Di dîroka kurd de jinên pêşeng

Navenda Nûçeyan |

Di dîroka hezarê salan a gelê kurd a bi giranî berxwedan e, jinên kurd ên ji serdeman ve pêşengtî ji gel re kirine hene. Gelek ji wan bûne xet û sonda serketinê ya ji bo azadiyê.

Di vê dosyayê de bi kurtî be jî me xwest bal bikişînin ser jiyana çend jinên kurd ên têkoşer di qonaxên cuda yên dîrokê de xwedî roleke ber bi çav in û pêşengî kirine.

Hepsexana Neqîb

Hepsexana Neqîb, jinek siyasetmedar, xêrxwaz û çalakvana mafê jinan bû. Keça Meruf Berzenci ye û neviyê Ehmed Şêxê pismamê Şêx Mehmûdê Berzenci ye û hevsera Şêx Qadir Hefîd e. Hepsexana Neqîb, di sala 1891’an de li Silêmaniyê ji dayik bûye û 12’yê nîsana 1953’yan li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye.

Mala wê, her cihê civîn û mezinkirina fikrê neteweyî bû. Her wiha ji bo danasandina maf û erkê jinan bibû navendek. Ji bo tevlibûna karên civakî, rêxistinî, her pirsgirêkek civakî û aboriya jinan û zextên li ser jinan, serî li Hepsexan didan. Jinan di wê navendê de kurdayetiya xwe nas dikirin û di perwerdeya siyasî re derbas dibûn.

Hepsexan sala 1930’an ji bo aşkerakirin û nasîna mafê kurdan nameyek ji Komeleya Gelan a Cenevre re şand. 28’ê Hezîrana 1930’an yekemîn komeleya jinan bi navê “Komeleya Jinên Kurd” hat damezirandin û Hepsexan weke sekreterê komeleyê hat hilbijartin. Di wê demê de damezrandina komeleyek wisa ji bo parastina maf û daxwazên jinan, mînakên wan di cihanê de kêm in.

Dema ku Komara Kurdistanê li Mehabadê hat damezrandin, Hepsexan bi hemû hêza xwe ya aborî piştgiriya komarê kir. Li hember wê damezrînerê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed spasnameyek taybet a rêzdariyê ji bo Hepsexan şand.

Hepsexana Neqîb, di temenê xwe yê 62 salî de, 12’yê Nîsana 1953’yan bi nexweşiya penceşêrê li girê Seywan ê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Deyfe Xatûn

Sembola berxwedanê Deyfe Xatun biraziya Selahedînê Eyûbî ye. Di sala 1186’ê hicrî de, di keleha Helebê de tê dinyayê. Di 25 saliya xwe de bi lawê Elmelîk Elzahirê ji xanedaniya Eyûbî re dizewice. Dema ku hevserê wê li ser desthilatdariyê ye jiyana xwe ji dest dide, ji ber ku kurê wê biçûk e, ew tê ser erk û rêveberiyê digire dest xwe. Heya kurê wê dibe 17 salî ew bi tena serê xwe xanedaniyê bi rê ve dibe. Lawê wê sala 1236’an, dema hîn 24 salî ye dimire. Rêveberî dikeve destê lawê wê ku weke Selahedînê 2’yem tê nasîn. Dema ew jî dimire, vê carê rêveberî ji neviyê wê hîn 7 salî ye re dimîne, lê ji ber ku temenê wî biçûk e, careke din Deyfe Xatun di temenê xwe yê 50 salî de erka rêvebirinê digire dest xwe. Heleb û derdora wê nêzî 6 salan bi rê ve dibe.

