TJA’yê encamnameya konferansa xwe aşkera kir

TJA’yê encamnameya 3'yemîn a konferansa xwe aşkera kir. TJA'yê diyar kir ku ji bo avakirina tevneke enternasyonalîst a jinan d bi ruhê 8'ê Adarê xwe bi rêxistin bikin

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Jinên Azad (TJA) encamnameya konferansa xwe aşkera kir. Konferans di 1 û 2’yê sibatê bi dirûşma ‘Em jin in, ji bo azadiya xwe em hene, em ji bo guherînê li ser pêya ne’ bi beşdariya 700 jinên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hat. Ji Ingilistan, Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê jî gelek aktîvîstên jin tev li konferansê bûn.

TJA’yê di serî de kesên li Xarpêt û Meletiyê di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ev tişt parve kirin: “Em kesên ku di erdheja Xarpêt û Meletiyê de birîndar bûne re şîfaya xêrê dixwazin û ji xizm û malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane jî sersaxiyê dixwazin. Ji bo başkirina birînên wan em piştevaniya xwe destnîşan dikin.”

Encamname wiha domiya:

“Heyama ku em tê re derbas dibin bi qasî êrîşên arasteyî têkoşîna birêxistinî ya jinan li ser navê jinan rasthatina kêliyên têkoşîneke gelek bihişmet, serhildan û berxwedaniyê pêk tê. Di vê hêlê de hevdîtina me ya jinê bi ruhê piştgirî, coşî û morala ku ji yekparebûniya li dor berxwedana jinê ya hember faşîzmê tê pêk hatiye.

Ji Dayikên Laçikspî heta Şîliyê…

Ji Rojava heta jinên Şengalê, ji Dayikên Şemiyê heta Dayikên Laçik Spî, li Şîliyê bi reqsa Las Tesîsê li hemberî tundiya dewlet-mêrî bi gotina tecawizkar tu yî, kujer tu yî belavbûna qîrîna jinan a li hemû cîhanê, li Îran û Lubnanê heta li her derê cîhanê li hemberî êrîşên mêran ên zayendperest, nîjadperest û olperest a zîhniyeta mêrê desthilat li zindanan û li her qada jiyanê em hemû jinên ku têkoşîna azadî ya jinê bi berxwedanê mezin kirine bi evîna azadiyê ku di dilê me de geş dibe silav dikin.

Têkoşîna Sakîne, Hevrîn, Sevê û Nûrcan

Em civîna xwe di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku bi komploya navneteweyî li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku li Silopiyayê hatine qetilkirin, di şexsê Hevrîn Xelef a ku vê dawiyê li Rojava bi destê çeteyên ku AKP piştgiriya wan dike ve hatiye qetilkirin û Nûrcan Bakir a ku li zindanan li hemberî teslîmiyetê dengê berxwedanê ye li hemû jinên ku di rêya têkoşînê de bêmirin bûne dibexşînin.

Girîngiya dîroka konferansê

Konferansa me di heyamek wisa de ku li ser jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn lihevdanên berjewendiyên hêzên kûrewî û herêmî tê de qefilîne, pêşveçûnên germ tên jiyandin, li hundir polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê yên bi dijminahiya jin û civakê berbelav bûne pêk hat. Konferansa me ya ji ser mîrasa tecrûbe û daneheviya dîroka me ya ku têkoşîna jinê derxistiye holê bi qasî ku watedar e bi hilma azadiya jiyanê û mezinbûna hêviyê ku me di der barê dahatûya xwe de ava kiriye di hêla carek din diyarkirina pêwistiya mîsyona me ya pêşengtî û peywirê de jî pêwîst e.

Şer belav dibe û mezintir dibe…

Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku li Rojhilata Navîn ji ser pêşketina hegemonyaya modernîteya kapîtalîst a li gor armanc û berjewendiya xwe Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike her ku diçe mezintir dibe. Şerê ku bêhtir di hêla aborî, siyasî û îdeolojîk de tê jiyîn bi pêşketinên nû carna bi qayîşkêşî carna jî bi lihevkirinê bêhtir kûr dibe û belav dibe. Helwesta polîtîk ku di rewşa heyî de li cîhanê hakim e li ser bidestxistina berjewendiyê, bi qasî lazimtî û pêdiviyan li ber çav girtina nakokiyê, di heman demê de bê ku nakokiyên nav xwe kûr bikin û bînin rewşa lihevdanê helwesteke baldariya rewşa terzakirinê ye. Erêkirin û piştgiriya ku ji dagirkirina Rojava re tê dayîn jî di vê çarçoveyê de ye. Şerê ku hatiye jiyandin êdî Îran û Tirkiyeyê jî aniye rewşa qada şer.

