarî Biecibînî