Di dema rêveberiya xwe de serî natewîne, bi berpirsên Hama, Tunus, Şam û Kurdistanê re hevdîtinan çêdike. Dîsa bi Selçûkiyan re hevdîtinê çêdike. Ji bo pêşî girtina êrîşên Xaçiyan û Moxolan, ji wan alikariyê dixwaze. Di dema êrîşan de nêzikatî û helwesteke bi wêrek raber dike. Di sala 1219’an de, (li gor dîroka hicrî) Moxol, dibin rêveberiya Cengîz Xan de, bi awayekî hovane êrîşî Buhara û Semerkantê dikin. Tevkujiyên nayên dîtin, bihîstin, pêk tînin. Bajarên misilmanan, mizgeft û dibistanan talan dikin. Pirtûkan tevî aliman dişewitînin. Talaneke wehşiyane pêk tînin. Li hemberî vê wehşetê, dema ku gelek rêveber ditirsin, Deyfe Xanim di pêvajoyeke wiha de ji wan natirse, serî natewîne. Di sala 1226’an de Cengîz Xan dimire. Lê piştî çar salan şûn de, li hemberî Saruhan, Kîşlohan, Berdîhan û Xûwarîzma êrîş pêk tên. Vê carê dora Selçûkiyan tê. Heya keviyên Firatê nêz dibin. Bi êrîşa li ser Qela Cihberê gel tirsandin. Beşek ji artêşa Deyfe Xanim ji bo kela Cihberê, beşek jî ji bo Şîrez û ya din jî ji bo ku keleha Harîmê biparêze dikeve rê. Di encama vê parastinê de Moxol berê xwe didin Helebê. Deyfe Xanim, li hemberî vê êrîşê bi gelê xwe re dibe yek û ji wan dixwaze ku xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Gelê ku li dor hev civiya ye, di kelehê de dest bi parastina xwe dike.

Moxolan bi dehan caran êrîşî Helebê, Xanedaniya Eyûbiyan kir. Her carekê jî Deyfe Xanim tevî leşkerên xwe berxwedaniyeke mezin raber dike û rê nade Moxol pêş de biçin. Tê gotin ku Sûhabutîn Eyûbî, nikare xwe li ber vê nêzikatî û jêhatîbûna Deyfe Xanimê rabigire û dixwaze bi xwe rêveberiyê bi rê ve bibe. Lê bi tena serê xwe cesareta vê yekê di xwe de nabîne û diçe cem padişahê Şamê Elmelîk Eleşref û wiha jê re dibêje: “Mîr û begên li derdora te wê naxwazin. Dixwazin di bin desthilatdariya wê de derkevin û azad bin. Ji ber ku ew li pey padişahekê ne.” Padişahê Şamê jî wiha wî dibersivîne û dibêje; “Ez xirabiyê li neviya Eyûbiyan nakim” û bi vî rengî vê daxwaza Sûhabutîn Eyûbî paşde dizivirîne. Deyfe Xanim, dema ku vê yekê dibihîse, leşkerên xwe derdixîne pêşiya vî zilamê ku dixwaze îxanetê lê bike û tevahiya mal û milkê wî ji dest digire. Wî û hevkarên wî di kela Helebê de heps dike.   Piştî êrîşên Moxolan şûnde, dîsa Xaçî derdikevin ser dika dîrokê. Her cure êrîşan dibin ser gel. Deyfe Xanim li hemberî Xaçiyan jî şer dike. Tevî leşkerên xwe berxwedaneke mezin raber dike.

Deyfe Xanim ku di qada rêvebirinê de serkeftinên mezin, qehremantî da nîşandan, her wiha di qala medreseyan de jî gelek xebat û keda wê çêbûye. Li Helebê medreseya Fîrdewsî da çêkirin. Di sala 1236’an de li wê derê tekke û mezargehekê dide avakirin. Mînakeke din, şexsiyeteke hêja ku di dema xwe de hewl daye karê baş û xêrê bike, Sîtû Şam e. Navê wê yê rastî Zumrût Xatûn e. Weke Îsmetûdîn jî tê nasîn. Di nav gel de weke Sîtû Şam hat nasîn û bibîranîn. Îbnî Kesîr der barê Sîtû Şam de wiha dibêje; “Ew xwîşka siltanan, meta zarokan û dayika siltanan bû. Sîtû Şam ku seltenetê di dest xwe de digire, ji gelê xwe re xizmetên giranbiha dike.” Her wiha di çavkaniyên dîrokî de behsa du medreseyên ku wê ava kirine jî tê kirin.

Deyfe Xanim (hicrî) di sala 1242’yan de, di 59 saliya xwe de, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide.

Fata Reş: Amazoneke kurdistanî

Fata Reş a xwedî hêz û îradeyeke mezin e, yek ji jinên navdar û pêşeng a gelê kurd e. Fata Reş li navçeya Rewandiz a başûrê Kurdistanê jiyaye. Di Şerê Qirimê yê 1853- 1856’an de rû da bi 300 siwariyê xwe re li ser banga padîşahê osmanî diçe Stenbolê.