Hewl didin zîhniyeta DAIŞ’ê mayînde bikin

DAIŞ her çiqas li Rojava di hêla leşkerî de hatibe têkbirin jî ji hêla desthilatên faşîst ve hewl tê dayîn zîhniyeta wan were jiyandin. Desthilatiya AKP-MHP’ê ya dijminê kurd û jinan, bi siyaset û zîhniyeta faşîst, mêtinger û nîjadkujî û bi alîgiriya DAIŞ’ê  di serî de ya Rojava di esasê fetisandina destkeftiyên kurdan de bi vegotina; ‘Ewlehî û parastina Tirkiyeyê’ ji derveyî sînorên me dest pê dike vebeyna xeyalên neo-osmanî û bi polîtîkayên zîhniyeta îttîha terakî di serî de li Rojava dixwaze ji ser rojhilata Behra Spî û Lîbyayê qadê ji berbelavbûniya tirk-îslamê re ve bike. Bi îlankirina wek dijmin a her kesên ku li dijî siyaseta wê ya înkarker û nîjadkuj disekinin hewl dide civakê biqutufîne. Hewl dide bi wê awayê li desthilatiyê bimîne. Asta ku hatiye der ketiye holê ku digel hemû pêkutî û êrîşan dê nikaribe xwe ji herifînê xelas bike.

Armanca îktîdarê bêkurdhiştina Rojava ye

Ev desthilatî ji bo destkeftiyên şoreşa jinê ya Rojava ku mercên azadîxwazî yên herî xwezahî ya di nav hev de jiyîna gelan, bawerî û çandan pêk aniye bifetisîne ji ser vegotina ‘beka’ ku dispêre înkarkirin û tunekirina kurdan berê xwe dide guherîna demografyaya Rojava û polîtîkaya xwe ya bêkurdhiştina Rojava didomîne.

Em xebatên yekitiya neteweyî silav dikin

Roj roja yekitiyê ye. Li hemberî rastiya cîhan û herêma guherînên siyasî, aborî û civakî tên jiyandin. Konferansa me di pêvajoyeke ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd firsendên dîrokî çêbûne de, rastiya wekî destkeftiyên mezin wendakirinên mezin jî dikarin bên jiyandin hatiye destpêkirin.  Li hemberî êrîş û kedxwariyên derve fikirîna di asta neteweyî de, birêxistinbûniya di asta neteweyî de, ji berjewendiyên partiyên teng ku li pêş yekitiya neteweyî asteng in derketin dê gihîştina hedefa yekitiya neteweyî hêzdar bikin. Di esasê mayîndekirina destkeftiyan û tevahîbûniya têkoşînê ya di nav têkilî û tifaka demokratîk de em hemû xebatên arasteyî yekitiya neteweyî ya kurd silav dikin. Em weke jinên kurd bawer dikin ku dê xebatên yekitiya neteweyî ku em dimeşînin vê pêvajoyê lezgîntir bike.

Hilweşîna tecrîdê hedefa me ya bingehîn e

Konferansa me ya ku tecrîdê weke sûcê li dijî mirovahiyê digre dest, destnîşan dike ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de ku 21 sal e di bin mercên tecrîda giran de tê girtin, di serî de li ser me jinan li hemû kurdan û mirovahiyê tecrîd tê sepandin. Tecrîda girankirî di serî de pirsgirêka kurd pirsgirêkên civakî kûrtir kiriye. Aniye xaleke ku ji nav nayê derketin. Halbihal paradîgmaya neteweya demokratîk a ku birêz Ocalan bi pêş xistiye di serî de çareserkirina pirsgirêka kurd di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî de rol lîstiye û rê û rêbaza demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn daniye holê. Desthilatiya AKP-MHP’ê li ser hêzên demokrasiyê tecrîdê weke şêwazeke rêvebirin û polîtîkayê dimeşîne. Tecrîd li hemberî civakê şer e, qirkirin e û nîjadkujî ye. Berxwedana rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê ya mezin ku bi mebesta şikandina tecrîdê û hilweşîna faşîzmê li zindanan bi pêşengtiya birêz Leyla Guven hat destpêkirin, li derve bi têkoşîna dayikên laçik spî mezin bûye û vebeyna xwe daye civakê. Van hevdîtinên ku birêz Ocalan di encama berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê de bi malbat û parêzerên xwe re pêk aniye, ji civaka ku bê nefes maye re bêhnek daye girtin. Piştî hilbijartinê redkirina daxwazên ji nû ve hevdîtinên malbat û parêzeran a ji hêla faşîzma AKP-MHP’ê ve bi bilindkirina êrîşên arasteyî civakê re li heman heyamê rast hatiye. Sekna li dijî sûcê mirovahiyê ku bi tecrîdê re hatiye pêkanîn berpirsiyarî û peywireke mirovî, wijdanî û exlaqî ye. Civîna me ya ku têkoşîna li hemberî tecrîdê weke parçeyek hevgirtî ya têkoşîna azadiya jinê dibîne, hilweşandina tecrîdê wek hedefa bingehîn girtiye

Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin

Dema AAKP-MHP’ê zindan bi sepanên ku faşîzma 12’ê Îlonê derbas dikin veguherîne navendên mirinê. Her kesê/a ku li hember wî sekiniye di bin pêkûtiyê de daye girtin û bi wî awayî welat veguherandiye girtîgehê. Li girtîgehan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin.

Polîtîkayên qirkirina çandê ku li hemberî ziman, çand û baweriyan ji avakirina komarê pê ve hatine bipêşxistin tên domandin. Bi taybetî jî arasteyî çand û zimanê kurdan polîtîkayeke bêeman a pişaftinê tê sepandin. Her ku jin ji zimanê xwe, ji çanda xwe bi dûr dikeve jiyan mêrtir dibe û pişaftin kûrtir dibe. Hevdîtina me ya jinê têkoşîna li hemberî polîtîkayên qirkirina çandî ya arasteyî çanda me, zimanê me û jinê wek hinceta xweparastinê dibîne. Ji ber vê yekê divê her jinek di hemû qadên jiyanê de pêşvebirin û hilberîna bi zimanê dayikê esas bigre û di şikandina pişaftinê de pêşengtiyê bigre ser xwe. Em komxebata Ziman û Çanda Kurdî ku Platforma Ziman a Mezopotamyayê li hemberî pişaftin û xwepişaftinê pêk anî silav dikin û wek tevgera jinê bi ruhê seferberiyê beşdariya xwe ya li biryarên ku hatine girtin didin ragihandin.

Astengkirina hevserokatiyê astengkirina îradeya jinê ye

Hevserokatî xeta me ya mor e. Desthilatiya AKP-MHP’ê hema piştî hilbijartinan daye zanîn ku pergala hevserokatiyê nas nake, dê destûrê nede ku were sepandin û bi derbeya qeyûm li şaredariyan li hember pergala hevserokatiyê şer daye destpêkirin. Bi van êrîşên arasteyî pergala hevserokatiyê ku ji destkeftiyên mezin a têkoşîna azadiya jinê ye lawazkirina têkoşîna azadiya jinê, teslîmgirtina îradeya jinê hedef digre. Pergala me ya hevserokatiyê û destkeftiyên me puxteya demokratîkbûniya bi pêşengtiya jinê pêk tîne. Li hember van êrîşan bi biryardariya mezinkirina têkoşîna xwe, parastina destkeftiyên xwe û bilindkirina berxwedana xwe em dê rêya xwe bidomînin.

Faşîzma AKP -MHP’ê bê perwa êrîş dike

Faşîzma AKP-MHP’ê arasteyî hemû nirxên civakî di nav êrîşeke bêperwa de ye. Zîhniyeta faşîst ku ji ewladên gel ên ku ji bo civakeke exlaqî û polîtîk jiyana xwe dahine navê kêlikek jî zêde dîtiye, gor xera kirine, cenaze der xistine û bi wê awayê cara duyemîn êşê bi malbatan dahine jiyandin. Tu ravekirinek wijdanî û exlaqî ya van êrîşên kirêt ên li hember gorên ku di dirêjahiya dîrokê de pîroziyên civakan bûne nayê kirin. Ev êrîş di civakan de ji veqetînên hestî re bingehê çê dike. Ev sepanên faşîzmê bi armanca bêvebîrhiştina civakê, bîyanîkirin û bêkokkirina gel a ji nirx û dîroka wê re pêk tên. Desthilatiya AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên şerê taybet ku di heyama xwe de kûr kiriye û fireh kiriye bi zêdebûnî didomîne. Êrîşên faşîst tenê bi qirkirin, girtin, tecrîd, îşkence û şer namîne. Di heman demê de arasteyî jin, ciwan û zarokan bi tacîz, tecawiz, fihûş û hişbiran jî êrîş tên bipêşxistin. Zewaca di temenê biçûk de û zewaca bi tecawizkarî ji hêla AKP’ê ve tên zagonkirinê, bi hiqûqê tên pakkirin û bi wê çanda tecawizê tê asayîkirin.

