‘Gulistan bi hevkariya mêr-dewletê hate windakirin’

Meclisa Jinan a HDP'ê diyar kir ku AKP-MHP di mijara Gulistan Dokû de hewl dide rewşê berevajî nîşan bide û destnîşan kir ku yê Gulistan winda kir hevkariya mêr-dewletê ye

Meclisa Jinan a HDP’ê têkidarî windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Doku daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir kir ku windakirina Dokû nekin amûrek ji bo zexta li ser muxalefetê.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku têkildarî Zaînal Abarokov ku hevalê Gulistan bû û bersûcê yekane yê windakirina wê ye, lêpirsîneke têrker nehate meşandin,  îfade û delîlên ji bo dîtina Gulistan ji raya giştî hatin veşartin û lêkolîneke bi bandor nehatiye kirin.

Meclisa Jinan ragihand ku rayedarên berpirsyar ên ku guhê xwe ji îdia û delîlan digirin windakirina Gulistan dixwazin bikin amûrek ji bo zexta li ser mûalefetê.

Meclisê nerazîbûn nîşanî serdegirtina Rêxistina ESP’ê ya Amedê da ku bi vê hincetê hate kirin û wiha got: “Desthilatdarî bi vê serdegirtinê hewl dide destgîrkirin û girtinê binixumîne. Mûxatabê bingehîn hevkariya dewlet-mêr e ku Gulistan dan windakirin û di nedîtina wê de israr dikin.” ENQERE 

Dikarî Biecibînî