Têkildarî Fata Reş nivîskarê kurd Kamuran Bedirxan bi berhemeke xwe de wer behsa diyalogeke di navbera Fata Reş û Siltanê Osmanî Ebdulmecîd de dike: “Padîşah ji Fata Reş dipirse ‘Keseke wekî te ku qehrementiyên wiha nîşan dide, çawa bi tirkî nizane?’ Fata Reş vê bersivê dide: ‘Padîşahê min, ger hûn bi kurdî zanîbana pêwîst nedikir hûn bi tirkî zanîbana.’”

Ev diyalog di heman demê de dilsoziya Fata Reş a bi nirxên neteweyî yên kurdan ve jî nîşan dide.

Fata Reş di rojnameyên biyanî yên wê demê de weke Amazoneke Kurdistanî, Xanimeke Kurd tê binavkirin.

Tevî dîroka wefata wê zelal nîne, ber bi dawiya salên 1800’î koça dawî kiriye.

 

Xanzad Mîrê Soran

 

Xanzad hevsera Mîr Silêmanê kurê Şikelî Beg ê Mîrê Soran bû. Weke Xanzade Siltan jî tê naskirin. Piştî hevserê wê ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve tê girtin, berpirsiyariya Mîrtiya Soran hildigire ser milên xwe, herêma Soran û Herîr bi rê ve dibe. Di serdema hikûmraniya xwe ya di sedsala 16’an de  gelek keleh ava kirine.

Meyan Xatûn

Meyan Xatûn di sala 1873’yan de li gundê Baedre yê Şêxanê ji dayik bû. Wê demê yek ji komkujiyên herî mezin ên sedsala dawî li êzidiyan û Şengalê hate kirin. Qirkirina destpêkê ya sedsala 19’an di sala 1832’yan de bi fermana prensê Soran Mîr Mûhammed (Mîrê Kor) hate kirin. Li Şengalê Mîr Elî Beg ê yekemîn hate qetilkirin.

Meyan Xatûn jî hevsera Mîr Elî Beg ê duyemîn bû. Di sala 1892’yan de artêşa osmanî ya bi fermandariya Omer Vehbî Paşa bi desteka hin eşîrên kurd ên misilman û ereb careke din komkujiyê li Şengalê dike. Omer Vehbî Paşa mezintirîn fermana li êzidiyan pêk anî û bi hezaran êzidiyên ku qebûl nekirin derbasî îslamiyetê bibin qetil kir, li Şengalê bi zorê îslamiyetê ferz kir. Mîr Elî Beg ê duyemîn û hevsera wî Meyan Xatûnê dişînin sirgûnê, eşya û berhemên pîroz ên êzidiyan dişînin Mûsilê û deverên pîroz ên li Şengalê bi zorê dikin medrese.

Di encama zexta xiristiyanên li nava osmanî navber dan qirkirina li Şengalê û Omer Vehbî Paşa ji wezîfeya li herêmê hate dûrxistin û ew birin Stenbolê. Di dema fermanê de Meyan Xatûn bi wêrekî û kesayetiya xwe ya otorîter êzidî di nava yekitiyê de hişt. Piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da, kurê wê Saîd tevî ku hîn biçûk bû demekê mîrtî kir. Di dema mîrtiya kurê xwe Saîd Elî Beg û neviyê xwe Mîr Tahsîn Beg (Di Çileya 2019’an de wefat kir) li pişt perdeyê timî lîdertî kir. Pêşengî kir ku Laleş ji nû ve bibe îbadetxaneya êzidiyan û heta sala 1956’an dema wefat kir, di dîroka nêz a êzidiyan de weke jineke girîng hate dîtin.

Fatmexan

Fatmexan piştî wefata hevserê xwe li herêma Rewandizê rêveberiyê dike û di hilbijartina encûmeniyê de xelk Fatmexan weke nûnerê xwe hildibijêre.

Li Herêma Pişder jî ji eşîra Kafiroş û Şiwan du jinên bi navê Mamepor Helîme û Nêrgiz piştî mirina hevserên xwe bûne mîr, li dijî êrîşên osmanî berxwedan pêş xistine.