Bêkarî û xizanî her roj zêde dibe

Dewlemendiya mezin a axa ku em li ser dijîn bi bûdçeya şer ji bo kedxwarî û xizanbûna me tê zemînkirin. Bêkarî, xizanî û birçîbûnî her roj bêhtir zêde dibe. Em li Kurdistanê bi polîtîkayeke xizankirinê re ku bi taybetî tê meşandin re rû bi rû ne. Bi vê awayê pêgirtiniya civakê tê armanckirin. Xizaniya ku hatiye jiyandin xwekuştinên komî bi xwe re aniye. Xwekuştin bi xizaniyê re rizînê tîne ziman. Em jin dê fatûreya şerê ku tê jiyandin nedin. Em careke din diyar dikin ku em ê li hember polîtîkayên şer ên desthilatiya AKP-MHP’ê ya riziyayî û bêhdayî pêşengên berxwedanê bin.

Li dijî faşîzmê dê têkoşîna jinê bidome

AKP bi pergala notirvaniyê hêza paramîlîter a girêdayê xwe pêk tîne. Rayeya pirsîna nasname û bikaranîna çekan ji bo notirvanan dide sazkirin. Ji bo dabînkirina bekaya xwe dixwaze bi rêya venihêrtina civakê û bi girtina wê ya bin pêkûtiyê teşeyê bide civakê. Li hember hemû sepan û sazkirinên faşîzan dê têkoşîna me ya jinê bidome.

Mîrasên me yên çandê tên tunekirin

Bi HES’an, santralên termîk û di bin navê veguherîna bajariyê de bi polîtîkayên şer û rûxîneriyê ku bi rant û talanê tê bipêşxistin di serî de Sûr û Heskîf qadên me yên ku mîrasên çanda cîhanê ne û dîrok, xweza û jiyana me têne tunekirin. Dê li hember rûxîneriya ekolojîk têkoşîna me ya xweza û jiyanê bidome.

Jineolojî kirdeya têkoşînê ya şoreşa jinê ye

Jineolojî kirdeya têkoşînê ya şoreşa jinê ye. Konferansa me li hember êrîşên bîrdozî yên giran ên arasteyî dîrok, kêlî û pêşeroja jinê û civakê dê Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê li ser bingeha zanista civaknasî xurt bike û di pêşengtiya jineolojiyê de têkoşîna xwe ya bîrdoziyê bi berfirehî pêş ve bibe.

Ji bo jiyaneke azad têkoşîna me didome

Ji bo cîhaneke bêtundî, azad û jiyanbar têkoşîn didome. Di serî de li Rojhilata Navîn bi navendiya Kurdistanê li gelek deverên cîhanê jin di nav berxwedan û têkoşînê de ne. Têkoşîna jinê ya birêxistinbûyî, çalakbûniya wê ya polîtîk dê di hilweşîna desthilatiya zîhniyeta mêrê serdest a AKP-MHP’ê ya faşîst de roleke sereke bilîze. Rêya xwedîbûna jiyana birûmet û biwate ya li hemberî êrîşan ji xala têkoşîn, hişmendî û birêxistinbûnê, bi berxwedaniyek wêrekî derbas dibe. Bi hişmendiya heqîqeta ku berdêlên mezin dê destkeftiyên mezin derxînin holê  bi xistina nevenda jiyanê ya têkoşînê û bi xemla ruhê berxwedanê ya jinê, bi wêrekî û fedakariya ku em dê sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinê, yên ku bi ser bikevin dê em bin.

