Dengbêjî ruh û bîra jinan e

Zehra Mohammedzadeh |

Dengbêjî ruh, bîr û ramana jinê ye ku bi rêya çemek gur û geş ê ji çandê diherike, dibe hizr û ferasetek ku civak pê teşe digire. Dengbêjî bûye kaniyek herikbar a çanda kurd û di her serdemekê de bi awayekî dengê civaka kurd a bi êş, keder, koçberî, şer, serhildan û hwd. gihandiye û heya roja îro parastiye. Nexasim ev yek bi rêya hest û ramana jinê, baldariya wê ya di mijara bûyerên rojane yên di nav civaka kurd de diqewimîn hîn rengek cuda girtiye.

Ger civaka kurd heya îro karibûye xwe ji hêla çand, huner û wêjeyê ve biparêze, ev yek heya astekê bi saya hunera dengbêjiyê pêk hatiye. Bi taybetî jî dema em civaka kurd a ku her tim û di her pêvajoyekê de rastî qirkirinê dihat binêrên; nexasim jî di pêvajoyên ku zimanê nivîskî yê kurdî ev çend pêş neketibû, em ê rola dengbêjiyê ya di zindîhiştin û parastina ziman de jî hîn baştir bibînin.

Ji bo wê jî girîng e mirov balê bikişîne ser rola jinê û serîrakirina wê ya li dijî qirkirina fizîkî ku bi dengê xwe yê zelal jî bûye bend li ber êrîşên qirkirina çandî.

Bêguman bi pêşketina pergala mêrsalar û feodal de, bi taybetî jî bi ol û qanûnên pergala patrîarkî ku li ser jinê hatiye ferzkirin, jin gelek caran rastî zext û astengiyan hatiye û xwestine pêşî li deng, reng û awaza wê bigirin. Ji ber ku pergala serdest pir baş dizane, her gotin, qêrîn û nalîneke jinan bi hezaran serpêhatiyên civak û jinan radigihîne. Û ev deng van peyamên ku bi dengbêjiyê ji dîrokekê ber bi dîrokeke din ve diherikîne, radigihîne û dibe bîreke zindî ji bo gelê kurd. Her lorandin û gazinên wan şibakeyeke nû ye ku ber bi rastiya civaka kurd ve vedibe.

Li rojhilatê Kurdistanê çanda dengbêjiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî heya roja îro jî li herêmên Makû, Xoy û Ûrmiyê çanda dewlemend a dengbêjiyê karibûye xwe biparêze. Lê mirov nikare ji bo dengbêjiya jinê vê yekê bibêje; ji ber astengî û polîtîkayên dewletê dengê herikbar ê jinê asteng kiriye û rê li tunebûna çanda dengbêjiya jinê hatiye vekirin. Gotina kilamên ku qala koçberiyên bi êş, evîn, çîrokên jinê, serhildanên kurdan kirine, bi demê re ji bo jinan wek şerm hatiye dîtin. Ev yek jî bi kodên civakî ku bi ol, kevneşopî û paşverûtiyan li ser jinê dihat ferzkirin, dihat kirin. Nexasim piştî şoreşa îslamî ya Îranê deng û awaza jinê tê qedexekirin û ji ber bandora olê dengê jinê guneh tê dîtin. Di civat, dawet û şînan de gelek caran jinan stran digotin, lê li derve, cihên komî ev yek zêde nepêkan bû. Elbet ev yek jî bi demê re ji holê radibe. Jixwe heya salên 1960-69’an (her çend dengbêjî li Rojhilat pir li pêş bû jî), jinên dengbêj zêde dernediketin pêş. Ji bo cara yekê li radyoya Ûrmiyê ya beşa kurdî (ku nîv saet, saetekê weşan dikir), di sala 1917’an de wê Îran Xanimê stran bigota.

Îran Mucerd (navê wê yê hunerî Îran Xanim e), yekemîn dengbêja jin bû ku li rojhilatê Kurdistanê, bi daxwaza hunermend Hemîd Yûsifî, Mistefa Elîzade, Îbrahîm Nurozî bi zaravayê kurmancî wê di sala 1971’î de, bi awayek fermî di radyoya Ûrmiyeyê de dest bi dengbêjiyê bikira. Ew di navbera salên 1950-1951’î de, li rojhilatê Kurdistanê, gundê Înkesû ya herêma Biradostê tê dinyayê. Ji 1971’î heya 1979’an, Îran Xanim ji bo tomarkirina stranan her du mehan carekê wê biçe radyoyê.

Ew stranên herêmên bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî yên herêma Serhedê dixwîne: Bi dengê wê yê zelal wê stranên “Bajo Emrê Min”, “Delal Ez Bi Heyran”, “Dilê Min Loy Loy” , “Lê Lê Yeman” û “Şerê Cezo û Salihbeg” li asoyên welat olan bidana. Her çend tê gotin gelek stranên wê bixwe jî hebûne, lê ji ber ku nehatine tomarkirin, heya roja me ya îro nehatine. Mixabin gelek jinên dengbêj ku stranên wan nehatine tomarkirin, her wekî navê wan, kilam û dengê wan jî wenda bûye.

Di salên dawî de li bajarên Rojhilat xebatên çandî yên ji bo zindîkirina çanda dengbêjiyê hatibin meşandin jî têr nakin. Nemaze piştî 2003’yan, li Ûrmiyeyê şevbêrk tên lidarxistin û hunermendên li bajarên cuda dicivin, hunera xwe pêşkêş dikin. Lê sed mixabin polîtîkayên dewletê rê nadin ku jin jî beşdarî van şevbêrkan bibin û hunera xwe pêşkêş bikin. Çavkanî: Rojnameya Xwebûn

Dikarî Biecibînî