Her wiha Mamepêşeng Maşeref Xanim, Perîxan, Şemsî Xanim û Meryem Xanim li herêmên xwe mîrtî kirine, lê têkildarî wan agahî pir kêm in.

Zerîfe Xanim

Zerîfe Xanim li gel hevserê xwe Elîşêr di Komela Tealî ya Kurd de xebitîne. Paşê pêkve diçin Dêrsimê û û tev li berxwedana li wir dibin. Di sala 1937’an de li ser pêşniyara Seyîd Riza ji bo derbasî Rûsyayê bibin xwe dispêrin şikefteke li çiyayê Tîjik. Paşê xayînên tên cem wan, Elîşêr qetil dikin, Zerîfa Xanim bi tifinga di destê xwe de xayinekî dikuje. Zerîfe Xanim jî li wir tê qetilkirin. Kesên xayîn serê her duyan jê dikin û dibin didin generalên tirk.

Jina kurd Zerîfe Xanim a di dîroka Kurdistanê de bi berxwedan û cesareta xwe hatiye naskirin, heta nefesa xwe ya dawî bi Elîşêr re mil bi mil şer kir.

Besê Xanim

Besê Xanim, yek ji lehengên serhildan û berxwedana Dêrsimê ye.

Besê Xanim hevsera Seyîd Riza yê pêşengê serhildana Dêrsimê ye. Besê Xanim bi welatparêziya xwe tê naskirin. Jineke têkildarî hezkirina ji erdnîgarî, ax û welatê xwe xwedî hesteke herî bilind bû.

Besê Xanim di berxwedana Dêrsimê de ji bo nekeve destê dijmin, xwe ji zinaran diavêje.

Qedemxêr

Qedemxêr jî ji rojhilatê Kurdistanê ye. Birayê wê serokeşîr e lê dema ku birayê wê dimire, ew derbasî cihê birayê xwe dibe. Li dijî Şah têkoşîn dike û dîl dikeve destê dijmin, jixwe birîndar e. Sê salan di zindanê de dimîne û berxwedaneke mezin nîşan dide.

Dema derbasî cihê birayê xwe dibe, li hemberî farsan risteke mezin dilîze.

Piştî ew dimire, li gorî hin agahiyan dijmin wê dikuje, li gorî hin agahiyan jî ew xwe dikuje. Di zindanê de jiyana xwe ji dest daye.

Adîle Xan

Adîle Xan, bi xwe keça mîrê Baban e. Jineke bihêz e û li herêma Erdelan pêşengtî kiriye. Eşîra Baban niha jî heye. Adîle Xan keça vê eşîrê bûye. Lê weke bûk diçe nava eşîra Caf. Bi Serokeşîrê Cafan re dizewice. Agahiyên ku hene wisa didin diyar kirin. Piştî ku diçe nava eşîra Cafan, êdî piştî salên 1900’î ye, hevserê wê dimire. Weke tê zanîn, di nava eşîra Cafan de konfederasyonên eşîran hene. Zêdetirî pêncî eşîr di nav vê eşîrê de hene.

Piştî ku serokeşîr tê kuştin, Adile Xan derbasî ser eşîrê dibe û nêzikî bîst salan ew eşîrê bi rê ve dibe. Hem li Rojhilat, hem jî Başûr bandoreke mezin çêkiriye. Tenê ne di milê şer û pêşengtiyê de, di milê çandiniyê de jî risteke mezin lîstiye û li Kurdistanê mohra xwe li dîrokê xistiye. Di dema wê de çand û wêjeya kurdî de pêşketineke mezin çêbûye. Vê yekê li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî bandor kiriye. Di pêşengtiya wê de hesteke aştîxwaz pêş ketiye. Rêveberiyeke baş kiriye. Bi taybetî li cihê lê rêveberiyê dike bandoreke mezin kiriye. Navenda rêveberiya wê jî Helebce ye. Helebceya ku ji aliyê rejîma Saddam ve hatiye bombebarankirin. Bi rastî cihên ku di dîrokê de risteke lîstine, dagirkeran qetlîamên mezin li ser kirine. Her cihê ku berxwedana kurdînî lê hatiye kirin, komkujî hatine çêkirin. Bi giştî jiholêrakirina vê çandê heye. Di vê demê de di pêşengtiya Adîle Xan de, li Helebce û derdorên wê berxwedaneke mezin hatiye kirin.