Bîryarên ku di civîna me de hatine girtin;

Têkoşîna li dijî tecrîdê

Ji bo Kurdistanê û demokratîkbûna gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê û ji bo aştiyê û jiyaneke azad, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ê ku îradeya bi milyonan kesan e yekser bê rakirin. Azadiya birêz Ocalan, temînata aştî û demokratîkbûna gelan e ya ku ev sedan salene bi hevre dijîn. Bi vê ferasetê TJA’yê bi pêşengiya têkoşîne ji bo ewlehî, nojdarî û azadiya Ocalan dike. Ji bo tecrîda civakî ku di serî de li projeya jinan a jiyana azad û li hemû gelê Rojhilata Navîn tê ferzkirin ji holê bê rakirin, jinan, ciwanan û hemû gelan li ser bingeheke hevpar a têkoşînê digihêne hev û wan çalak dike.

Têkoşîna li dijî polîtîkaya tundiyê ya feraseta zilam-dewletê

Polîtîkaya tundî û tunehesibandinê ya ku ev 5 hezar sal in bi awayekî rêxistinkirî li hemberî hebûna jinan tê meşandin, bi krîza modernîteya kapîtalîst kûr bûye. Li dijî polîtîkaya qirkirina li ser jinan TJA; di serî de ji bo zîhniyetê biguherîne û veguherîne û li dijî her cure tundiya zilam-dewletê,  zewicandina bi emrê biçûk, rewakirin û berbelavkirine li dijî polîtîkaya taybet a ji bo xistina jinan têdikoşe. Polîtîkayan pêş dixe û ji bo ku jinen tundiye dibînin serî lê bidin û ji bo parastina wan jinan, bi tevgerên jinan re bi awayeke hevpar tevdigere da ku malên jinan ên azad vebike. Ji bo deskeftiyên zagonî bên birêvebirin têdikoşe. Ji ber ku ev zagon ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan gavek e. Ji bo ku Zagona 6284’an, Peymana Stenbolê û mafê me yê nefeqeyê bên fêhmkirin, ji bo ku bala li ser maf û destkeftiyên me xurtir bibe û bên parastin, forûm, gotûbêj, xebatên atolyeyan û çalakiyan li dar dixe. Her wiha pêla êrîşên li ser destkeftiyên jinan teşhrî dike.

Têkoşîna li dijî siyaseta qeyûm, dagirkerî û mêtingeriyê

Li hemberî zîhniyeta mêtinger a ku ev 100 sal in li Kurdistanê tê meşandin, TJA bênavber têdikoşe. Li dijî tayînkirina qeyûman ku deskeftiyên jinan hedef digirin û berdewamiya polîtîkayên mêtingeriyê ne û li dijî dagirkeriyê, TJA li ser bingeha nirxên jinan ên di civakê de ava bûne têdikoşe. TJA darbeya qeyûman û êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Şoreşa Jinan a Rojava di heman çarçoveyê de dinirxîne. Ji bo vê jî li dijî qeyûm, polîtîkayên dagirkirinê û hemû awayên siyaseta mêtingeriyê ya li ser jinên kurd li ber xwe dide.

Têkoşîna li dijî zîhniyeta qeyûman parçeyeke ji têkoşîna azadiya me ye û têkoşîna li dijî desthilatariya mêran e a ku di her qadê de hewl dide ku êrîş li keda me, li bedena me, li nasnameya me bike. TJA li dijî zîhniyeta qeyûman a ku êrîş li pergala me ya hevserokatiyê dike, îradeya jinan xesp dike, saziyên jinan digire û pêşiya tundiya zilam-dewletê vedike têkoşîne kûr dike. Rêveberiyên herêmî ji avahiyan pêk nayên. Bi vê ferasetê, îrade û keda gel weke rêgeza herî sereke dibîne. Di vê çarçoveyê de xwedî li polîtîkayên rêveberiyên herêmî yên ku nirxen civakê diparêze û deskeftiyan mezin dike, derdikeve.

Azadiya jinên girtî

Bloka faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên tecrîdê, ji bo hemû kesên ku wek wan nafikirin welat veguherandiye girtîgeheke vekirî. Ev blok kesên ku li hemberî vê zîhniyetê têdikoşin, bi polîtîkayên çewisandinê dil digire. Li girtîgehan binpêkirinên mafan dike û polîtîkayên xwe yên îşkenceyê didomîne. Di encama vê yekê de, jinên ku ji bo ku parastina xwe ya rewa pek aniye û ji bo azadiya jinan têdikoşin dîl girtin. Her wiha parlamenterên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin, hevşaredar, endamên meclisan û bi hezaran siyasetmedarên jin rehîn digire û wan tecrîd dike.

