Dayika Emetullah rehmet kir

Dayika Emetullah Guzel a 85 salî ku dirêjiya temenê xwe her tim di refên pêş ên têkoşîna demokrasiyê de cih digirt, îro rehmet kir

Dayika bi navê Emetullah Guzel a 85 salî ku di têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd de li refên pêş cih digirt, îro li malê rewşa wê giran bû û rehmet kir. Ev mehek bû ku dayika Guzel nexweş bû. Cenazeyê Guzel li Goristana Elîparê ya Amedê hate veşartin.

Kurê dayika Emetullah Guzel, Îbrahîm Guzel di sala 1993’yan de beşdarî refên PKK’ê bû. Piştî lawê wê beşdarî PKK’ê bû, dayikê di têkoşîna gelê kurd de roleke çalak lîst û di her çalakiyên li Amedê de cihê xwe digirt. Kurê dayika Guzel, di sala 1996’an de şehîd bû. Gora lawê dayikê nebû û bi salan li benda agahiya ku gora wî were dîtin ma.

Serdanên sersaxiyê li Mala Şînê ya Elîparê tên qebûlkirin. AMED