Mîna Qazî Mihemed

Mîna Qazî, di sala 1908’an de li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Mîna Qazî di 19 saliya xwe de bi Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed re zewiciye, ji bo axa xwe ji hêzên serdest biparêze têkoşîneke mezin meşandiye.

Mîna Qazî ji bo mafên kurdan gelek tiştên nû pêk anîn. Şev û rojên xwe kir yek û ji bo jinên Mehabadê têkoşîn meşand. Tax bi tax, mal bi mal, kuçe bi kuçe geriya û jinan birêxistin kir.

Her dem li dijî pîvanên ku mêran datînî pêşiya jinan têkoşiya. Mîna Qazî her dem digot ku dê jin bi yekitiya hêzê li dijî zoriyan bi ser kevin, di 14’ê Adara 1946’an de “Yekitî Afretanî Jinên Kurdistanê” (Yekîtiya Jinên Kurdistanê) ava kir û bû seroka wê. Mîna Qazî destnîşan dikir ku heke jin di warê birdozî de neyên perwerdekirin, dê ji bo civakê kêmasiyeke mezin derkeve holê. Ji bo jin perwerdeyê bibînin navendên perwerdeyê vekir.

Kurdan ji wê re digot “Dayê Xanim”. Ji ber ku ew axa ku ew li ser hatibû dinê, her dem xwedî lê derdiket û wekî zarokên xwe axa welatê xwe hembêz dikir. Mîna Qazî her dem di nava gelê xwe de bû. Mîna Qazî helwestên lîderî qebûl nedikir, heman hêst û dildariya welatparêziyê di zarokên xwe de jî ava kir. Mîna Qazî 8 zarokên wê yên bi navê Îsmaîl, Elîf, Îffet, Munîr, Fevziye, Suheyla, Pervîn û Meryem hene, nirxên Mehabadê yên bi têkoşînek mezin bi dest xistin, her dem ji zarokên xwe re vegot. Mîna Qazî, hemû pere û zêrên di qutiya xwe de ji qasa dahatê ya Mehabadê re bexşand. Jinên Mehabadî yên ji vê bandor bûn, zêrên xwe ji bo bankaya welat bexşandin.

Di 17’ê Kanûna 1946’an artêşa Îranê êrîşî navenda bajarê Mehabadê ku paytexta Komarê bû kir. Hinek serokeşîr ji herêmê reviyan, lê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê berxwedan nîşandan. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan Qazî Mihemed ji bo ku pêşiya komkujiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir.

Di vê navberê de rejîma Îranê ji bo Qazî Mihemed biryara darvekirinê derxist. Hemû ferdên malbatê û xizmên wê di hedefa rejîma Îranê de bû, lê Mîna Qazî Mehabad terk nekir û biryara xwe ya têkoşînê dewam kir.

Keça wan Îffet Qazî ya li sirgûnê, dema li Swedê bû Komara Îslamî ya Îranê di sala 1988’an de li dijî wê êrîşeke bombeyî pêk anî û ew qetil kir. Mîna Qazî di 85 saliya xwe de hat girtin û îşkenceyên mezin lê kirin; lê tu carî ji têkoşîna xwe tawîz neda. Mîna Qazî yekitiya gelê kurd berî her tiştî didît, di 28’ê Sibata 1998’an de li Mehabad a gelekî jê hez dikir, çû ser dilovaniya xwe. Mîna Qazî ya li dijî rejîma Îranê ji bo gelê xwe têkoşîn meşand, sond xwaribû dê li ser axa xwe bimira û ew soza xwe jî anî cih.

Leyla Qasim

Leyla Qasim di 1952’yan de li Kerkûkê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û amadeyî li vir diqedîne. Ji ber polîtîkayên rejîma Baas ên ererbkirinê ji Xaneqînê bi malbata xwe re koçî Bexdayê dikin. Leyla Qasim li vir beşa sosyolojî qezenc dike. Dema dest bi zanîngehê dike li vir dibe endameke aktîf a Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê.