Weke jin û gel, em ji destpêka dîrokê ve têdikoşin û me tu caran vîna xwe radestî desthilatdaran nekir.  Bi vê mîrateya berxwedanê heta ku hemû girtiyên siyasî yên ku di girtîgehan de hatine dîlgirtin bên berdan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di serî de divê şert û mercên girtîgehan bên başkirin, girtiyên nexweş û zarok yekser bên berdan û hemû binpêkirin bi dawî bibin. TJA li ser vê bingehê piştevaniya saziyên têkildar re dike û têkoşîneke hevpar birêxistin dike.

Derheqê tora piştevaniya jinan a enternasyonal û tevgerên jinên Tirkiyeyê

Modernîteya kapîtalîst ji bo ku krîza tê de derbas bike, êrîşî deskeftiyên jinan dike. Ji bo ku li xwedî heqîqeta xwe derbikevin, jin bi ruhê berxwedanê li dijî modernîteya kapîtalîst li her çar aliyên cîhanê têdikoşin. Ev ruh ji Şilîyê heta Îranê, ji rojavayê heta Efrîqayê, ji Fransayê heta Hindistanê, ji Tirkiyeyê heta Çînê, şoreşa jinan mezin dike. Têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn a li dijî modernîteya kapîtalîst, nirxên komunal mezin dike. Di be bingeha bawerî, hêvî, kelecan û moral ê. Li ser vê yekê em weke jinên TJA’yî, xwedî li van nirxên jinan derdikevin û wan mezin dikin. Ji bo ku vê têkoşînê li qadên hevpar bigihînin hev jî em pêşengiyê dikin. Ji bo avakirina tora jinan a enternasyonal jî berpirsyariyê li xwe digire. Em ê her roj weke roja 8’ê Adarê xwe birêxistin bikin û di vê çarçoveyê de jî em ê Tora Jinan a Enternasyonal ava bikin. TJA li gel vê yekê, weke delegeyeka Meşa Jinan a Cîhanê, biryarên çalakiyên hevdem erê dike, beşdarbûna xwe li xebatên pevçûn û çareseriyê (1325) û li AWID û Konferansa Jinan a Cîhanê didomîne. Dîsa TJA bi hemû jinên sosyalîst û femînîst ên Tirkiyeyê re tevdigere û li hemberî tundiya li ser jinê têkoşîneke hevpar dimeşîne. Li hemberî hişmendiya zilam jî xeta berxwedanê xurt dike û di vê çarçoveyê de panel, semîner û komcivînan li dar dixe.

Yekitiya neteweyî

TJA, li dijî parçekirina ku ev sed salin li ser gelê Kurdistanê tê ferzkirin jî têkoşîneke hevpar dimeşîne. Ev parçebûyîn encama polîtîkayên hêzên hegemonîk e. Bi vê sedemê ye ku TJA di serî de li hemberî êrîşên li ser nirxên gelê kurd derdikeve û di serî de li bakurê Kurdistanê û li çar hêlên Kurdistanê ji bo avakirina yekitiya neteweyî û li dijî polîtîkayên xespê û mêtingeriyê, bi perspektîfa yekitiya jinên kurd tevdigere. Em wek jinên kurd ên curbicur, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser erdnîgariya Kurdistanê, hêza yekitî û azadiya kurdan weke heza biryarbûyîna xwe dibînin û di vê çarçoveyê de di serî de Konferansa Jinên Kurd û hemû biryarên Platforma Yekitiya Jinên Kurd  a Neteweyî xwedî derdikevin.

Xebatên zimanê dayikê

TJA ji bo pêşvebirina ziman, parastina ziman a ji hemû êrîşên pişaftinan û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê, têdikoşe. Di vê çarçoveyê de bi beşdariya nivîskar, helbestvan, hunermend û wêjevanên jin çalakiyên kurdî saz dike, di hemû çalakî û xebatan de, di tora civakî û daxuyaniyan de zimanê dayikê bi kar tîne û malan weke dibistanên ziman vesaz dike. Ev yek jî li dijî polîtîkaya pişaftinê, şêwazeke xweparastinê ye. TJA bi mijara zimanê dayikê gotûbêj, panel û çalakiyan li dar dixe. Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê jî têdikoşe. Her wiha hemû biryarên ‘Komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî’ dipejirîne, xwe wek kirdeya vê xebatê dibîne û ji bo pratîkirina vê xebatê jî têdikoşe.

