56 roj in agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin

56 roj in bi tu awayê agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû nayê girtin û hê jî lêgerîna ji bo dîtina Dokû dewam dike

Ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya li Dêrsimê Gulistan Dokû agahî nayê girtin. Ev 2 meh in li derdora Pira Sari Saltûk Viyadugu ya li ser Gola Bendavê ya Uzunçayirê, xebatên lêgerînê dewam dikin. Lê heya niha tu şopeke Dokû nehatiye dîtin. Malbata Dokû dem bi dem derbarê xebatên lêgerînê de bi miduriyeta polîsan, walî û dozger re hevdîtinê dike, lê ew jî tiştê şênber naxin dest malbata û ji malbatarê dibêjin xebata lêgerînê dewam dike.

Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, saziyên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyê û saziyên jinan her tim lêgerîna xwe ya ‘Gulistan Dokû li ku derê ye’ dewam dikin. Malbata Dokû jî hîna li bajêr dimîne û li benda agahiyekê keça xwe ye. DÊRSIM

Dikarî Biecibînî