Di van salan de rejîma Iraqê li dijî kurdan dest bi êrîşên giran kiriye. Her roj bi dehan ciwanên kurd qetil dike û bi hezaran kesî ji gundê wan derdixe. Leyla Qasim û hevalên xwe ji bo dengê kurdan bidin bihîstin dest bi amadekariya çalakiyê dikin. Plan dikin balafirekê birevînin. Lê Leyla Qasim û hevalên xwe di hewldana destpêkê çalakiyê de tên girtin. Di sala 1974’an de rastî îşkenceya giran tê. Piştî demekê jî di 13’yê Gulana 1974’an de tê darvekirin.

Leyla Qasim di dema darizandinê de ji dadger re wiha dibêje: “Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin bi kuştina min dê bi hezaran kurd şiyar bibin. Min ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir, ez bi vê serbilind im.” Her wiha dema çû sêdarê jî sirûda ‘Ey Reqîb’ xwend.

Bêrîtan (Gulnaz Karataş)

Gulnaz Karataş sala 1971’an li Solxan a Çewlikê tê dinê. Piştî salakê çêbûna wê malbata wê berê xwe dide Xarpêtê. Dibistana seretayî li Xarpetê xwend û dibistanên navîn û amadeyî jî li Xarpêtê qedand.

Sala 1989´an ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê. Sala xwe ya yekemîn tevgera azadiya kurd nas kir. Tev li nava tevgera ciwanan bû. Her çiqas ji zanebûna kurdiyetiyê dûr mezin bûbe jî, bi naskirina rêxistinê re di demeke kin de guhertinên mezin çêkir. Gulnaz bi vê leza mezin a guhertin û veguhertinê gihîşte zanebûna gel, welat û hestên welatparêziyê.

Sala 1990´an derbasî Yewnanistanê bû û li vê derê demekê perwerdehiya siyasî û teorîk dît.

Piştî saleke perwerdeyê ji bo xebata gel a îlegal li Stenbolê hat wezîfedarkirin. Zêdetir di nava gelê ku ji herêma Mêrdîn û Sêrtê bûn xebitî. Gel û bi taybetî jî dayikan gelek jê hez dikirin. Di nava van xebatan de fêrî zimanê kurdî jî bû.

Di pêvajoya van xebatan de, bi endama PKK’ê Yildiz Durmûş (Jiyan) re li Stenbolê tê girtin. Di bin çavan de li ber xwe dide, tu tiştekî ji îşkencekaran re nabêje. Ji vê derê derbasî zindana Bayrampaşa dibe.

Dema ku li zindana Bayrampaşayê ye, yek ji damezirîner û pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz rojekê diçe serdana wê.

Sala 1991’an dema ji zindana Bayrampaşa derdikeve, ji bo jiyana wê merheleyek nû ye. Biryar dide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tev li nav refên gerîla dibe. 9’ê Gulana 1992’yan li çiyayê Cûdî di nav refên gerîla de bû û ew jî êdî gerîla bû.

Berî biçe nav refên gerîla, ji xwe re navek rêxistinê jî diyar kiribû. Di bin bandora Binefş Agal de mabû. Lê dema hat hêrêma gerîla, dît ku gelek kes navê Binefş bi kar tînin, wê jî navê Bêrîtan li xwe kir. Di bin bandora eşîra Bêritan de mabû. Di dema salên xwendina amadeyî de li ser vê eşîrê lêkolînek wê jî çêbibû.

Di pêvajoya gerîlatiyê de di pratîkê de perwerdehiya leşkerî dît. Di rojên xwe yên gerîlatiyê de her tim rojnivîsek wê hebû, dinivisî carinan jî helbest dinivîsî.

25´ê îlona 1992´yan ji bo çalakiyek amadekarî dikirin. Amadekariya çalakiya Rûbarokê. Bêrîtan bi vê çalakiyê di nav gerîla de derdikeve pêş. Di vê çalakiyê de birîndar dibe. Piştî vê çalakiyê, weke fermandara tîm derbasî Şemzînan dibe.

25’ê Cotmeha 1992’yan şer êdî hatibû radeya man û nemanê. Kozika ku Bêrîtan têde bû ji aliyê hêzên teslîmkar û noker ve hatibû dorpêçandin. Bêrîtan li pêşiya eniyê şer dikir ku tîma xwe ji vê dorpêçê rizgar bike. Ji serê xwe, ji milê xwe û jî singa birîndar bû. .