Di çarçoveya paradîgmaya me de têkoşîna ekolojiyê

Paradîgmaya me ya ku mizgîniya sedsala 21’em e û hezar salên pêşiya me ye, paradîgmayeke demokratîk, ekolojîk û ji bo jinan azadîxwaz e. Têkoşîna ekolojiyê ji têkoşînekê zêdetir, puxteya jiyanê ya paradîgmaya me ye. TJA zordariya li ser xwezayê weke zordariya li ser jinan û civakê dibîne û li dijî polîtîkayên mêtinger û qirkirina ekolojiyê yên modernîteya kapîtalîst, têdikoşe. Bi vê ve girêdayî di civîna TJA’yê ya 3’yemîn de me biryar da ku komîsyona ekolojiyê ya jinan bê avakirin.

Têkoşîna li dijî jenosîda çandî

Tunekirina çandan îro weke parçeyeke polîtîkayên taybet ên şer berdewam dike. Polîtîkayên pişaftinê, xwebûna çandan dikuje û wan dike qurbanên polîtîkayên tekparêz ên pergalê. TJA her cudahiyekê vê erdnîgariyê weke dewlemendiyekê dibîne û biryarên ku di xebatên çandî dane, bi rêk û pêk bi rê ve dibe. Ji bo parastin û dewlemendkirina çandan, bi taybetî panel, mîhrîcan, hevdîtinên li derve, çalakiyên medyaya civakî, şano û mîhrîcanên fîlman li dar dixe.   Li hemberî polîtîkayên tunekirina çandî ya dewletê, domandina çanda kurdî weke xweparastinekê dibîne û hemû çalakiyên der barê çandê de bi alîkariya saziyên me li dar dixe.

Platforma jinên dîl girtî

Wekî gotina jinên êzdî, li welatê me beriya rojê, jin şiyar dibin. Di 3’yemîn civîna TJA’yê de me li ser dagirkirina DAIŞ’ê, Boka Haram û hwd. sîfêtên wê yên zayendperest baldariya herêmî û navneteweyî çêdike, birêxistinbûna jinan xurt dike û ji bo vê yekê jî xwedî li biryarên Platforma Jinên Rehîngirtî derdikeve. Li dijî zîhniyeta zilam-dewletê ku kujerê jinan e bi hemû tevgerên jinan re hevpar têdikoşe.

Polîtîkaya me ya penaberan

Şer, dagirkirin û koçberî ye. Tê wateya zêdebûna tundiyê. Erdzemîn ciyê dagirkirinê nîne. Ji bo me hemûyan cihê hewîn, xweyîbûn û parastinê ye. Ger ku em ji bo azadiyê û sekinandina şeran têbikoşin, em ê bikarin şeran bi dawî bikin. Bi têkoşîna aştiyê ya li ser hişmendiya jinan re jî em dikarin dawî li penaberiyê bînin. Penaberî ji hêlekê ve tundiya mêran e. Tekane çareserî, pêşxistina polîtîkayên aştiyane ne. Hem ji bo birêxistinkirina pêvajoya aştiyê û hem jî ji bo ku hewcehiyên jinên penaber bi cih bînin û piştevaniya bi wan re xurt b ikin, em ê polîtîkayan pêş bixin.

Polîtîkayên taybet ên şer ku li ser zarokan tên meşandin; tacîz, tecawiz û kedxwarî

Zarokên ku di ser wan re polîtîkayên taybet ên şer tên meşandin îro bi gelek talukeyan re rûbirû ne. Zarok weke kesên bêparastin tên dîtin û dibin hedefên polîtîkayên qirêj. Polîtîkayên tacîz, tecawiz, kedxwarî û zewicandina bi emrê biçûk hîn jî didomin. Desthilatê heyî ji bo faîlên tecawizê efû derdixîne. Ji bo ku keçên ku hatine tecawizkirin bi tecawizkarê xwe re bên zewicandin jî zagonan derdixîne. Saziyên dewletê bi gotin û bertekên xwe keçan dikin hedef. Em weke TJA’yê li dijî hemû polîtîkayên taybet ên şer ên li dijî zarokan, em ê têbikoşin û ji bo ku xwedî li pêşerojeke azad bin, em ê têkoşînê xurtir bikin.”

Dikarî Biecibînî