Bêrîtan xwe gihandibû ser kendalekê. Li hemberî wê çemê Lolan derbas dibû. Ji bo teslîm bibe hevkarên dijmin bang dikirin. Lê Bêrîtanê rûpelek nû di têkoşîna azadiyê de vekir. Destpêkê çeka xwe parçe parçe kir. Piştre rojnivîsa xwe veşart ku rojekê bikeve dest hevalan wê û ji kendalên bilind xwe avêt bêdawîbûnê.

Zîlan

Zeynep Kinaci (Zîlan) a 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî, di sala 1972’yan de li Meletiyê ji dayik bû. Ji gundê Elmali yê navenda Meletiyê ye. Malbata wê ji eşîra Mamûrekî ye. Zeynep Kinaci (Zîlan) dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Meletiyê dixwîne, zanîngehê jî li heman bajarî temam dike. Ji Zanîngeha Înonu ya Meletiyê ji Beşa Şêwirmendiya Rehberî û Psîkolojîk mezûn dibe. Beriya beşdarî Tevgera Azadiya Kurd bibe, li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê dixebite. Malbata wê di aliyê aborî de normal e, di aliyê civakî de bandorên feodal li ser hene.

Zeynep Kinaci (Zîlan) di malbatê de serbest digihê. Nêrînên çep û kurdbûnê di salên lîseyê de nas dike. Di salên zanîngehê de eleqeya wê zêde dibe. Nêzîbûna wê ya li xeta PKK’ê dest pê dike. Di 1994’an de li eniya Edeneyê xebatan dimeşîne. Salekê di nava xebatan de dimîne.

Di 1995’an de ji Eyaleta Dêrsimê beşdarî gerîla dibe. Di nava gerîlayan de bi nirxandinên xwe re kesayeta xwe ya li gorî berê, bi hemû aliyan nas kir û pêş ket. Di mijarên weke îdîa, biryar, moral û zelalbûnê de xwe xurt dike. Li ser esasê lixwekûrbûnê de, ligel dîroka kurd û Kurdistanê, rastiya gel a hilhatiye, pêşengê vê PKK, îdeolojiya wê û bi taybet jî rastiya Rêbertiyê heye. Di sala 1996’an de li dijî konsepeta şer a li dijî tevgera rizgariya neteweyî hat avakirin, sekna mîlîtanî nîşan da.

Zîlan li ser esasê soza xwedîderketina li mîrateya berxwedana PKK’ê,  30’ê Hezîrana 1996’an li navenda bajarê Dêrsimê li dijî leşkerên ku merasîma alê pêk dianîn, çalakiya fedayî pêk anî. Zîlan dibêje ‘Ez dixwazim bibim sembola berxwedana jinên Kurd’ û dibe manîfestoya jiyana nû ya dîroka kurd û jinên kurd.

Viyan Caf

Leyla Walî Hisên bi sê nava tê nasîn, Viyan Caf, Viyan Karox û Viyan Soran, di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Li Silêmaniyê dibistana seretayî û navîn dixwîne. Yek ji xwenedekarên herî zîrek bû. Di temenê zarokatî ve ji sîstema zilmê û civakî hesiyaye û qebûl nekiriye. Lewma timî dijî hişmendiya kevneperest a jin bê îrade kiriye radibe. Lewma dikeva nava lêgerînê û di bihara sala 1997’an de beşdarî nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibe. Viyan di encama nakokiyên xwe yên bi pergala mêr a di nava eşîret û malbatê de biryara ketina ser rêyeke nû dide.

Viyan Soran di sala 1997’an de tevî xwişka xwe berê xwe dide nava tevgera Apoyî. Viyan Caf di sala 1998’an de beşdarî konferansa başûrê Kurdistanê dibe. Piştre weke kadroyekê di sala 2000’an de beşdarî konferansa rojhilatê Kurdistanê ya li Qendîlê dibe. Piştî vê konferansê tev li xebatên rêxistinî yên rojhilatê Kurdistanê dibe û di demekî nêz de dikeve dilê gel û rolekî dîrokî dilîze. Weke Endama Damezirandina ‘Tevgera Çareseriya Demokratîk’ tê erkdarkirin. Piştre di sala 2002’yan de beşdarî yekemîn Kongreya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) dibe. Weke endama Rêveberî û Polîtboruyê erk digire.

Her wiha di sala 2003’yan de beşdarî xebatên damezirandina Kongreya Gel jî dibe.

Viyan Caf di nava gelê rojhilatê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de bi roleke pêşeng rabû û xizmet ji azadiya gelê xwe û jinan re kir. Di sala 2004’an de di nava Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê de cih girt. Yek ji wan 12 kesên Rêberê PKK’ê pejirandibû PKK’ê ji nû ve ava bikin de jî Viyan Caf bû. Viyan Caf baweriyeke mezin a tevgerê û hevalên xwe girtibû. Çavkaniya bawerî û hevaltiyê bû. Di rêveberiya PKK’ê û fermandariya YJA-Starê de cih digirt.

Viyan Soran 2’yê sibata 2006’an li herêma Heftenînê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên tasfiyekirina PKK’ê yên di hundir de çalakiyek fedayî li dar xist û li pey xwe jî çend name hişt. Nameyek ji hevalên xwe re, yek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, yek ji gelê başûrê Kurdistanê re û yek jî ji malbata xwe re nivîsandibû.

Sakîne Cansiz

Sakîne Cansiz di sala 1958’an de li Dêrsimê ji dayik bûye. Di salên xwendekariyê de tevgerên ciwanên şoreşger nas dike û bi wan re dikeve nava têkiliyan.

Sakîne Cansiz piştî salên dûr û dirêj behsa wan salan dike û dibêje ku bandora jiyana Apociyan li ser wê çêbûye û beşdarî nava wan bûye.

Paşê li Enqere, Çewlik û Xarpêtê xebatan dimeşîne. Di 27’ê mijdara 1978’an de li navçeya gundê Fîsê yê navçeya Licêya Amed beşdarî Yekemîn Kongreya Damezrandina PKK’ê dibe.

Di sala 1979’an de li ser xeta Xarpêt û Çewlikê tê girtin. Li Zindana Amedê dimîne û rastî îşkenceyên hovane tê. Ew yek ji wan kesan e ku di îşkenceyê de bi şiyara ‘teslîmiyet xiyanetê, berxwedan serkeftinê’ tîne li ber xwe dide. Her kêliyek jiyana wê li hemberî dijminê wê serkeftin e. Rastî îşkenceyên ku aqil û wijdanê mirov qebûl nake tê. Nifşên salên 1980-1990’î bi berxwedan û qehremantiya Sakîne Cansiz mezin bûn. Piştî ku ji zindanan derdikeve berê xwe dide Rojhilata Navîn paşê jî diçe çiyayên Kurdistanê. Çiya bi çiya geriya Sakîne… Şervantî, fermandarî, mamostetî û hevaltî kir. Nav û sembola berxwedana şoreşgera jin a Dêrsimê ya ku li hemberî dijminê xwe serbilind rawestiye.

Damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, bi du hevrêyên xwe Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez re  9’ê Çileya 2013’yan li Parîsê hatin qetilkirin.

Arîn Mîrkan

Arîn Mîrkan, bi navê wê yê rastî Dîlar Gencxemîs sala 1994’an li rojavayê Kurdistanê Efrînê tê dinyayê.  Arîn a dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir tev li nav refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê bû.

Fermandar Arîn di berxwedana Kobanî de 5’ê Cotmeha 2014’an li hember çeteyên DAIŞ’ê li Girê Miştenûr çalakiya fedayî pêk anî.

Avêsta Xabûr

Şervana YPJ’ê Avesta Xabûr (Zelûx Hemo) sala 1998’an li Helebê ji dayik dibe. Avesta sala 2012’yan tev li berxwedana Şoreşa Rojava dibe.

Avesta weke fermandereke YPJ’ê di berxwedana Efrînê de cih digire.

Avesta ya 27’ê Çileya 2018’an li gundê Hemam ê girêdayî navçeya Cindiresê ya Efrînê li hember hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke fedaî pêk tîne. ROJNEWS

Dikarî Biecibînî